ŞIRNEX - Wargeha Mexmûrê ku zêdetirî 8 meh in di bin ambargoyê de ye, niha bi vîrusa coronayê re rû bi rû maye. Hevşaredarê Bedran Pîranî got: "Li nexweşxaneya me derman neman û nahêlin tenduristkarên me ji bo dermanan derkervin dervayî wargehê."
Vîrusa coronayê (Covîd-19) ku li sernaserê cîhanê belav bûye, li Iraqê jî li gelek kesan peyda bûye. Di 18'ê Adarê de li Iraqê hejmara kesên ji ber vîrusa navbirî jiyana xwe ji dest dan bû 11 û hejmara kesên vîrus li wan peyda bûye jî bûye 154. Her wiha li hin bajaran jî ji bo vîrusê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û tevdîr tên girtin. Lê belê li Wargeha Mexmûrê ku zêdetirî 8 mehan ambargo li ser heye, ji bo vîrusê tu gav nayê avêtin.
Wargeh girêdayî wîlayeta Musilê ye û ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve ku li Hewlêrê 3 peywirdarên Qonsolosxaneya Tirkiyeyê hatin kuştin, hatiye dorpêçkirin. Li wargehê nêzî 12 hezar kurdên ku di salên 90'î de koçber bûn dimînin. Welatiyên li wargehê ji be rdopêça heyî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û piştî vîrusa coronayê belav bû, rayedaran diyar kir ku niha dermanên wan hema bêje nemane.
'DERMAN NEMAN'
Hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî, diyar kir ku Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ambargo daniye ser wargehê û got: "Li nexweşxaneya me derman nemane û nahêlin tenduristkarên me ji bo dermanan derkervin dervayî wargehê. Her diçe ambargoyê dijwartir dikin."
Pîranî, anî ziman ku her diçe vîrus belav dibe û got: "Di 15 rojên dawî de Herêma Kurdistana Federe li ser hevdu biryaran digire. Lê belê ji bo kampa me tu gav nayên avêtin. Me naxin şûna mirovan. 9 meh in ambargo li ser me ye, lê heya niha alîkariyeke insanî jî nehatiye kirin. 3 roj in Herêma Federe qedexeya derketina derve îlan kiriye. Pêdiviya me bi xurekên xwarin, vexwarin û dermanan heye."
Pîranî, destnîşan kir ku li hemberî ambargoyê li gor derfetên xwe tevdîran digirin û got, tevî sazî û dezgehên li wargehê maseyeke krîzê çêkirine. Pîranî, kesên bi hin hincetan derketine derveyî kampê û dîsa hatine ji bo tevdîrkirinê ew xistine karantînayê û got, kesên di karantînayê de 14 rojan tên kontrolkirin. Pîranî got, heta niha 40 kesî xistine karantînayê û niha li wargehê kesekî ku vîrus lê peyda bûbe tuneye.
Pîranî, diyar kir ku ji bo tevdîrgirtinê dibistan hatine betalkirin û mizgeft, qehwexane, eywanên lîstikê û qadên din ên giştî hemû hatine girtin û got, niha piranî di warê dermanan de pirsgirêka wan heye.
‘DIVÊ AMBARGO BO DAWÎ BIBE'
Pîranî, bang li Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistana Federe kir û got: "Divê ambargo bi dawî bibe. Ji bo xwarin, vexwarin û dermanan em li benda alîkariyê ne. Em bang li saziyên neteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku rojek berî rojekê alîkariya kampê bikin."