WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî vîrusa coronayê dereng tevdîr hatine girtin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Deger got, tenê bûyerek wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike.
Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, anî ziman ku li hemberî vîrusa coronayê (Covîd-19) baş tevdîr nayên girtin û bal kişand ser rewşa girtîgehan. Deger, diyar kir ku hikûmeta di warê tevdîrgirtinê de dereng maye û got, tenê weqayek wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike.
Deger, bibîr xist ku piştî weqayên li Îranê tevdîr hatine girtin got: "Giştînameyek hat derxistin û tê de hatiye gotin divê kes nêzî deverên gştî nebe. Ev baş e. Lê belê diviya hinekî din jî hişk bûne. Beriya her tiştî komên rîskeke mezin hildigirin hene. Mesela kesên ji umrê û dervayî welat vedigerin, diviya rasterat bihatan kontrolkirin. Diviya ji înîsyatîfa mirovan r enehiştana. Divê kesên ji van deran tên bên kontrolkirin. Lê belê di vî warî de dereng man. Gelek mirov tev li nav civakê bûn."
‘HAYA WAN JI CIDIYETA REWŞÊ TUNEYE'
Deger, diyar kir ku hejmara weqayan ji yên Wezareta Tenduristiyê diyar dike bêtir in û got, agahiyên nerast dibe sedema geremoliya agahiyan. Deger, got: "Wezaret tenê mudaxileyî kesên birîsk in dike. Loma em nizanin ev vîrus bi çend eksan re heye. Lê texmîna me ew e ku hejmara vê ji hejmara ku hatiye ragihandin pir zêdetir e. Her wiha em dizanin ku li deriyên sînor û vegera ji derveyî welat jî tevdîr baş nayên girtin. Hê jî hin welatiyên Tirkiyeyê yên ji derveyî welat tên hene. Di van mirovan de elametên vîrusê tunebin jî divê bên karantînakirin. Haya wan ji cidiyeta rewşê tuneye."
‘JI BO DAXWAZA HEVPARBÛNÊ BERSIVA ME NADIN'
Deger, destnîşan kir ku hê jî Wezareta Tenduristiyê ji bê hevparbûnê bi rêxistinên tenduristiyê re tev nagere û got: "Em baş dizanin ev tişt pir cidî ye. Me di erdhejê û aşûtê de jî ev got. Em ji bo tevkariyê amade ne. Hefteya borî Yekîtiya Bijîşkên Tirk hevdîtin bi Wezareta Tenduristiyê re çêkir. Lê belê mekanîzmaya dewletê kesên muxalif ji xwe dûr dike. Ev helwesteke şaş e. Lê dîsa jî em dixwazin daxilî nav vê yeê bibin."
‘WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA GIRTÎGEHAN BIKE'
Her wiha Deger bal kişand ser rewşa girtîgehan û got, tenê weqayek jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike. Deger, got: "Girtî di cihekî girtî û qelebalix de ne. Ji xwe em baş dizanin nifûsa li girtîgehan pir zêde ye." Deger, diyar kir ku dibe ku ji ber serdêr û gardiyanan vîrusê li girtiyan peyda bibe û got: "Tenê weqayek wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike. Girtîgeh bi rîskeke mezin re rû bi rû ne. Niha bi hezaran girtiyên ku hê danişînên wan nehatine lidarxistin jî hene. Diêv nifûsa girtîgehan bê kêmkirin. Divê nexweşên heyî bên şopandin û ne di nav mehkûman de bin."