Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e

img
AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 sal berê bal kişand ser talûkeyê şaristaniya ku îro jiyanê tune dike û got: "Mirov vê şaristaniyê, weke helwesteke li cih dikare bişibîne her cure cinawirî. Bi hostayî teşxîskirina cinawir têr nake. Ya divê bi lez û bez were kirin, dermankirin e. Ez bi hevokekê dikarim rewşa herî dawî rapor bikim; di qonaxa wê ya dawî de lehiya xwînê rabûye, jiyan bi gelek êş, jan û qirkirinê derbas dibin, ya herî xerab birçîbûn û bêkarî, her cure nexweşî û şewb, û talankirin û hilweşandina eko-hawîrdorê ye. Eger sosyolojiya me ya pêkhatin û azadiyê dixwaze ji loda sergo ya bi hezaran kesên bi navê civaknasiyê kirine, rizgar bibe; divê hêza xwe ya teşxîs û dermankirinê îspat bike." 
 
Di rojên dawî de şewba vîrûsa corona li cîhanê û Tirkiyeyê belav dibe. Vê şewba vîrûsê rojeva hemû cîhanê guhert û kir rojeva sereke. Niha hemû pispor, bijîşk, siyasetmedar û akademîsyen hişyariyan dikin. Lê ev şeşb roj bi roj belav dibe û mirovan dikuje. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 sal berê di parêznameya Manîfestoya Civaka Demokratîk ŞARISTANÎ de bal dikişîne ser talûkeyên xwîna diherike, jiyana bi jan û qirkirinê derbas dibin, birçîbûn û bêkarî, her cure nexweşî û şewb, û talankirin û hilweşandina eko-hawîrdorê û wiha hişyar dike: "Em hewldana xwe ya şîrovekirina civaka Sumeran hinekî din berfireh û giştî bikin, ev yek ê hêza me ya fêhmkirinê zêde bike û bêtir mejiyê me rohnî bike. Ya divê mirov bike ew e ku divê şaristaniyê analîz bike û ji hev derxîne; maskeyên sazî û zêhniyetên xurt hevdu girtine daxîne, bike ku rûyên li pişt wan, berjewendiyên wan ê rastî û rewşa wan berçav di nav civakê de zelal xuya bike. Bi îdîaya kaltî û pîrtiya şaristaniya qedîm a dîrokî-civakî radibe û xwe bi dabeşkirina dîrokê ya bi navên ‘serdema nû, serdema nêz’ dixwaze xwe ciwan û teze nîşan bide. Di vê de rewşeke seyr û xerîb heye. Ciwantî dema zayîn an jî dema nêz a zayîna diyardeyekê îfade dike. Eger weke ku me îspat kir, şaristaniya civaka Sumeran kêliya destpêk an jî zayînê temsîl dike, wê wextê divê ciwantî jî li gorî wê were diyarkirin. Di vê rewşê de wê baş were fêhmkirin ku sifetên weke nû û ciwan ji xapandinê wêdetir tiştekî din nînin û em ê fêhm bikin ku em civaka şaristaniyê ya herî pîr û kal in. Eger mirov demê berepaş bixwîne û ciwan pîr nîşan bide, ev yek ê bibe dewama piştperdekirin û bi maskekirina civaka şareza." 
 
ÇIMA CIVAKA ŞAREZA EV ÇEND HEWCEDARÊ MASKEKIRINÊ YE? 
 
Ocalan, di dewama pirtûkê de wiha tîne ziman: "Pirsa divê em bikin ev e: civaka şareza ya em dikarin wê weke şaristaniya bajêr jî bi nav bikin çima evçend hewcedarê maskekirinê ye? Hostatiya rahibên Sumeran di warê bi maskekirinê de bê rawestan dewam kir. Xwedayetiya di destpêkê de naveroka xwe manedar û bi esil bû, çima bû têgîna sereke ya bêmanebûn û têkbirinê? Civaka şareza, heta niha gelek fikir li dijî wê û ji bo palpiştiya wê hatine ziman. Lê ya herî bi zehmetî hatiye îfadekirin û bi awayekî serketî nehatiye kirin, rexnekirina şaristaniyê bi awayekî radîkal û gavavêtina ji bo bihurandina wê ye. Ev yek jî serneketina şîroveyên hatine kirin nîşan dide. Hukmekî hevpar e ku tê gotin; li ser xwesteka mirovatiyê ya ji bo azadiyê zext û zordestiyeke mezin çêbûye. Gelek caran tê gotin; ji zû ve gihiştiye sînorekî wisa dewam nake. Hegel dîroka şaristaniyê dişibîne seremoniyeke ‘selexaneyê’52 û bi vî awayî wê mehkûm dike. Saleke wê ya bê şer derbas bibe tine. Jiyana bi zor û zext mîna qanûneke xwezayîbe tê nîşandan. Îstîsmar mîna rêzik û pîvaneke jiyanê tê qebûlkirin. Duristî, pakî û sadetî weke kêmaqilî tê dîtin.
 
'MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST NEHATIYE ANALÎZKIRIN'
 
Ocalan rexneyê li modernîteya kapîtalîst dike û wiha berdewam dike. "Ez dixwazim bigihîjim vê: divê mirov şîroveyekê bike ku têde cih bide rexneyeke dixwaze ji civaka şareza bibihure. Bi rexnekirina modernîteya kapîtalîst bi tenê civaka şareza li dawiyê namîne û nayê bihurandin, ev yek di serî de Marksîst ji hewldanên gelek ekolan eşkere bûye. Di vê de sedema bingehîn ew e ku civaka şareza ya modernîteya kapîtalîst weke xelekekê pêve ye, nehatiye analîzkirin. Fikra dinyayê ya navend-Ewrûpa hema bêjin dijberên xwe yên herî hişk jî bêtesîr kirine. Çawa ku di têkiliya çanda neolîtîk û şaristaniya Ewrûpayê de, di têkiliya civak û dîroka şaristaniyên berê û şaristaniya Ewrûpayê de jî şîrovekirineke were fêhmkirin yek ji wan xusûsan e hewcedariya me pê heye. Mehkûmiyeta min a di bin zexteke dijwar a vê şaristaniyê de, bi amatorî be jî di vî warî de pêşdebirin û xurtkirina şîroveyê hem weke heqekî, hem jî weke wezîfeyekê datîne pêşiya min." 
 
'MIROV DIKARE ŞARISTANÊ BIŞIBÎNE HER CURE CINAVIRÎ' 
 
Rêberê PKK'ê Ocalan şaristanî şiband civavir û wiha berdewam kir: "Şîrovekirina şaristaniyê berê pêşî pirsgirêkeke sosyolojiya pêkhatinê ye. Eger şertê bingehîn ê ku ji bo zanist bibe zanist ew e ku mirov di nav çirava pozîtîvîzmê de neperpite, ji cihêwazkirina obje-sûbje bibuhure û bigihîje ‘zanista manedanê’, hingî herî zêde hewcedariya sosyolojiya pêkhatinê bi vê qadê heye. Wezîfeya bingehîn a sosyolojiya giştî teşxîskirin û dermankirin e, çawa ku bijîşk jî teşxîs û derman dike. Sedemeke bi tenê ya zanînê dikare hebe: jiyana em pirr pêve girêdayîne manedar bike. Manedarkirina jiyanê jî wê derfet û îmkanê bide me ku em karibin pirsgirêkên pêkhatinê fêhm bikin û eger hebin aliyên nedurist ên pêkhatinê, em ê karibin ji nû ve ava bikin. Ji bo zanista manedanê, civaka şaristaniyê lod û gidîşeke pêkhatinê ye ku herî zêde têde zehmetiyê dikişîne. Hebûna vê lod û gidîşa pêkhatinan, yekser û ji nêz ve têkildarî jirêderxistina zanista manedanê û bêmanekirina wê ye. Levîathanek e, mexlûqekî sosret e; çi sîlehên wî hene di dest de, bi ser qurbanê xwe de diçe. Qurbanê wî jî li ber ruh dide. Weke gotina dawî wê yan qurbana wî bi “DEREWÊ” mikur bê, yan jî bi her şêwaz rêbazê “TINE” dike. Mirov vê şaristaniyê, weke helwesteke li cih dikare bişibîne her cure cinawirî. Lê ev jî helwesteke paşvemayî ye. Tew pênaseya me ya zanyariyê hebe, ev ê tenê xeyalên me (xeyalên cinawiran) yên zarokatiyê be, û jê wêdetir ne tiştekî din. Bi hostayî teşxîskirina cinawir têr nake. Ya divê bi lez û bez were kirin, dermankirin e. Eşkere ye, bi tevahî hewldan û ceribandinên ji bo dermankirinê negihiştinê encamê û pûç bûne. 
 
'YA HERÎ XIRAB HER CURE NEXWEŞÎ, ŞEWB TALANKIRIN Û HAWÎRDORÊ YE' 
 
Ocalan di pirtûkê de bal kişand ser talûkeyên li pêşiya civakî û ev hişyarî kirin: "Ez bi hevokekê dikarim rewşa herî dawî rapor bikim; di qonaxa wê ya dawî de lehiya xwînê rabûye, jiyan bi gelek êş, jan û qirkirinê derbas dibin, ya herî xerab birçîbûn û bêkarî, her cure nexweşî û şewb, û talankirin û hilweşandina eko-hawîrdorê (hawîrdora ji bo jiyanê hewcedariya me pê heye). Eger sosyolojiya me ya pêkhatin û azadiyê dixwaze ji loda sergo ya bi hezaran kesên bi navê civaknasiyê kirine, rizgar bibe; divê hêza xwe ya teşxîs û dermankirinê îspat bike. Naxwe weke Adorno gotî, ‘Piştî kampên qirkirinê, bi tevahî xwedayên li ezmanan –qaşo zanyaran- wê gotineke wan a karibin bibêjin tine be.’ Şaristanî ne tenê seremoniyeke ‘selexaneyan’ e, hînê tiştekî zêdetir e; şaristanî qirkirineke dewamî ya azadiyê ye ku ev azadî yekane sedema jiyana mirov e. 
 
Jixwe ji vê qirkirinê ya li dawiyê dimîne gincirê jiyanê ye. Bi teşxîseke hêsantir mirov dikare bibêje, piştî ku jiyana azad ji maneya wê hat kirin a jê dimîne şaristanî ye. Civaka şareza jî ji destpêkê ve bi dekûdolaban, bi derewan, bi zora rêxistinkirî hebûna jiyana herî bi mane bê mane kir û di qonaxa xwe ya dawiyê de bir ber xwekuştinê, gelo ji vê hêza wê pêve ti mane yan jî bêmanetiya wê heye?" 

Sernavên din

19/03/2020
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû
16:36 Ji bo nimêjin bi komî jî biryara navberdayînê hat dayîn
14:59 Rêxistinên sivîl û siyasî: Daxwazên Grûp Yorûmê qebûl bikin
14:52 Komkujiya Halebce nehat jibîrkirin
14:24 Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû
14:01 Baroya Amedê: Komkujiya Helebceyê wekî Jenosîd qebûl bikin
13:58 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
13:44 Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû