STENBOL - Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, diyar kir ku heke di asta pêwîst de ji xebatkarên tenduristiyê re amûr neyên dabînkirin dê xebatkar bibin hilgirin aktîf ên vîrusê û wiha got: "Heke em tenduristiya civakê bixwazin, peşanî bidin tenduristiya xebatkarên tenduristiyê."
Vîrusa koronayê ku li bajarê Wûhan ê Çîne peyda bû, li çar aliyên Cîhanê belav bûye. Li gel vê rewşê jî tedawiya vîrusê nehatiye dîtin û tenê bi armanca pêşîlêgirtin hin tevdîr tên girtin. Li gorî pisporan, li Tirkiyeyê tevdîrên ku tên girtin ne di asta têrker de ne û xebatkarên tenduristiyê ji amûr û bingeha pêwîst bêpar in. Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, diyar kir ku li gelek nexweşxaneyan maske û berçavkên ji bo parastina ji vîrusê kêm in û wiha got: "Maskeyên ku weke M95 û M99 tên binavkirin hene. Ev maske hê li xebatkarên tenduristiyê nehatine belavkirin."
'AGAHDARÎ NAYÊ KIRIN'
Ekmez, destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê di bin rîsqê de ne û ev tişt anî ziman: "Heke ji xebatkarên tenduristiyê re amûrên pêwîst neyên dabînkirin dê xebatkar bibin hilgirin aktîf ên vîrusê. Li dijî vîrusê divê perwerdeyeke pêwîst bê dayîn. Niha jî ji bo pêşwazîkirina nexweşên ku bi teşhîsa vîrusê tên nexweşxaneyan agahdarî nehatiye kirin. Heke hatibe kirin jî agahiya me ji tuneye. Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve agahî hatibe kirin jî ji herêman re nehatiye ragihandin."
'TENDURISTIYA XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ ŞERT E'
Di berdewama axaftina xwe de Ekmez, bi lêv kir ku ji ber bêbingehbûnê li Îtalyayê xebatkarên tenduristiyê di mudaxalekirina nexweşan de zehmetî kişandine û axaftina wiha bi dawî kir: "Divê ku nexweşxane nebin cih hilgirtin û belavkirina vîrusê. Ji bo vê yekê divê xebatkarên tenduristiyê di mijara parastina ji vîrusê de baş bên agahdarkirin. Ji bo tenduristiya civakê tenduristiya xebatkarên tenduristiyê gelek girîng e. Di vê wateyê de heke em tenduristiya civakê dixwazin divê pêşaniyê bidin tenduristiya xebatkarên tenduristiyê."
MA / Naci Kaya