NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê, ragihandin ku pêkanînên “leşkergehê” li girtîgehî kirine dewrê û diyar kirin ku gardiyan “îçtîma” û merşa nijadperest ferzî wan dikin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîha Tîpa E ya Afyonê, bi navbeynkariya malbatên xwe pêkanînên li ser xwe vegotin. Girtiyan diyar kirin ku li girtîgehê her roja diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha gotin: “Rayedarên girtîgehê dibin navê lêgerîna qawîşan de, bi ser qawîşên me de digirin û hejmara li ser piyan ferzî me dikin. Di girtîgehê de pêkanîna ‘leşkergehê’ kirine dewrê. Gardiyan ‘îçtîmayê’ ferzî me dikin û ji me dixwazin ku em merşên nijatperest bixwînin.”
Girtiyan dan zanîn ku êdî ev pêkanîn veguherîne îşkenceyê û ev agahî dan: “Me derbarê van pêkanînan de ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomar (CÎMER), Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê re daxwazname şandin. Lê rêveberiya girtîgehê, agahiya ku wan daxwaznameyên me neşandine dan me. Li ser vê yekê me ji malbatên xwe xwestin ku derbarê mijarê de li saziyên fermî gilî bikin.”
Girtiyên ku banga hestiyariyê li raya giştî kirin, dan zanîn ku ger ev pêkanîn dewam bikin, ewê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.