STENBOL - Parêzer Sanî Kizilkaya ku bitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne, bi bîr xist ku girtîgeh ji bo pergala bergiriyê cihên herî qels in û bi derbasbûna vîrusê ya girtîgehan re dê encamên gelek giran derkevin holê.
Vîrusa koronayê ku hemû Cîhanê kiriye bin bandora xwe, li Tirkiyeyê jî belav dibe. Li gorî daneyên fermî; li Tirkiyeyê bi 191 kesî re vîrusa koronayê hatiye dîtin û 2 kesan jî ji ber jiyana xwe ji dest daye. Ev jî dide sedema dilnerehetî û gumanan. Li aliyekî vîrus belav dibe û li aliyekî jî bergiriyên hikûmet aşkera dike kêm tên dîtin û dibin sedema bertekan. Yek ji cîhên ku fikar jê wan tê kirin Girtîgeh in. Di serî de parastvanên mafên mirovan û hemû beşên civakê daxwaz dikin ku girtî ji bo vîrusê bên berdan. Lê ev daxwaz ji aliyê hikûmetê ve nayê bersivandin û tenê ji bo bergiriyan hevdîtina bi girtiyan re hatiye qedexekirin. Ev yek jî di nav malbatên girtiyan de dibe sedema fikaran.
ZAROK BI DAYIKÊN XWE RE GIRTÎ NE
Li girtîgehan gelek zarok jî bi dayikên xwe re girtî ne. li gorî daneyên sala 2018'an li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 3 hezar û 19 zarok girtî ne. Ji van zarokan 780 jê bi dayikên re xwe re girtî ne. Yek ji van girtiyan Nûrcan Kizilkaya ye. Kizilkaya, bi bitika xwe ya 11 mehî Arîn Hêvî re li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê girtî ye. Kizilkaya, di sala 2010'an de bi angaşta "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû birîn. Lê piştî ku cezayê wê hat erêkirin dîsa hat girtin.
'GIRTÎGEH NE PAQÊJIN'
Hevjînê Kizilkaya Parêzer Sanî Kizilkaya, axivî û fikarên xwe yên ji rewşê parve kir. Kizilkaya qedexeya hevdîtina bi girtiyan re ya ji bo 2 hefteyan şîrove kir û da zanîn ku ji ber qutkirina têkiliyê ya bi girtiyan re bi guman e û wiha got: "Beyî ku ferq bikin navberê divê girtiyên siyasî û edlî bên berdan. Di şertên îro de girtîgeh ne paqij in. Xwedîbûn bi pirsgirêk e. Ji ber van sedeman pergala bergiriyê li girtîgeh qels e. Di şewbeke asayî de jî hemû girtî ji hev nexweşiyê digirin. Li revîran bijîjkek tenê heye. Heke rewş ev be dê ji bo vîrusa koronayê çi bergirî bên girtin. Bi kurtasî herkesê ku li girtîgehê ye jiyana wî di bin rîskeke mezin de ye."
JI REWŞA TENDURISTIYÊ BI GUMAN E
Kizilkaya, têkildarî rewşa hevjîn û bitika xwe jî ev jî tişt anî ziman: "Agahî negirtin ji hevjîn û bitika xwe, min dike nav gumanan. Ez ji tenduristiya hevjîn û bitika xwe bi guman im. Hemû bangên ku ji bo girtîgehan tên kirin ne di xema hikûmetê de ne. Di serî de girtiyên nexweş û temen mezin divê hemû girtî bên berdan."
ÎHD: DIVÊ DERIYÊN GIRTÎGEHAN BÊN VEKIRIN
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîve Oran jî berdan girtiyan xwest û ev tişt got: "Qedexeya hevdîtina bi girtiyan re bi pirsgirêk e. Di vê rewşê de nayê zanîn ku li girtîgehan çi diqewime. Mirov nikare xwe bigihîne tu agahiyê. Em bi guman in ku vîrus xwe bigihîne girtîgehan û bibe sedema encamên gelek giran. Ez nafikrim ku bersiva bergiriyên li girtîgehan bên girtin hebin. Divê hemû girtîgeh bên valakirin û girtî bên berdan.
FÎSA: DIVÊ BERGIRIYÊN LEZGÎN BÊN GIRTIN
Endamê Navenda Mafê Zarokan ê Komeleya Atolyeya Huner û Nêrînê (FÎSA) Alper Yalçin jî da zanîn ku divê rojek zûtir berdan girtiyan pêk bê û bi awayekî lezgîn ji bo parastina zarokên girtî ji vîrusê bergirî bên girtin.