ENQERE – Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê û Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, bal kişand ser peyama Ocalan a “Hûn gavên çareseriyê bavêjin, dê her tişt bê çareserkirin. Ev gava çareseriyê bi rêxistinbûna aştiyê pêkan e" û wiha got: "Banga Ocalan banga sereferberiya demokratîk e."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye di tecrîdê de tê girtin. Ocalan piştî navbera 8 mehan herî dawî di 2'ê Adarê de bi malbatê re hevdîtin kir. Zêdeyî 8 mehin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ocalan di hevdîtina 2'êAdarê ya bi Mehmet Ocalan re got “Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Hûn gavên çareseriyê bavêjin dê her tişt çareser bibe." Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê û Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, têkildarî peyama Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Yureklî, anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû girtîgeh bûne cihê îşkence û zilmê û wiha got: "Lê mirov nikare girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din muxayese bike. Ji ber ku şertên girtîgeha Îmraliyê pir giran û dijwar in. Girtîgeha Îmraliyê ne girtîgehek ji rêzê ye. Wezîrê Karên Hundir aşkere kir ku li Girava Îmraliyê şewat derketiye û mudaxale kirine. Lê piştre di ajansan de derket ku maşineyên agirkujê negihiştine qada şewatê. Piştre Serdozgeriyê Komarê û Waliyê Bûrsayê aşkere kir ku şewata agir hatiye vemirandin. Di rastiyê de agahiyek qirêj li holê heye. Di parvekirina vê agahiyê de pirsgirêkên cîddî hebûn. Girava Îmraliyê ne cihekî ji rêzê ye. 21 salin paşerojek wê ya taybet heye. Girava Îmraliyê di sala 1999'an de bi taybet ji bo Birêz Ocalan hatiye amadekirin. Wekî qada eskerî hatiye qedexekirin û bi pergala taybet tê rêvebirin. Ji ziyaretan û şûnwariyê re hatiye girtin. Geşedanek li vir pêş bikeve muxatabê wê Birêz Ocalan e. Ji ber wê çi gav bên avêtin muxatabê wê Ocalan e. Gavên li wir tên avêtin ne tesadufî ye. Her tişt di kontrola wan de tê kirin. Piştî bûyerê bertek û nerazîbûna gelê Kurd û cemaweriya demokratîk pêş ket. Ne bûyerek ji rêzê mirov nêzîk bibe. Îro tu têkiliya me bi Îmraliyê re pêk nayê. Em agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê. Mafê telefonê tên sînorkirin. Mafê nivîsandinê tên sînorkirin. Di rewşê wisa de em neçar dimînin ku tiştên xerab bifikirin û tiştên xerab bên aqilê me. Ya din jî di demên berê de jî bûyerên xerab pêk hatin. Mudaxaleyên fîzîkî kirin. Hewldana jahrîkirinê, porjêkirinê hebû. Hat diyar kirin ku piştî Hewldana 15'ê Tîrmehê Ocalan îqtîdarê xwest Ocalan birevînin. Hat diyar kirin ku Ocalan bi helikopterê revandine. Ev agahiyên tên parvekirin ne tesadufî ye. Di hundirê van de gef û peyam heye. Dixwazin bi vê yekê helwest û hasasiyeta Kurdan bipîvin. Lê gelê Kurd berê jî û niha jî girêdana xwe ya bi Ocalan re diyar dike. Helwesta xwe aşkere kiriye."
Yureklî, anî ziman ku Îmrali, li aliyekî laboratuvara îşkence, tundî, zextan û li dijî vê yekê sekna berxwedanê ye û wiha got: "Li Îmraliyê çi pêş dikeve, piştre li girtîgehên din jî pêş dikeve. Li wir zextên pir zêde hene. Lê li wir berxwedanek pir mezin ji heye. Erka me ewe ku em têkoşîna hiqûqê bimeşînin. Lê dema mesele dibe Îmralî, tenê kêkoşîna hiqûqê têr nake. Li aliyê wê çareseriya polîtîk û civakî jî pêwist e. Ji ber vê yekê tecrîd hemû beşên siyasî û civakî yê Tirkiyeyê eleqeder dike. Dema HDP ji bo tecrîd bi dawî bibe têdikoşe, di heman demê de li aliyê din hêzên siyasî yên li ser tercîdkirinê xwe didin jiyandin jî û siyasetê dimeşinîn jî hene. Ji ber vê yekê Îmrali, ji aliyekî ve laboratuvara zext û tundiyê ye. Li Îmraliyê çi pêş dikeve pêve girêdayî li derve jî heman tişt pêş dikevin. Ji ber vê yekê Îmraliyê pergalek rêveberiyê ye. Tenê bi têkoşîna heq û hiqûqê ve ne girêdayî ye."
'3.5 MILYON KURD GOT OCALAN VÎNA MIN A SIYASÎ YE'
Yureklî, anî ziman ku kurdan 10 milyon îmzeyên ku azadiya Ocalan dixwaze dan Konseya Ewropa û wiha got: "Li aliyê din li gel şertên tundî deqkirin, binçavkirin û girtinanê dîsa li Tirkiyeyê 3,5 milyon mirovan got “Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye." Brêz Ocalan xwedî rastiyek wisa ye. Bi banga Ocalan bi milyonan Kurd daketin qadên Newrozê. Mirov banga Birêz Ocalan wekî seferberiya demokrasiyê qebûl dike. Îmralî ne tenê rewşa heq û hiqûqê ye. Di heman demê de rewşa polîtîk û civakî nîşan dide. Di 40 salên dawî de li Rojhilata Navîn gelek tişt hatin guhertin. Rêveberiyên dewletan hatin guhertin. Lê tişta nehat guhertin têkoşîna Birêz Ocalan e. Her sal bêtir ji bo jiyana civakê gavên alternatif ên jiyanê pêş xist. Têkoşîna Brêz Ocalan li Îmraliyê bêtir pêş ket. 21 salin bi tecrîda li Îmraliyê dixwazin vîna Birêz Ocalan bişkînin. Ji bo demek dirêj îmhakirina maddî û manevî armanc dikin. Pergala Îmraliyê armanc dike ku mirovan ker, kor bike. Lê li gel vê yekê Brêz Ocalan berxwedanek pir mezin nîşan dide. Bi lêhûrbûnek mezin bersîv dide. Bi vê yekê Birêz Ocalan 21 salin armanca tecrîdê pûç kiriye."
'TECRÎD NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURD E'
Yureklî, anî ziman ku Birêz Ocalan herî dawî ji Mehmet Ocalan re got: "Gel bedelên mezin dan. Ez 50 salin têdikoşim. Me sozek da vî gelî. Em ê vê soza xwe pêk bînin." Brêz Ocalan dema anîn Îmraliyê neket grevea birçîbûnê û serî li çalakiyên din neda. Li gorî rastiya gel tev geriya û komplo pûç kir. Siyaseta bijî û bide jiyandin a jiyanê pêş xist. Pergalê bi vê tecrîdê civak kir armanc. Xwset Ocalan bide ji bîr kirin. Lê tecrîd tê wateya şer. Cihê şer lê hebe aştî û demokrasî tune. Ji ber vê yekê tecrîd ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd e. Pirsgirêka hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Dema em pergala Îmraliyê ji aliyê hiqûqê ve bigirin dest em dikarin Îmrali û Guantanamo wekî kûna reş bigirin dest. Pergala Îşkenceyê ye û her tiştî dadiqurtîne. Dixwazin kesan daqurtînin û bidin ji bîr kirin. Di sala 1999'an de rêxistinkirina NATO Gladyo, Yekîtiya Ewropa, û DYA bi hevkariyê bi awayekî korsanî Birêz Ocalan revandin û pergala Îmraliyê ava kirin. Pergala Îmraliyê li dijî hiqûqe bi awayekî korsan ava kirin. Hemû hiqûqa Tirkiye li gorî hiqûqa Birêz Ocalan û Îmraliyê tê teşekirin. Ger ku hûn li dijî pêkanînên taybet ên hiqûqê daxwazên demokratîk û aştiyê pêş nexin, ev pergal dê xwe zêde bike û pergala zextan pêş bixe.
'OCALAN BANG LI KURDAN, HÊZÊN DEMOKRATÎK Û AQILÊ DEWLETÊ DIKE'
Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî, bal kişand ser pêşniyarên Ocalan ên pîyê sêyemîn û çareseriyê jî û wiha axivî: "Xeta sêyemîn, rêyek îdîaya stratejîk û politik e. Birêz Ocalan di vê meseleyê de çareserî daniye holê. Xeta sêymîn û pîyê sêyemîn girêdayî hev in. Brêz Ocalan di hevdîtina dawî de anî ziman. Hem bang li Kurdan, hem bang li hêzên demokratîk û hem jî bang li aqilê dewletê dike. Rejîma Komarê hatiye ser duriyanê. Wekî Birêz Ocalan anî ziman; An Kurd dê li ser esasê aştiya demokratîk û bi rûmet çareseriyê pêş bixin, an jî dê mekanîka darbeyê têkeve tevgerê û şer pêş bixe. Ev jî pirsgirêka pêşrojê ye. Birêz Ocalan anî ziman ku niha mase li ser du pîyan hatiye avakirin û xwest Kurd bibin pîyê sêyemîn. Niha pêdivî bi pîyê sêyemîn heye. Ji kurdan de dibêje “Ger hûn dixwazin hebûna xwe ava bikin divê hûn bibin pîyê sêyemîn. Diyar dike ku ev yek bi hêza Kurdan û hêza demokratîk pêkan e. Ev yek bi aştiya bi rûmet û demokratîk çareser dibe. Dema Ocalan ji Kurdan û hêza demokratîk dixwaze ku bi hêz bin, dixwazin bibin pîyê sêyemîn û rêya sêyemîn. Ev yek bi xeta sêyemîn ku bi HDP’ê bi ruh dibe pêkan e. Aştî bi hêza demokratîk a civakê û daxwazên demokrat ên radîkal dê pêk bê. Dê bi rêxistinbûna wan pêk bê. Yên xeta sêyemîn diparêzin divê divê îddîaya aştî û demokratîkbûnê bi rêxistin bikin û pêş bixin."
'PIRSGIRÊKA KURD ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E'
Yureklî, anî ziman ku pirsgirêka Kurd bingeh û çavkaniya hemû pirsgirêkan ê welat e û wiha got: "Ji bo li vî welatî çareserî û hêza çareseriyê pêş bikeve divê Birêz Ocalan muhatab bê girtin. Şer û aştî, tecrîd û çareseri girêdayî hev in. Her çend Birêz Ocalan balê dikişîne ser aqilê dewletê jî divê neyê ji bîr kirin ku dê aştî ji aliyê hêzên aştî û demokrasiyê ve bê avakirin. Aştî bi hêza civakî û daxwazên demokratîk ên radîkal pêkan e. Brêz Ocalan berê jî ev yek anîbû ziman. Birêiz Ocalan, berê jî gotibû ev yek bi rêxistina milyonan û daxwazên aştiyê pêkan e. Ev yek bi seferberiya rêxistina aştî û demokrasiyê pêkan e."
Prz. Yureklî herî dawî bal kişand ser pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: "Gelek nerînên Ocalan ên der barê Sûriye û Rojhilata Navin de hene. Herî dawî çareseriya demokartîk a Destûra Bingehîn ku hêzên herêmî jî têde cih digirin bê sazkirin. Birêz Ocalan anîbû ziman ku bingeha Destûra Bingehîn a Demokratik neyê avakirin li Sûriyeyê çareserî pêş nakeve.
MA / Berivan Altan