KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike

img

AMED - Koordîsyona Qrîzê ya Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî şewba li Tirkiyeyê belav dibe daxuyanî da û got: "Pergal dixwaze li şûna civaka ku dikare di nava aşitî û azadiyê de bijî civaka şer a hiyerarşîk û xweparêz ava bike." 

Koordîsyona Qrîzê ya Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî şewba li Tirkiyeyê belav dibe daxuyanî da. Koordînasyona Qrîzê ya KCD'ê, anî ziman ku Pergala Kapîtalîst a cîhanê gefa xwe ya li ser xweza, civak û kesayetan didomîne û wiha got: "Ev gef di serî de bi amûrên hilberîna heyî, endustriyên şer û çekan û bi modela Netewe dewletê pêk tê. Pergal dixwaze li şûna civaka ku dikare di nava aşitî û azadiyê de bijî civaka şer a hiyerarşîk û xweparêz ava bike."
 
Koordînasyonê da zanîn ku ligel ku pergal dixwaze xwe bi krîzên wekî karasetên xwezayî, zad, av, birçîbûn, xizanî, koçberkirin û penaberiyê bide jiyan jî êdî xwiyaye ku ev ne pêkan e û wiha berdewam kir: "
Ji ber avakirina nakokiyên pergalê tevahî cîhan bi bapêşa 'Koronavirusê ku bi awayekî zanisti hatiye îspatkirin re rû bi rû ye. Li hemberî vê gefê têkoşîna zanistî û dermankirina wê hêj nihatiye dîtin. Him Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û him jî Saziyên Herêmî yên Tenduristiyê diyar dikin ku ev karaset hêj nehatiye kontrolkirin û bipêşbinî ne ku vîrûs hêj bêhtir belav bibe. 
Ji ber bi awayekî zanistî têkoşîna li hemberî vê bapêşê nehatiye dîtin, nêzîkatiya ne cîddî, û ji ber agahdarkirina rast û di demê de nayê kirin me dixe binê berpirsiyariyê." 
 
'DISTÛRA YEKEM MAYÎNA LI MALÊ YE' 
 
KCD'ê bang li hemû beşên civakê kir û wiha got: "Ziman, bawerî, nêrîna îdeolojîk û polîtîk çi dibe bila bibe ji bo ewlehiya bê girtin û em dê bikaribin ji bo gelê xwe çi bikin biaxivin, wekî hemû krîzan di vê krîzê de jî wekî erkek mirovî li pêş me ye. Ji ber vîrusa korona yê gefê li civaka me dixwe, di encama hevdîtinên bi partiyên me yên siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl pêk hat de wekî vîna hevpar me biryara 'Hewariya Sor' girt. Ji bo rêvebirina vê krîzê me bi hev re biryar girt ku di pêşengiya KCD'ê de 'Maseya krîzê' bê avakirin.
Ji ber vê sedemê û hessasiyeta me ya tenduristiya civakê wekî gavê pratîk ê yekemîn, Newroza ku di nava hemû şert û mercan de dihate pîroz kirin me betal kir. Ji xeynî vê li hemberî rîska ku dê derketiye holê, bi awayekî vekirî xwiyaye ku divê gelê me bi lezgînî ewlehiya xwe bigire. Di vê watê de ji bo ku em bikaribin bêjin 'Cîhana ku pêdiviya civakê pê heye mimkune' em dixwazin bangên xwe bi civakê re parve bikin.
 
JI MALÊ DERNEKEVIN
 
 
Banga me ji gelê me re!
 Distûra Parastinê ya yekemîn "Mayina li Malê ye".  Ewlehiya herî bi tendurist, aborî û sade ev e. Ji ber vê yekî ji xeynî rewşên lezgîn em bang li gelê xwe dikin ku ji malên xwe dernekevin. Ji bo pêwendiya civakê neyê windakirin, têkiliyên bi dê, bav, xwişk, bira û xizmên xwe re pêk tê divê bi awayekî derbasdar bê guhertin. Em dixwazin hûn bizanibin ku dema em vê daxwazê ji gelê xwe yê ji dîrokê ve mêvanperwer û germ re dikin em gelek zorê dikêşin. 
Mirovên me yên ku ji bêçaretî derdikevin derve divê mesafeya xwe ya civakî biparêzin." 
 
'METROYEKÊ DÛR BISEKININ'
 
Koordînasyonê hişyarî kir û wiha lê zêde kir: "Divê kedkarên tenduristiyê, karker, esnaf û kesên pêdiviyên xwe yên rojane pêk tînin divê bi kesên ku hevdîtinê pêk tîne re teqez herî kêm metroyekê mesafê bixe nava xwe. 
'Şuştina destan a bi sabûnê'  jiyanî ye. Mirovên me yên li hundir malê û li derve divê daîma destên xwe bişon. Ji ber vê sedemê şûştina destan ewlehiya sereke ye. 
Agahdarkirina gelê me divê ne li gorî agahiyên çewt, divê ji çavkaniyên bi tendurist pêk bê. Di vê warê de maseya me ya krîzê di demên pêwist de dê bi daxuyaniyan civakê agahdar bike.
 Gelê me yê ku gelek caran ceribandina 'Piştevaniyê' jiyaye, divê li apartman û taxên xwe bêyî li nasnameya wan a bawerî, ziman û  siyasî binêre di nava piştevaniyê de be. 
Ji ber gûmana wekî tedbîrên sereke; “Biryara girtina Karantînayê” ya bajaran bê dayîn divê gel ê me bi awayekî maqûl û bi pîvan tedbîrên xwe yên zadê pêk bîne. Ev tedbîr divê bêyî ku mirovan bixe nava panîkê bi awayekî hestiyarî pêk bê. Ji bo gelê me yê xizan ji niha de hin amadekariyên maseya krîzê hene û divê gelê me vê yekî bizanibe."
 
KOMA BI RÎSK KAL Û PÎR IN'
 
 
KCD'ê bal kişand ser rewşa kal û pîran û got: "Koma herî bi rîsk 'Kal û Pîr in' Kalepîrên me bîra me tevane. Ligel ku li cîhanê ev kom tê wêdekirin jî cihê wan di nava civaka Kurd de cihê herî bi rêz e. Ji bo xwediderketin, parastin û pêdiviyên wan ên rojane bicih bên em dixwazin têkiliya bi wan re daîma bidome.
 Wekî tê zanîn, bajar mekanên mîkrobên serdema hemdem in. Ger ku derfetê gelê me yê vegera gundan hebe bêyî ku jiyana gundan bixe nava metirsiyê em pêşniyar dikin ku li gundên xwe bicih bibin. 
Banga me ji Hikûmetê re!
 Em di wê zanebûnê de ne ku di vê serdema tevahî mirovahî pirsgirêka tenduristî dijî de divê mirov herî zêde berê xwe bide tenduristiya mirovan û ji kaprîsên siyasî dûrbikeve. Beriya her tiştî em desthilatdariyê dawetî tevgera zanistî, zelalbûn û pratîka civakî dikin.
 Di vê pêvajoyê de, em dê polîtîkayên ku tenduristiya civakê bixe talûkeyê bi zimanekî avaker û rast rexne bikin. Ji bo hêsankirina tedbîran em dê dem bi dem pêşniyarên xwe bikin. Divê desthilatdar ji bo tenduristiya civakê pêşniyarên hemû dorhêlan li ber çavan bigire.
 Li girtîgehan bi hezaran zarok, jin kalepîr û mirovên nekarin pêdiviyên xwe bicih bînin hene. Tehliyekirina van kesan dê gava herî bi tendurist a yekemîn be. Em bang li desthilatdariyê dikin ku hêj bêhtir rîskê mezin neke û wekî li gelek welatan pêk tê, girtiyên nexweş, kalepîr û girtiyên ducanî tehliye bike.
 
'DIVÊ CIVAK RAST BÊ AGAHDARKIRIN' 
 
Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku heta bapêşa koronayê bikeve binê kontrolê av, ceryan, xizmetên tenduristiyê û amûrên paqijiyê bêyî pere li civakê bê belavkirin.
Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku deynê hezaran esnaf û mirovên me yên banqayan di vê pêvajoyê de taloq bike. 
Ji bo nexweşxaneyên taybet xizmetê bidin tevahî raya giştî em bang dikin ku bêyî dem bê windakirin sereraskirinên pêwist bên kirin.
 Em daxwaz dikin ku divê serdemê de civak rast bê agahdarkirin û gûmanên heyî bên derbaskirin.
Bi avakirina vê maseya krîzê me berpirsiyarî girtiye ser milê xwe. Em radigihînin ku divê serdemê de em dê bi hemû saziyan re di nava pêwendiyê de bin û em diyar dikin ku em ji xebatên hevpar re jî vekirî ne. Li ser navê gel û civakê ji bo cîhanek bi tendurist em ji tevahî gelê xwe re radigihînin ku em kirdeyê vê xebatê ne. 
Ji xeynî vê maseya krîzê, li bajar û navçeyên me, dê partiyên siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl û Şaredariyên me maseyên krîzê bi awayekî lezgîn ava bikin. Her wiha dê li gund û taxan tora piştevaniyê bê avakirin.
 Rêveberiyên me yên Herêmî û maseyên me yên krîzê ji bo pêdiviyên civakê bi awayekî maqûl bicîh bîne dê xebatên xwe bidomîne û amade be. 
Li ser medya civakî dê hin xebat bên kirin. 
Derbarê xebatên me de dem bi dem dê daxuyanî bên dayîn.
 Em naxwazin ne kalepîr û ne jî ciwanên xwe bikin qûrbanê vê bapêşê. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bangên tên kirin guhdar bikin û bînin cîh. Em bang li Hikûmetê dikin ku gavên pêwist demek ji ya din zûtir bavêje. 
 
BANGA RÊXISTINÊN SAZIYÊN SIVÎL 
 
Em bang li hemû Dorhêlên Demokratîk û Rêxistinên Saziyên Sivîl dikin û dixwazin di vê pêvajoyê de rol û rista xwe bilîzin.
 Em bawerin ku piştevanî, zanistî û hesasiyet dê me ne tenê ji vîrusa koronayê ji gelek talûkeyan biparêze. Heta ku vîrusa koronayê bê kontrolkirin dê dilê me bi gelên hemû cîhanê re bavêje! Dê piştevanî, axavtin, deng û mejiyê me vê talûkeyê rawestî ne! 
Di rewşên lezgîn de hûn dikarin bi rêya telefon û whatsapê xwe bigihînin vê nimreyê: 
0552 48618 20
 ya 
Maseya Krîzê.
KCD
DBP
HDP
MED-TUHAD FED
MEBYA-DER
TJA
PARTIYÊN  TIFAQA KURDISTAN 
HÊZÊN KEDÊ (KESK-DİSK-TMMOB)
RÊVEBERIYA HERÊMÎ YA  DEMOKRATÎK YA HDP'Ê 
YAD-DER
 
 

Sernavên din

19/03/2020
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû
16:36 Ji bo nimêjin bi komî jî biryara navberdayînê hat dayîn
14:59 Rêxistinên sivîl û siyasî: Daxwazên Grûp Yorûmê qebûl bikin
14:52 Komkujiya Halebce nehat jibîrkirin
14:24 Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû
14:01 Baroya Amedê: Komkujiya Helebceyê wekî Jenosîd qebûl bikin
13:58 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
13:44 Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû