EDENE - Nûçegîhanê DÎHA'yê Volkan Eryîgît ku di sal 2004'an de dema xebatên hilbijartin dişopandin, di encama qezayeke trafîqê de bi nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê hasan Îşler re jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di sala 2004'an de dema ku xebatên hilbijartinên herêmî dişopandin, nûçegîhanê DÎHA'yê ku bi KHK'ê hatibû girtin Volkan Eryîgît û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê, di encama qezayeke trafîqê de jiyana xwe ji dest dabûn. Eryîgît, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hat bibîranîn. Malbata Eryîgît, xebatkarên çapameniya azad, endamên HDP û AYKAY-DER'ê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûrad Karakaş axivî û diyar kir ku zextên li ser çapameniya azad hêjî berdewam dikin. Karakaş, destnîşan kir ku pênûsên Apê Mûsa û Eryîgitan li erdê nehiştine û wê nehêlin û heta dawiyê di rêya wan bimeşin.
Bavê Eryîgît Aydin Eryîgît jî spasiya hemû beşbarên bîranînê kir û diyar kir kurê wî ne tenê rojnameger bûye di heman demê de parastvanê mafê mirovan bûye.