NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 150’an. Li gelek welatan, mirov jiyana xwe ji dest didin û hin welatan jî deriyên sînorên xwe girtin.
Li tevahiya cîhanê hemara kesên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 150’an. Vîrûs li 150 welatan belav bûye û hejmara kesên bi vîrûsê ketin 224 hezarî derbas kir. Li bergiriyên li dijî vîrûsê hatine girtin, her roja diçe yên nû zêde dibin.
Pêşketinên di nava 24 saetan de rû dan wihane:
ÎRAN: 149 KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Îranê, ji ber vîrûsê 149 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên mirin bi vî awayî derket hezar û 284’ an. Wîzîrê Tenduristiyê yê Îranê, parve kir ku hejmara kesên bi vîrûsê ketin 18 hezar û 407’e.
ÎTALYA: KESÊN BI VÎRÛSÊ KETIN DERKET 36 HEZARÎ
Piştî Çînê, herî zêde li Îtalyayê vîrûs bi bandor bû. Li Îtalyayê di nava 24 saetan 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya welat hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 678’an. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 36 hezarî.
ELMANYA
Li Elmanyayê heya niha 31 kesî jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 2 hezar û 801’an. Li tevahiya welat, 10 hezar û 999’an kes bi vîrûsê ketin.
Herî dawî testa vîrûsê ya endamê Partiya Yeşîller Cem Ozdemîr pozîtîf derketibû.
KKTC: HATINA BIYANIYAN QEDEXE KIR
Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC), hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe. Deriyên sînor li welatên biyanî hatin girtin.
RÛSYA: MIRINA YEKEMÎN
Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 147’an. Li welat mirina yekemîn rû da.
MEKSÎKA: 41 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Meksîkayê kesên bi vîrûsê ketin gehişt 118’an û heya niha kesekê jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Tenduristiyê, diyar kir ku nexweşê jiyana xwe ji dest da 41 saliye.
DYA: HEJMARA KESÊN MIRIN GEHIŞT 155’AN
Li DYA’yê hejmar a kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan gehişt 155’an û 9 hezar û 464 kes bi vîrûsê ketin. Serokê Şaredariya New Yorkê Bîll de Blosîo ku herî zêde vîrûs lê bi bandor bûye, diyar kir ku ew bi rewşek pir tirsnak re rû bi rû ne û banga alîkariyê kir.
FÎJÎ: KESEK BI VÎRÛSÊ KET
Li yek ji welatên Pasîfîk a Başûr Fîjî jî kesek bi vîrûsê ket.
BRITANYA: DIBISTAN HATIN GIRTIN
Li Britanyayê jî, ji ber vîrûsê dibistan hatin girtin û ezmûn hatin betalkirin.
AVÛSTRALYA Û ZELANDAYA NÛ: SÎNORÊN XWE GIRTIN
Avûstralya û Zelandaya Nû, ji ber şewba vîrûsê deriyên sînorên xwe girtin.
ÇÎN: HEJMARA BÛYERÊ TUNETE
Li Çînê ku yekemîn car vîrûsê lê rû da, îro cara yekemîn vîrûsa korona nehat tespîtkirin. Komîsyona Tenduristiyê ya li Pekînê daxuyanî da, diyar kir ku ji duh de, vîrûs li tu welatiyan belav nebûye. Li Çînê 80 hezar û 928 kes bi vîrûsê ketine û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 245 kesan.