MÊRDÎN - Li Qoserê ji ber barîna zêde, rê hemû bûn herî. Esnafan, diyar kirin ku ji ber reyên xerab wesayîtên xwe ji temîrê dernaxin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, 3 rojin li ser hev baran dibare. Ji ber barana zêde, rêyên naçeyên hemû bûn herî. Ji ber vê welatî mexdûre bûne. Ajokarên wesayîtan ji ber kortikên di rêyan de, nikarên wesayîtên xwe bajon. Welatiyan diyar kirin ku ji ber kortikên di rêyan de ew her mehê carekê wesayîtên xwe dibin temîrê û xwestin demildest xebatên bi dawîkirina rêyan temam bibin.
‘ÇARESERIYÊ NABÎNIN’
Dikandarê Qoserê Bûran Ergul, bertek nîşan da û got: “Vaye hûn halê me dibînin. Kes guh nade me. Ne şaredarî û ne jî kesek din guh didin me. Ma kes van rêyan nabîne. Dema ku wesayît di vi re derbas dibin hemû herî dikeve dikana min. Em bi xwe jî nikarin tiştekê bikin. Em dibêjin, lê kesek çareseriyê nabîne. Ji bo ku ava baranê bê derxistin, şaredarî tu tiştî nake.”
Nanpêj Abdusselam Çagirdan jî, diyar kir ku her tim neçar dimîne ku bi 500 TL’an temîra wesayîta xwe bike û got: “Motor û wesayît tiştek namîne. Hûn rewşa rê dibînin. Vaye hûn rewşa Qoserê dibînin.”