NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa korona hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir. Hejmara miriyên li Îtalyayê Çînê derbas kir. Ji bo vîrûsê bergiriyên nû tên girtin.
Di 20’ê Adarê de li tevahiya cîhanê, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) 10 hezar û 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin 246 hezar û 79 derbas kir.
ÇÎN: HEJMARA KESÊN BI VÎRÛSÊ KETINE KÊM DIBE
Li Çînê ku yekemîn car vîrûs li vê derê derket holê, 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê hejmare kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 hezar û 248 kesan. Li tevahiya welat, vîrûs di 39 kesan de hat tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 80 hezar û 967’an. Di rojên dawî de hejmara kesên bi vîrûsê ketin kêm dibe.
ÎTALYA: MIRIN HEYÎ ÇÎNÊ DERBAS KIR
Piştî Çînê herî zêde mirovan li Îtalyayê jiyana xwe ji dest dann. Li Îtalyayê her roj mirov jiyana xwe ji dest didin û ev mirin zêdetir dibin. Kesên li welat jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 405 kesan derbas kir. Bi vî awayî mirinên li Îtalyayê, Çînê derbas kirin. Li Îtalyayê, 41 hezar û 35 kes bi vîrûsê ketin.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ: QEDEXE HAT ÎLANKIRIN
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, heye niha vîrûs nehatiye tespîtkirin, lê rêveberiya xweser ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina kolanan îlan kir. Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir roja 21’ê Adarê wê hemû geştên di navbera bajaran de bên rawestandin û da zanîn hemû loqente, sûk, park, kargehên taybet, salonên dawetê û konên şînê qedexe dikin.
TIRKIYE: HEJMARA MIRINA DERKET 4’AN
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca duh têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da bû û diyar kiribû ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa korona ketin gihişt 359'an û hêjmara kesên mirin gihişt 4'an.
DYA
Li DYA’yê jî, 217 kes mirin. 14 hezar û 366 kes bi vîrûsê ketin. Serokê DYA’yê Doland Trûmp, paketa alîkariya lezgîn a vîrûsa koronayê îmze kir. Li gorî vê dê testa bê pere bê kirin.
AVÛSTRALYA: DI RÊWIYAN DE TEST POZÎTÎF DERKETIN
Li Avûstralyayê, di kêştiyeke bi navê Rûby Prîncess a li bajarê Sydney de, testa 3 rêwiyan pozîtîf derket. 2700 kesên di kêştiyê de bûn ketin nava guman û fikaran.
ÎSRAÎL: BALYOZXANEYÊN XWE GIRTIN
Li Îsraîlê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 677’an. Îsraîlê, balyozxaneyên xwe yên li Elmanya, Îspanya, Yûnanîstan, Hollanda û Rêveberiya Rûm a Qibrisa Başûr girtin.
KAMBOÇYA
Kamboçyayê jî, ji ber vîrûsê bi awayekê demkî sînorê xwe li Vîetnamê girt.
ÎNGÎLTERE
Li Îngîlterê jî, hemû pêşbirkên lîg ên topê heya meha Gulanê hatin taloqkirin.
YÛNANÎSTAN: HATIN Û ÇÛYÎN HAT SÎNORDARKIRIN
Li Yûnanîstanê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 464 kes bi vîrûsê ketin. Hatin û çûyînên metro û tramvayê ji 20’ê Adarê ve hatin sînordarkirin.