AMED – Ji ber vîrusa coronayê li Amedê welatiyan Newrozê li şaneşîn, pace, li ser baniyên xaniyên xwe, li kuçe û kolanan pîroz kirin.
Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newroza îsal ên girseyî hatibûn betalkirin. Li ser vê yeke KCD, DBP, TJA, HDP û HDK’ê ragihandibûn ku êvara Newrozê ango 20’ê Adarê her kes li şaneşîn, pace, li ser baniyên xaniyên xwe, li kolan û kuçeyên xwe Newrozê pîroz bike. Pîrozbahiya vê Newroza takekesî di saet 20.20’an de dest pê kir. Li seranserî navenda Amedê jî dema saet bû 20.20 fişekên hewayî li kuçe û kolanan hatin teqandin, welatiyan lambeyên malên xwe vemirandin û pêxistin, ajokaran li kornayên erebeyan xistin û hin welatî ji li şaneşîn û paceyên malên xwe find vêxistin. Hin welatî ji li derve agir vêxistin û li derdorê govend gerandin.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên welatiyan de dîmenên rengîn derketin holê. Fişekên hewayî ku hatin teqandin asîmanên Amedê ronî û rengîn kirin.
Li aliyê din li gund û navçeyan jî welatiyan agirê Newroz vêxist û pîroz kirin.