* Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku bandora vîrusa coronayê ya li ser piyaseyên kûrewî "krîzeke pergalî ye" û got, vîrus pergala kapîtalîzmê dide ber lêpirsînê.
* Metirsiya ku vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiyê belav bibe zêde dibe. Malbatên girtiyên nexweş ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê bang li rayedaran kirin û xwestin di destpêkê de girtiyen nexweş û hemû girtî tavilê werin berdan.
* 3 polîsan li Parêzer Nevzat Ercan û muwekîlê wî dabûn. Lêpirsîna hatibû destpêkirin, bi neşopandinê bi dawî bû. Ercan, îtiraz kir û got, dozgerî polîsan diparêze.
* Esnaf Murat Saît Yaşar li taxa Şerefiye ya Wanê li kargeriya xwe ya biçûk ji ava gola Wanê sabûnê çêdike û dişîne herêma Kurdistana Federe, Belçîka, Almanya û Fransayê.
* Li Stenbolê bi hezaran karker û kedkarên li cafe û kratxaneyan kar dikirin û ji ber vîrûsa corona kargerî hatin girtin û betal man.
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 782’an de çalakiya xwe ji ber vîrûsa corona dê li ser hesabê medya civakî bi zindî parve bike. (12.00)
* Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, dê li navenda Giştî têkildarî Newrozê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 2017'an de hat qetilkirin, li cihê lê hatiye qetilkirin bibîr bîne. (11.00)