ENQERE - Wezareta Karên Hundir têkildarî vîrûsa corona ji 81 bajaran de giştînameyek şand. Wezaretê di giştînameyê de diyar kir ku dê berber, kuafor û salonên xweşikbûnê bên girtin.
Wezareta Karên Hundir ji ber vîrûsa corona (Kovid-19) giştînameyek bi sernavê "tedbîrên vîrûsa corona" ji 81 bajaran re şand. Wezaretê diyar kir ku dê heta fermana duyemîn salonên berber, kuafor xweşikbûnê îro saet ji 18:00'an û şûnde bên girtin û heta fermana wan a duyemîn dê neyên vekirin.
Biryar dê ji saet 18.00'an ê 21'ê Adara 2020 dest pê bike.