STENBOL - Rêveberên HDP'ê yên Navçeya Sultangazî ya Stenbolê li dijî vîrûsa corona li welatiyan lepik û maske belav kirin.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Sultangazî ya Stenbolê, le taxa Yunus Emre li dijî vîrûsa corona (Kovid-19), lepik, maske û belavokên têkildarî tedbîrên vîrûsê li welatiyan belav kirin. Rêveberen HDP'ê êlekên ku amblema HDP'ê li ser heye li xwe kirin û li welatiyan lepik û maske belav kirin. Rêveberen HDP'ê li gel maske û lepikan belavok jî belav kirin û gel der barê vîrûsê û tedbîran de hişyar kirin.