BEDLÎS - Qeyûm tayinî şûna hevşaredarên Şaredariya Norşînê ya HDP'Î hat kirin.
Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Norşîn a Bedlîsê kir. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirin. Qeymeqam Mûhammet Fûrkan Sancaktar tayinî şûna Hevşaredar Hîkmet Taşdemîr û Dîlek Ozan hat kirin.
Heya niha ji 65 şaredariyên HDP'ê qeyûm tayinî 40 şaredariyan hatiye kirin.