NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, hejmara kesên bi şewba coronayê ketine aşkere kir û got: "Di 24 saetên dawî de 3 hezar û 672 test bi dawî bûn. Ji van testan 293 pozîtîf derketin. Ligel hemû hewldanên me, dîsa jî 7 mirovên me yên din jiyana xwe ji dest dan."
Wezîrê Tendursitiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twitterê hejmara kesên bi şewba vîrusa coronayê ketine aşkere kir.
Koca got: "Di 24 saetên dawî de 3 hezar û 672 test bi dawî bûn. Ji van testan 293 pozîtîf derketin. Ligel hemû hewldanên me, dîsa jî 7 mirovên me yên din jiyana xwe ji dest dan. Em ciwanên xwe hişyar dikin: Hûn jî di nav vê şewbê de ne. Giran tev bigerin. Neçin cihên birîsk. Rîskê bi xwe re neynin malê. Li malê bimînin. Jiyan di malê de hiltê."