WAN - Li gundê Koçerî ya Tûşba ya Wanê di navbera 2 malan de şer derket, 4 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.
Li gundê Koçerî ya navçeya Tûşba ya Wanê, şer di navbera 2 malan de derket. Di şerde 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn. Hat diyar kirin ku rewşa 3 birîndaran girane.
Li gorî agahiyan, serê sibê di navbera 2 malbatên neyarên hev bûn de, ji ber sedemek ne diyar şer derket. Di şer de her 2 malbatan bi çek, kêr û keviran êrîşî hev kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn. Rewşa 3 birîndaran giran e. Ambûlansên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndar rakirin nexweşxanê.
Hat dest nîşan kirin ku li gund rageşî dewam dike.