WAN - Serokê Odeya Dermanxaneyan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, rewşa dermanxaneyên di pozîsyona saziyên tenduirstiyê yên asta yekemîn de nirxand û got, ji bo dermanxane û xebatkarên di grûba rîskê de ne tevdîran digirin.
Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Dermanxaneyan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, tevdîrên digirin, rewşa xebatkarên dermanxaneyan, bi awayekî rast bikaranîna kolonya û dezenfektanê, fiyetên maske û amûrên germa laşê mirov dipîvin ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
'EM TEVDÎRÊN XWE DIGIRIN'
Baransel, anî ziman ku odeya wan ji bo dermanxaneyan û xebatkarên dermanxaneyan hin tevdîran digire û got, berçavk û kincên parastinê stendine û li endamên xwe belav kirine. Baransel, destnîşan kir ku dermanxane saziyên tenduristiyê yên di pozisyona asta yekemîn de ne û got: "Ji ber vê peywira me bi taybetî em di grûbên rîskê yên endemî û pandemiyê de ne. Loma em mecbûr in gavên xwe li gor wê bavêjin. Em tevdîrên xwe digirin. Ji bo xebatan em fikr û nêrînên mamsoteyên xwe yên pispor esas digirin. Em li gor wê nexşerêyekê diyar dikin. Ji bo vê jî tevdîrên divê dermanxane û endamên me bigirin hene. Ji bo girtiyan jî hin tevdîr divên. Her wiha xebatên ji bo nobetê hene. Em ji bo vê tev digerin. Em tevdîrine cidî digirin. Plansaziyeke me yî wisa heye. Gava agahiyeke derbarê dermanxaneyan de hebe em bi rêya qenalên xwe radigihînin. Tiştekî ku raya giştî eleqedar bike em bi raya giştî re parve dikin."
'EM RÊZÊ NÎŞANÎ MAFÊN HEV Ê JIYANÊ BIDIN'
Baransel, anî ziman ku divê nexweş pir li dermanxaneyan nemînin û got, di dema kuxikê, hepşînê de divê baldariyek hebe. Baransel, got: "Em dixwazin li cem nexweşan medîlên kaxezî hebin. Heger maske hebe em maskeyê bi kar bînin. Di dema hilpişkînê de divê mendîlên kaxezî, heger xewliyên kaxezî tunebin bira hêla hundir a milan bi kaar bînin. Divê em rêzê nîşanî mafên hev ê jiyanê bidin."
‘TEVDÎRÊN TAYBET DIVÊ'
Baransel, destnîşan kir ku nerihetiyên der barê pandemiyê de pergala tenduristiyê dirûxînin û got: "Gava kontrola nexweşînê ji dest biçe pergala tenduristiyê jî dirûxe. Mînaka vê Ewropa ye. Tu erkeke pergala tenduristiyê nemaye. Divê em van tiştan bibînin û li gor wê tevdîrine taybet bigirin. Divê em li dermanxane, li qadên cemaweriyê jî tevdîran bigirin û heta ji dest me bê em dernekevin derve."
Baransel, anî ziman ku rêveberiya krîzê baş nehatiye bikaranîn û bal kişand ser bikaranîna maskeyan: "Mesela ji bo dermanan fiyeteke ku Wezareta Tenduristiy diyar kiriye heye. Ev standard in û naguherin. Car heye dermanger nikare dermanan peyda bike. Dibe di warê tidarikê de pirsgirêkên wan çêbibin; lê fiyetê van dermanan qet naguhere. em tim dibêjin. Kesê ne nexweş divê maskeyan bi kar neyne. Heger hûn nîşaneyeke nexweşînê di xwe de hîs bikin hûn dikarin bi kar bînin. Heger hûn li cihekî normal bin an jî li mala xwe bin ne hewce ye hûn maskeyê bi kar bînin."
Baransel, bal kişand ser dezenfakteanên li lîseyên teknîkê tên hilberandin û got: "Hilberandina dezenfektanê karekî pisporiyê ye. Tenê zanebûna di der barê kîmyayê de têr nake. Perwerdehiay vê şert e. Hilberandina dezenfektanê wekî hilberandina dermana ye. Divê meriv bi rêjeya dezenfektanê û naveroka wê zanibe. Lê niha dibistan hildiberînin. Lê hin kes hene li deverne din hildiberînin. A rast ji ber vê metirsiya me heye."
Baransel, diyar kir ku alkola ku rêjeya wê di ser heftêyî re vîrusê dikuje û got, kolonya jî tevdîreke cidî ye. Baransel, got: "Lê divê rêjeya alkolê ya di kolonyayê de rast be. Alkolên ji xeynî destûra wan tê dayîn dibe ku tesîreke cidî li tenduristiyê bike. Dibe ku bandoreke neyînî li çermê mirov bbike. Florayeke xwezayî ya destê me heye. Gava em demeke dirêj dezenfektanê bi kar bînin, tu bikî nekî bandorek wê çêdibe. Loma divê alkolek rast û miqdareke rast bê bikaranîn."
Baransel, anî ziman ku di warê vîrusê de tu welat bi awayekî serketî tev negeriyaye û got: "Em dermanger jî xwe rexne dikin. Bawer im wê hemû welat xwe rexne bikin. Şerta sereke ya pêşketinê rexne ye. Hn welat, mesela Almanya, di warê tedawiyê de serketî bû, lê ji bo rawestandina şewbê ne serketî ye. Di warê derfetên tekenolojîk de me digot qey pandemî zû bi zû çênabe, lê pandemî ne tiştekî wiha ye. Mirov nizane wê kengî derkeve holê."