STENBOL - Nûçegihanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser di danişîna ewil de hatin berdan.
Nûçegihanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, danişîna wan î ewil hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê pêk hat. Dadgehê biryara tehliyekirina Eser û Topaloglû da.
Eser û Topaloglû bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Piştî parastinan dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê jî bi şertê kontrolkirina edlî biryara tehliyeyê da. Danişîna din a dozê jî taloqî 15'ê Cotmehê hat kirin.