STENBOL - Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), têkildarî talûkeya şewba vîrûsa corona (Covît-19) a li ser karkeran, xwest ji bo karkerên çapxaneyan bi lez tevdîr bêne girtin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), têkildarî talûkeya şewba vîrûsa corona (Covît-19) a li ser karkeran, daxuyani da. TGS, diyar kir ku şewba vîrûsê li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û karkerên çapxaneyan di bin rîskekî mezin de kar dikin. TSG'ê anî ziman ku xebatkarên çapemeniyê ji erka gel agahdar bikin peyvirdar in û xwest ji bo şert û mercên ewle u tenduristî tevdîr bêne stendin.
TGS'ê, pêşniyarên xwe rêz kir û wiha got: "Divê hemû ji kardûrxistina karkerên çapxaneyan bê rawestandin. Divê vardiye ji nûve bêne rastkirin. Divê her vardiyeyek temasî koma din a vardiye neke. Divê hemû xebatkarên temenê wan mezin û nexweş heta ev nexweşî derbas bibe derkevin destûra bi heq. Divê di ketin û derketina kar de karker di kontrola tenduristiyê û germahiya laş re bêne derbas kirin. Divê xebatkar lepik û maske girê bidin. Divê li çapxenayean lepik, maske û dezenfektan her dem hebe. Divê li xwaringehan xwarin di tabldotan de bê belavkirin û temas tune be. Divê serwîsê karkeran rojane bê dezenfektekirin. Divê rêwiyan ji sedî 50'î kêm bikin. Divê li hemberî hemû îhtimalan xebatên hemû çapxaeneyan ji bo demekê bê rawastandin û karker derkevin destûra bi heq, amadekarî bêne kirin."