39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin

img
 
AMED – Bi pêşengiya MED-TUHAD FED'ê 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê, kampanyayeke 1 milyon îmzeyî dan destpêkirin. 
 
Bi pêşengiya MED-TUHAD FED'ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev" kampanya dan destpekirin. 
 
39 partî, rêxistin û saziyên civakî, bi Kurdî, Tirkî, îngîlîzî, ji bo girtiyan edaletê bixwazin û girtî bêne berdan kampanya 1 milyon îmze dane destpêkirin. 
 
Daxuyaniya 39 partî, rêxistin û saziyên civakî ya hevpar wiha ye:
 
Wekî tê zanîn ji 31'ê Kanûnê 2019'an vir ve vîrusa korona (Covid-19) ji bajarê Wuhan ê Çînê derket û di demek kin de belavî tevahî cîhanê bû. Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê vê wekî Bapêşê (Pandemî) îlan kir. Ev bapêş wekî welatên din li Tirkiye jî belavbû û ji ber vê yekî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Di serdema ku li Cîhan û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê bapêşê ewlehî hate girtin de careke din tevdîrên parastina tenduristiyê û mafê jiyanê ya girtiyan hate rojevê.
Di peymanên Navnetewî û yên Netewî bêyî cûdahiyê mafê xizmetê û xwe gîhandina xizmeta tenduristiyê ya girtiyan bi awayekî wekhev û li gorî rûmeta mirovahiyê hatiye diyar kirin.
Li gorî agahiyê ji çapemenî û ji malbatên girtiyan hatiye wergirtin li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin, pêkanînên ku jiyana mirovan dixe talukeyê pêşketine, amûrên paqijiyê nehatine belav kirin, gardiyan û leşker bêyî maske û lepikan li nava koxûşan lêgerînan pêk tînin. Dîsa girtiyên kalepîr û nexweşên kronîk arasteyî Nexweşxaneyan nehatine kirin. Li koxuşan di ser kapasiteya wê de girtî têne ragirtin, xwarinên paqij nayên çêkirin û girtî nekarin têr xwarinê bixwin. Zatî gelek girtî û hikûmxwar ji ber ketibûn greva birçîbûnê bedena wan gelek zirar dîtibû û berxwedana wan a li hemberî virusê nebaşe. Ji ber van û gelek sedemên din aşkere xwiyaye ku jiyana girtî û hikûmxwaran di bin rîskek mezin de ye û ev yek me tevahiyan eleqedar dike.
Neteweyên Yekbûyî û Komîsertiya Mafên Mirovan diyar kiribûn ku kesên girtî bêparastin in, xwestibûn ku ji ber rîsk mezin dibe bêyî cûdahiya fikr û ramanên siyasî banga serbestberdana tevahî girtiyan kiribûn. Bangek bi vî rengî ji hela gelek Saziyên Tenduristî û Mafên Mirovan ên Navnetewî ve hatibû kirin.
Ji ber jiyana bi hezaran girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyek mezin de ye bi awayekî wîjdanî û exlaqî ev yek me tevan eleqedar dike. Li hemberî vê talûkeyê divê tevahî mirovên bi wijdan û xwedî exlaq ji bo girtî di girtîgehan de neyên hiştin teqez xwedî helwest bin.
 
Di demên dawî de pakêta ji bo cezayên înfaza girtiyan bê daxistin ya ne wekhev û li gel pêşniyar û hişyariyên Rêxistinên Saziyên Navnetewî li ber çavan nayên girtin tê rojeva meclîsê. Vîrusa koronayê bêyî cûdahî gefê li jiyana hemû girtiyan dixwe. Lê mixabin pakêta ku tê xwestin bê derxistin cûdahiyê dixwe de dihewîne û tu aliyê qebûlkirina vê paketê di nava civakê de tune ye.
Em saziyên ku navê wan li jêr hatiye nivîsîn berî ku ji girtîgehan tabût derkevin û bêyî cûdahî divê hemû girtî bên tehliyekirin, ji îro û şûnve kampanya îmzeyan didin destpêkirin. Em careke din wekî daxwaz dibêjin ku; mafê jiyanê ya girtî û hikûmxwarên ku di bin temînata dewletê de ye, ji bo parastina mafê wan ê tenduristî û ewlehiya mafê jiyana wan divê ji bo hemû girtiyan bi awayekî adil û wekhev cezayê înfazê bê sererastkirin. Divê bê çavderîkirin ku jiyana hemû girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyê de ye û divê bên tehliyekirin.
 
Hevkarên Kampanyayê:
 
Komeleya Wêjevanên Mezopotamya
Platforma Koçberiyê
Komeleya Jinan a Rosa
Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya
KESK
Komeleya Wêjekarên Kurd
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD)
Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (KDE)
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
Tevgera Jinên Azad (TJA)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
MEBYA DER 
MED TUHAD FED
ÖHD
PENa KURD 
Hewla 78'yan
Meclîsa Dayikên Aşitiyê
Komeleya Jinan a Star
ANYAKAY-DER
Odeya Tabîbên Amedê (TTB)
Partiya Komînîst Kurdistan (KKP)
Partiya Demokratên Kurdistan-Tirkiye
Partiya Demokratên Kurdistan (PDK-Bakur
Komeleya Çand û Şoreşgerên Demokrat (DDKD)
Partiya Azadî
Partiya Însan û Azadî (PÎA)
Komeleya Mala Jiyanê (Riha)
Şanoya Bajar a Amedê 
Komeleya Sînema ya Rojhilata Navîn
Navenda Çand a Mezopotamya (NÇM)
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle (KÇHD)
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok
Komeleya Jinan a Çand Huner û Wêjeyê
Komeleya Çand û Huner a Aryen
Komeleya Çand û Huner a Meyman
Şanoya Mencel
Şanoya Nûpelda
Lijneya Koordînasyonê ya TMMOB a Amedê
 
Kesên ku bixwazin xwe bigînin naveroka kampanyayê dikarin li ser vê linka: http://chng.it/cDBT4Q5DjL bişopînin. 
 

Sernavên din

31/03/2020
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe
14:19 ‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'
14:08 Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
13:55 HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe
13:54 Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê
13:32 ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin
13:08 Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin
13:00 'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’
12:59 Paylan ji Wezîr Koca pirsî: Hûn çima destûr didin nexweşxaneyên taybet pereyan ji nexweşan bistîn in?
12:58 Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin
12:29 Li Elkê di dawiya adarê de befir barî
12:29 ‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
12:10 Kesên belgeyên destûra geştê bigirin, dikarin bi e-Devletê serlêdan bikin
12:04 TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn
11:58 Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da
11:29 Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman
11:25 Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan
11:07 Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin
11:06 Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû
10:48 Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê
10:16 Bijîşkê Meclîsê xistin bin çavderiyê
10:13 Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir
09:54 Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir
09:46 Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e
09:18 Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne
09:18 Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin?
09:12 ‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin'
09:12 ‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’
09:11 Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye
09:11 Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî
09:10 Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye
09:10 Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî
09:09 Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN
08:38 ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin
29/03/2020
20:01 Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan
18:43 Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya
18:33 Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe
16:24 7 xebatkarên ÎETT’ê bi şika vîrûsê xistin qarantînayê
15:45 Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin
15:42 Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin
15:12 Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin
15:05 Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be
13:54 Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
13:22 Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin
12:57 Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin
12:31 Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike
12:24 MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin
12:23 Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin
11:12 Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin
10:35 Bi wêneyan kolanên Enqereyê
09:41 Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye
09:22 ‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’
09:06 'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'
09:05 Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir
09:04 Pirsgirêka mezin a kedkarên tenduristiyê kêmbûna maske û lepikan e
09:04 'Dibêjin di mal de bimînin, lê ji bo me tiştekî nakin'
09:03 DEDAŞ'ê dest danî ser desteka cotkaran
09:02 Serlêdana ji bo berdana Alinak a ji bo vîrûsa coronayê hat redkirin!
09:01 Şaredariya Silopiyayê malbatên rewşa wan aborî nebaş in tespît dike
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2020'AN
08:53 Heskîfa nû di bin avê de ma
28/03/2020
20:41 HDP'iyan li Amedê ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê gazî gel kirin