MELETÎ - Li Meletiyê 3 taxên 3 navçeyan ji ber şewba vîrûsa koronayê xistin karantînayê.
Welatiya Meletiyê, daxuya kirin ku ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) taxa Ilıca ya navçeya Arende û taxa Egnir a navçeya Erebgir ên Meletiyê ji 29’ê Adara 2020’an ve kirine karantînayê. Li aliyê din, hat diyar kirin ku Taxa Kozdere ya navçeya Hekîmxanê jî ji ber vîrûsê xistine bin karantinayê.