Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn

  • rojane
  • 15:05 2 Nîsan 2020
  • |
img
RIHA – Li gel ku hêj 2 roj ji 71’emîn salvegera Rojbûna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re maye, hemû rêyên ku diçin Amarayê hat dorpêçkirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, diyar kir ku di têketina taxê de navnîşana wan ji wan hatiye pirsîn û bertek nîşanî dorpêçê da.
 
Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, îsal di bin gefa vîrûsa koronayê de dikeve roja rojbûna xwe ya 71’emîn. Li gel ku hê 2 roj ji roja rojbûna Ocalan re maye jî gundê Amarê yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, ji aliyê polis û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Her sal li gel astengiyan jî roja rojbûna Ocalan bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Lê îsal li gel ku hê têkildarî rojê bernameyek nehatiye aşkerakirin jî hemû rêyên ku diçin Amarayê bi TOMA û maşîneyên zirxî hatine girtin. Dorpêç, li gundê Goganê dest pê dike û heta ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye, berdewam dike.
 
GUND JI TÊKETINÊ RE HAT GIRTIN
 
Li aliyê din Mehmet Ocalan ku ji bo nexweşxaneyê hatibû Amedê û kurê wî Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, dema ku vegeriyan mala xwe, polis û leşkeran pêşiya wan birî û navnîşana wan ji wan pirsîn. Hat hînbûn ku ji ber ku navnîşana ajokarê Omer Ocalan ne li gund bûye, destûr nehatiye dayîn ku bikeve gund.
 
‘EV NE RAST IN’
 
Mehmet Ocalan, bertek nîşanî dorpêçê da û diyar kir ku ev rewş rewşeke antidemokratik e û wiha got: “Mala ku em lê dijîn jî bi maşîneyên zirxî yên polis û leşkeran hatiye dorpêçkirin. Ji bo nexweşxaneyê em çibûn Amedê. Piştî ku em ji Amedê vegeriyan û polis û leşkeran bi çeka pêşiya me birîn û navnîşana Omer Ocalan jê pirsîn. Dema em nêzî gund bûn dîsa pêşiya me birîn. Pêşiya mala me jî kirine dorpêçê. Ev ne tiştekî rast e.”
 
‘HERKES DIKARE LI MALA XWE JÎ PÎROZ BIKE’
 
Ocalan, têkildarî pîrozbahiyên îsal jî ev tişt gotin: “Kesên ku dixwazin rojbûna serok pîroz bikin, dikarin li malên xwe jÎ pîroz bikin. Îro gund kirine dorpêçê. Bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabin. Me jixwe berê jî gotibû ki ber vîrûsê herkes dikare li mala xwe rojbûna serok pîroz bike. Li gund Rewşa Awarte heye. Ev rewşeke antidemokratik e. Hewceyî ewqas polis, leşker û maşîneyên zirxî nake. Ew dizanin. Lê me dixwest ku rewşeke demokratîk hebe. Ez vê jî bibêjim; gel ji Serok hez dike. Hûn top, gule, polis û leşker jî bi cih bikin Serok cihê xwe di dilê gel çêkiriye. Belkî hûn karibin bi zorê bend deynin lê hûn nikarin bibin asteng. Dîsa rojbûna Serok li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be.”
 
‘BI ZORÊ HÊZA XWE NÎŞAN DIDIN’
 
Ocalan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi dehan, otobus, bi sedan leşker, polis û maşîneyên zirxî pêşiya me birîn. Ji me re astengî derxistin. Bi zilm û heqaretê li wir hêza xwe nîşan didin. Bi vî rengî dewlet mezin nabe. Cîhan bi vîrûsa koronayê re mijûl dibe, Tirkiye dev ji her tiştî berdeya û dibêje, ‘Ez çawa bikim ku pêşî li gelê kurd bibirim’. Me jî jixwe gotibû ku ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li vir nayên kirin. Binêrin îro 2’ê nîsanê ye, rêya gund girtine, barîkatan danîne û gund dorpêç kirine. Kesên ku li gund dijîn jî ji ber dorpêçê nikarin bi hêsanî biçin malên xwe.”
 
PIŞTÎ KU PÊVAJO BI DAWÎ BÛ QEDEXEYÊ DEST PÊ KIR
 
Rojbûna Ocalan, ji sala 2004’an ve her sal li gundê Amarayê bi awayekî girseyî dihat pîrozkirin. Di 3 û 4’ê nîsanê de li gund gelek şahî dihatin lidarxistin, lê piştî ku pêvajoya navê “çareseriyê” lê hatibû dayîn bi dawî bû, pîrozbahî hat qedexekirin.

Sernavên din

04/04/2020
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin
12:41 Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in
12:01 Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin
11:52 30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne
11:32 Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin
11:07 Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin
10:45 Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin
10:41 Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’
10:13 Dolar 6,70'î derbas kir
10:12 Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan
10:08 Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
09:49 Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
09:48 Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin