AMED - Zarokê 11 salî Yusuf Yildirak ê li Gundê Pirik ê Navçeya Licê dema pez diçêrand, maddeyê teqemeniyê pê de teqîya û bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 11 salê Yûsûf Yildirak ku li zeviya di navbera gundên Pirik û Ziyaret ên navçeya Licê ya Amedê de pezê xwe diçêrandin, cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bûbû. Malbata Yildirak Yusuf rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Yildirak ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.