'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'

  • rojane
  • 17:00 3 Nîsan 2020
  • |
img
MEXMÛR - Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver, diyar kir ku ji ber Mexmûr di bin dorpêç û ambargoyê de ye, li Mexmûrê hevcedarî bi xebatkarên tenduristiyê tune, lê hewcedariya wan bi amûrên tenduristiyê heye. 
 
Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê belav bûye û her roj mirov ji ber wê jiyana xwe ji dest didin. Şewb gefan li her kesî dixwe. Di roeva hemû cîhanê de niqaşên parastina li dijî wê tê kirin. Lê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber dorpêçê ji amûr û ekîpmanên tenduristiyê bêpar e. Ji ber ku hikûmeta Herêmî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 9 meh in xistiye dorpêçê, rêveber û meclisa kampê nikare pêdiviyên civakî, tenduristî û jiyanî peyda bike. Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver, têkildarî rewşa tenduristiyê û talûkeya şewbê ya li ser kampê ji Ajansa Jinnewsê re axivî. Bêrîvan Unver, bal kişand ser ambargoyê û got: "Ambargoya ku ji hêla Hikûmeta Herêmî ya Kurdistnanê ve hatî dayîn 9 meh in didomin. Hemwelatiyên li vir ji bo debara xwe bikin berê xwe didan bajarên din, lê belê ji ber ambarogoyê nedikari bên wargehê. Piştî ku mijara vîrûsê derket holê gelek kargeh hatin girtin û ev jî ji neçariyê vegeriyan wargehê. Ji ber ambargoya ku heyî rewşa li vir her ku diçe zehmet dibe."
 
'AMBARGO HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI SER TENDURISTIYÊ DIKE' 
 
 Unver, li ser qada tenduristê sekinî û diyar kir ku di ambargoyê de herî zêde beşa tenduristiyê bi bandor bû û wiha axivî: "Gelek nexweş dihatin cem me, lê me nekari pêwistiyên wan pêşwazî bikin. Di nav kesan de rewşa wan yên giran jî hebûn. Nexweşên ku divê biçin Hewlêrê ji hêla asayîşa PDK'ê ve dihatin astengkirin. Di vê demê de jinên ducanî zarokên xwe windakirin, hin kes jî ji ber tedawî nebûn jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên ku ji bo biçin nexweşxaneyê berê xwe didan qeymeqamtiya navçeya Mexmûrê ya Musilê, lê li vir bi seatan dihatin sekinandin, nedişandin nexweşxaneyan. Cihên ku em nexweşên giran bişînin tune bû."
 
Unver, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê re rûbirû maye û got: "Her roja ku derbas dibê rewş giran dibê. Çend mirov li mala xwe de bin jî ev nexweşî belav dibe û bi hezaran kes heta niha jiyana xwe ji dest daye. Di serî de li hemberî vê nexweşiyê tedbîr nehatin girtin û vîrûs belav bû. An birçîbûn û an jî vîrûs mirov di navbera dubendan de hatin hiştin."
 
'KESÊN JI DERVE TÊN 14 ROJAN DI KARANTÎNAYÊ DE DIMÎNIN'
 
Unver, bal kişand ser vîrûsa korona yê û tedbîrên ku li wargehê hatine girtin û wiha berdewam kir: "Dema ku ev nexweşî li cîhanê belav bû li wargehê Maseya Krîzê hat avakirin û 2 xebatkarên Komîteya Tenduristiyê jî tevlî xebatên Maseya Krîze bûn. Her roj rewş dihat şopandin û nirxandin. Ji bo xwe parastina li hemberî vîrûsê belavok hatin belav kirin û semîner hatin dayîn. Em mal bi mal geriyan, me gelê xwe di vê derbarê de hişyar kir. Niha dibistanên wargehê wekî cihên karantinayê hatin îlankirin. 4 endamên me yên tenduristiyê li vir dimînin. Kesên ku li dervê tên jî li vir 14 rojan di karantînayê de dîminin. Her wiha endamên tenduristiyê jî wekî nobedarî dixebitin û rojê 2 caran kesên li vir qontrol dikin. Kesên li vir nexweşiyên wan yên kronîk hebin, her dem bijîşk tê li wan temaşe dikê."
 
'LEPIK Û MASKE KÊM IN' 
 
Berîvan Unver, anî ziman uk xebatkarên tenduristiyê hejmar ne kêm in lê belê ji ber kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê pirsgirêkan dijîn û wiha rewş anî ziman: "Ji ber ku vîrûs her ku diçe belav dibe, rewşa wargehê jî dixe dibin xeterê yê. Di şert û mercên ku em tê de zehmet in. Amûrên me yên tenduristiyê kêm in. Heta niha nexweşiya vîrûsê li vir derneketiye lê belê ji ber kêmasiyan dibe ku rewş zehmet be jî. Bi taybetî Komîteya me ya Tenduristiyê di vê mijarê de pirsgirêkan dijîn. Pêwistiya me bi tulum, lepik û maskeyan hene. Ev nebin em nikarin rojane kesên ku di qarantine de binêrin. Çiqas bijîşk hebin jî lê dema alavên tenduristiyê tunebin em nikarin hewcedariyên hemwelatiyên xwe pêk bînin."
 
'NY ALÎKARIYÊ NADE'
 
Bêrîvan Unver, da zanî ku hem ji ber ambargoyê û hem jî ber vîrûsa koronayê rewşa li vir di xeterê de ye û wiha got: "Penabarên li vir piştî çend wargeh guherandin hatin li vir bi cih bûn û her kes rewşa li vir dizane. Ne tenê niha bi salane em di nav şert û mercên ne baş de dijîn. Lê belê di pêvejoya ambargo de jî Netexeya Yekbûyî (NY) bi tu awayî alîkarî nedaye wargehê. Belê li seranserê cîhanê rewşeke aloz heye lê belê rewşa me ya niha jî tê zanîn. Em bang li saziyên mafên mirovan, dezgeh û rêxistinên Kurdan dikin ku alîkariyê li Mexmûrê bikin. Bi taybetî em bang ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin erka xwe pêk bînin. Her wiha nexweşxaneyeke Hewlêrê ji bo vîrûsê hatiye veqtandin û em jî dixwazin sûde bigirin."
 
 

Sernavên din

04/04/2020
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin
12:41 Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in
12:01 Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin
11:52 30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne
11:32 Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin
11:07 Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin
10:45 Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin
10:41 Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’
10:13 Dolar 6,70'î derbas kir
10:12 Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan
10:08 Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
09:49 Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
09:48 Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin