Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye

  • rojane
  • 17:43 4 Nîsan 2020
  • |
img
RIHA - Mehmet Ocalan li gundê xwe yê Amara di bin dorpêça esker û polîsan de 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ew êdî di dilê gelê Rojhilata Navîn û Kurd de ye. Hûn çiqas bixwazin rê li pêş bigirin jî hûn nikarin bi ser bikevin." Li Hesekê, Reqqa, Heleb û gelek navendên din jî 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin û ji bo Ocalan dar hatin çandin. 
 
Îro bi minasebeta 4'ê Nîsanê 71'emîn salvegera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Grava Îmraliyê di Girtîgeha Tîpa F de girtî ye, li gelek navendan pîrozbahî hat li dar xistin û ji bo Ocalan dar çandin. Ocalan li Girtîgehê ku 21 salin girtî ye ket 71'emîn sala xwe. Bi minasebeta Rojbûyîna Ocalan li Gundê Amara yê Xalfetî ku Ocalan lê ji dayik bûye, Hesekê, Heleb, Reqqa û gelek navendên din Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin û dar hatin çandin. Îsal ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) ku WHO wekî şewba gerdûnî îlankiriye pirozbahî bi girseyî nehatin kirin û gel meşeyiya  Amara. Ji ber vê yekê Mehmet Ocalan û malbata Oclana li hewya xaniyê ku Ocalan lê ji dayik bûye salvegera Rojbûyina Ocalan pîroz kir. Mehmet Ocalan di pîrozbahiyê de anî ziman ku ji ber şewba gerdûnî îsal bi girseyî pîroz nakin û wiha got: "Li gel ku me got em bi girseyî pîroz nakin ji dîsa esker û polîsan dora Amara bi maşînê zirxî pêça ye. Amara di bin dorpêça esker û polîsan de ye. Ji Xalfetî heta Goganê û heta Amare her der esker û polîs e. Hemû rê hatine girtin. Dorpêç heta ber deriyê malê hatiye. Li ser girên Amada esker kon vedane û nobetê digirin. 
 
HÛN NIKARIN BI SER BIKEVIN
 
Mehmet Ocalan li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye daxuyanî da û wiha got: "Amara 3 rojin di bin dorpêçê de ye. Ev dorpêç û geşedanên di sedsala 21’an de pêk tên ne li gorî aqil û mantiqê ye. Niha Gundê Amara 3 roj û 3 şeve in xistine dorpêçê. Li nêzî 10-20 cihan kon vedane û nobetê digirin. Pir zêde esker û polîs bi cih kirine. Ev ne rast e. Heta ber deriyê malê hatine û nobetê digirin. Gundî nikarin derkevin hewşên xwe. Em hebûn û rojbûna Serok li hemû gelê Kurd pîroz dikin. Serok di dilê gelê Kurd û hemû Rojhilata Navin de cih girtiye. Hûn çiqas astengiyan derxin hûn nikarin Serok ji dilê Gelê Kurd û Rojhilata Navin derxin. Hûn çi bikin bikin, hûn nikarin bi ser bikevin. Rojbûna Ocalan li hemû gelê Kurd pîroz be." 
 
 
GELÊ KURD QÎMETÊ DIDÊ
 
Xwarziyê Ocalan Alî Ocalan jî 71’emîn Rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Amara 3 rojin di bin dorpêçê de ye û gundî nikarin ji malên xwe derkevin. Welatî ji ber vê dorpêça eskeran ne aram in. Ez li heman gundî me. Heta ez ji mala xwe têm mala xalê xwe Mehmet Ocalan ez 3-4 caran di kontrola eskeran re derbas dibim. Ji be pirsa 'Hûn çima hatin vir?' dikin. Em wate nadin ku çima ew qas esker û polîs li vir bi cih kirine. Welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Her ji nîv saetê carekê maşîneyên eskerî li nava gund digerin. Lê çiqas astengiyan derxin jî gelê Kurd dê dîsa Roja Robûna Serok pîroz bikin. Êdî her kes Serok qebûl dikin. Di dilê her kesî de hezkirina Serok heye. Hûn bixwazin jî nexwazin jî gel dê Rojbûna Serokê xwe pîroz bike. Niha em li malê 4 kes in. Destûr nedan kes bên vir. Em Rojbûna Serokê xwe piroz dikin." 
 
REQQA 
 
Di 4`ê Nîsanê de her sal pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ked û têkoşîna wî di oxira aşatiyê û azadiya gelên bindest de, rojbûna Ocalan pîroz dike. Bi vê boneyê Desteya Hawîrdorê û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê 600 dar li bajêr çand. Li parka El-Reşîd, kolana sereke ya li başûrê yarîgehê, kolana dêrê, parka dibistana Cewad Enzûr, parka El-Bistan, parka El-Bica û parka El-Mirûriyê gelek cureyên daran hatin çandin. Yek ji çavdêriyê hemleyê yê Komîteya Hawîrdor û Parkan Mihemed El-Elî, ji ANHA`yê re wiha got: "Bi boneya salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji duh ve me dest bi çandina gelek cureyên daran kiriye."
 
Mihemed El-Elî destnîşan kir ku dar çandin tiştê herî kêm e diyarî Rêber Ocalan bikin ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dike.
 
 
HESEKÊ
 
Bi heman armancê Meclîsa Wargeha Waşokanî li wargehê dar çandin. Hevseroka Meclîsa Wargeha Waşokanî Macda Emîn axivî. Macda, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em dixwazin 4’ê Nîsanê Roja azadiyê pîroz bikin, bi minasebeta vê rojê 10 dar me li kampê çandin. Ev roj ji bo me jinan girîng e. Tu şoreş ji bo azadiya jinê tevnegeriya ne. Lê  Rêber Apo dîroka Kurdan bi pênûsa jina azad nivsand. Roja 4’ê Nîsanê cejna hemû jin û gelên azadîxwaz e ."
 
HELEB 
 
Bi boneya 4’ê Nîsanê 71 dar li Goristana Şehîdan a Helebê hatin çandin. Bi însiyatîfa Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê 71 dar li Goristana Şehîdên berxwdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li herêma Şiqeyêf hatin çandin. Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û bi însiyatîfa Kongreya Star li goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li herêma Şiqeyêf a bajarê Heleba Sûriyê ye, 71 dar hatin çandin. Di demeke ku qedexeya derketina derve berdewam e, endamên saziyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çandina daran bûn.  Tê zanîn ku salên derbasbûyî tevaya gelên herêmê ev bone pîroz dikir lê îsal ji ber rewşa qedexeyê kombûn çênebû tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.
 
Beşdaran dema dar çandin sloganên"Bijî Rêber Apo" berz kirin.
 
Endama rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Suleyman rojabûna Rêber Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got: "Rojbûna rêbertî rojbûna gelên blindest, bi taybet gelê Kurd e." Hêvîn destnîşan kir ku  ji ber xweparastina ji Koronavîrusê qedexe berdewam e nekarî wekî salên berê vê rojê pîroz bikin.
 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2020
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan