Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan

  • rojane
  • 09:08 6 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Serokê Baroya Stenbolmê Mehmet Durakoglu, bertek nîşanî zagona înfazê ya di Komîsyona  Edaletê re derbas bû da û wiha got: "Yên ku divê bên berdan girtî ne. Ev guherdin armanc dike ku kesên girtî bimîne wan serbest berde. Ev yek dij demokratîk e. Bifikirin yên ji ber fikrê girtî ne dê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştibin, sucên tiryakê dê bêne berdan." 
 
Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Zagona Înfazê ya “Teklîfa qanûnê ya der barê Guhertina di hin Qanûnan de û Qanûna der barê înfaza tedbîrên Ewlehî û Ceza de " piştî anîn rojeva komîsyona Edaletê ya Meclîsê, Komîsyonê erê kir û derbas kir. Bi vê guhertinê armanc dike ku 90 hezar girtiyên ji sûcên edlî serbest bêne berdan. Lê girtiyên saysî jî dê neyên berdan. Têkildarî guhertina Zagona Înfazê Serokê Baroya  Stenbolê Mehmet Durakoglu nirxandin kir. 
 
'YÊN MIROV KUŞTINE DÊ BÊNE BERDAN LÊ...' 
 
Durakoglu, anî ziman ku wekî baro berhî her tiştî li şûna guhertina zagona înfazê dixwazin “Guhertina islahê" bê kirin. Durakoglu,  diyar kir ku li Tirkiyeyê li şûna li ser pergala înfazê xeber bidin, pêwiste li ser pergala îslahê xeber bidin û wiha got: "Ev nayê vê wateyê ku bi pergala înfazê re pirsgirêkên me tune ye. Li Tirkiyeyê em dizanin bi awayekî cîddî pêdivî ji guhertinên zagona înfazê heye. Lê divê di rewşa heyî de ewil em zagona îslahê bi axivin. Li gorî îstatîstikên di destê me de gelek mahkûmên serbest têne berdan, piştî çend meh şûnde dîsa têne girtin. Divê pergalek rast bê avakirin. Ev zagona înfazê ya di komîsyonê re derbas bû ji daxwazên civakê re nabe bersîv. Bi taybetî piştî vê şewbê gelek bendewariyên civakê û malbatan hebû ku hemû girtî serbest bêne berdan. Li girtîgehan ew qas hiqûqnas, siyasetmedar, ramanger, rojnameger hene. Diviya bû girtina wan ji nûve li ber çavan derbas bikin. Lê ev nekirin. Bifikirin, kesên ji ber fikrên xwe girtî dê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştine, sucên tiryakê, sucên tundî û cînayetên jinê û yên di nava civakê de ‘Mahkûmê qederê' dê bêne berdan. Ev di wîcdanê civakê de nayê qebûlkirin."  
 
‘DIVÊ LI GORÎ HIQÛQÊ BE' 
 
Durakoglu, da zanîn ku ger guhertina zagona înfazê pêk anîn wê demê qet nebe diviya bû li gorî demokratîk û hiqûqî be û wiha got: "Diviya bû ev zagon li gorî, heq, hiqûq û edaletê bûya. Heta niha gelek zagonên înfazê hatin guhertin. Lê di demê de hat dîtin ku ne rast in. Ev guhertinên zagonên înfazê divê ji bo demokratîkbûna welat bêne kirin. Ev guhertin her çend hiqûqî bin jî divê di bin wê de sedemek siyasî hebe. Sedema ku em ewil serî lê bidin rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Divê em bi çavê heq, hiqûq û edaletê lê binerin û meseleyê bigirin dest. Ev guhertin pêkanînek dijdemokratîk e. Bi vê guhertinê kesên kêmî 18 mehan ceza bigirin jî dê bêne girtin. Dîsa kesên ji sûcê rêxistinê tên girtin dê cezayê wan bêtir giran bikin. Disa kesên ji sûcên din tên darizandin dêkaribin ji înfazê sûdê bigirin. Divê ev nakokî ji holê bê rakirin. Bi vê guhertinê dê beşek bê berdan û beşek jî girtî bimîne. Bi vê guhertinê armanc dike ku yên esil girtî bimîne bên berdan û yên divê bên berdan jî wan girtî bihêle. Ji ber vê yekê ev pêkanînek dijdemokratîk e." 
 
Durakoglu, bal kişand ser erka hekîmê înfazê jî û wiha  bi dawî kir: "Tenê tişta rast komîsyona venêrtinê ye. Kesên ku divê bi venêrtinê serbest bê berdan dê Komîsyona venêrtinê li ser wan çavdêrî bike û binirxîne. Erênî ye. Lê têr nake. Ji ber ku kesên di komîsyonê de cih digirin nêzîkatî û helwesta wan jî pir girîng e. Ger ku di nava vê komîsyonê de parêzer, baro tune be nabe. Tenê endamên dewletê hebe dê dîsa bibe pirsgirêk."
 
MA / Naci Kaya
 

Sernavên din

07/04/2020
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan