* Endama Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Karkerên Çandiniyê Leyla Karakaş, anî ziman ku li dijî pandemiyê heger karkerên çandiniyê neyên parastin wê ewlehiya zexîreyî jî têkeve xetereyê.
* Wê îro li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê dest pê bikin. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê qanûnê nehatiye kirin. Xizmên girtiyan bertek nîşan dan û gotin: "Wê kî hesabê mirinê bide?"
* Wê îro li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê ya nû dest pê bikin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku heger ev pêşnûma bi vî halî bê qebûlkirin û bibe qanûn ev li dijî mirovahiyê sûc e û xwestin pêşnûmaya heyî bê betalkirin.
* Malên starbûnê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hinceta vîrûsa coronayê û kêmbûna xebatkaran serlêdan dan sekinandin.
* Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû diyar kir ku tê wateya "berdewamiya hiqûqa dijminahiyê" û got: "Pêşî jiyanê esas bigirin."
*Parlamantera HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku bi guhertina yasaya înfazê ku girtiyên siyasî daxil nekirine tê armanca bi hezaran girtî terkî mirinê werin kirin û dê destûr nedin vê yekê.
* Seroka TOHAV’ê Dîdar Erdem da zanîn ku guhertina yasaya înfazê ya li dijî rêgeza wekheviyê hatiye amadekirin tu ferqa wê ji sepana darvekirinê nîne.