Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel

  • rojane
  • 09:23 7 Nîsan 2020
  • |
img
WAN – Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, diyar kir ku gotinên Tirkiye û dewleta sosyal nikarin li cem hev bên bikaranîn û wiha got: “Kampanya ‘Em bixwe têra xwe hene’ di heman demê de weke dûrişmeyeke hilbijartinê bê bikaranîn ez ê metel nebim.”
 
Vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe û dibe sedema gelek mirovan. Pergalên tenduristiyê yên welatan jî li dijî vîrûsê felç bûne û nabin çare. Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, têkildarî geşedanên derbarê vîrûsa koronayê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
PERSPEKTÎFA XWE LI GEL FERZ DIKIN
 
Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, diyar kir ku dewlet ji pirsgirêkên mirovan re çareserî nabinîn û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha de heke dewlet li cem gel cih bigire û ji bo feydeya gel bixebite dê bi piyasê û sektora taybet li hemberî xwe bibîne. Divê refleksa parastina pergala kapîtalîst a beriya gel a dewletên ku bi taybetî ji salên 1980’yî ve ji bo berjewendiyên çîna sermayeye bûne amûrên polîtîkayên aboriye yên neo-lîberal, mirov metel neke. Desthilata AKP’ê bi kampanya ‘Em bixwe têra xwe hene’ berpirsyariya divê bigire ser xwe dide ser mile gel. Bi vê jî bi sînor namîne, di heman demê de perspektîfa xwe ya ku pandemiyê kadî weke nusîbeteke ku ji aliyê hêzên derve ve li Tirkiyeyê hatiye belavkirin, li gel ferz dike. Mixabin kesên ku ji bawer dikin jî hene.”
 
PANDEMIYE FIRSEND AFIRANDIYE
 
Dr. Gunok, destnîşan kir ku pandemiya kadî, firsend daye mirovan ku têkiliya ya xwe bi hinbûnên xwe yên hem bi desthilatê re hem jî xeritandin û xebata kapîtalîst re careke din binirxînin û ev tişt anî ziman: “Rêbazên hilberandina xwestekê ya dewlet û çîna sermayeye timik nayê deşîfrekirin. Weke parçeyeke têkoşîna kadî Heke mirov destê xwe ji hilberandin û pergalên jinûve hilberandinê û xeritandina zêde nekişînin karê me zehmet e. Em dizanin ku li cihê bêhn bê dayîn û standin dê pergala kapîtalîst dîsa şertên ku xwe nû bike dabîn bike. Lê divê êdî veguherandina qrîzê ya firsendê tenê ne di destê kapîtalîstan de be.”
 
NÎŞANÊN KARESETA MEZIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunok, bi lêv kir ku ew xwe ji bikaranîna cem hev a gotinên Tirkiye û dewleta sosyal dûr dide û wiha pêde çû: “Heke heta îro Tirkiye şertê dewleta sosyal pêk nanîbe, çima ji niha şûn ve pêk bîne û heviya civakê bibersivîne? Binêrin ev demeke dirêj li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê nakeve bin ji sedî 13’an. Bawer bin ev tablo nîşanên karesatên mezin in. Di saleke dawîn de gelek mirov, ciwan ji ber ku kar nabînin û xîzaniyê dikişînin întîhar dikin. Ev qet ne rewşeke normal e û nikare bi dewleta sosyal bê girêdan.”
 
‘DIRÛŞMÊN WAN NE SAMÎMÎ NE’ 
 
Dr. Gunok diyar kir ku dirûşmên “li malê bimîne” û “jiyan li malê xweş e” qet ne samîmî ne û got: “Hêj beşek fabrika û sektora taybet dixebitin. Henekê xwe bi însanan dikin. Gelek zarokên karker hene û bi vî awayî ew karkeriya wan tê astengkirin. Lê belê zarokên karker ji xwe ne li gorî qeydan tên xebitandin. Hemû qaçax tên xebitandin. A rast armanc ew e ku hem pergala kapîtalîst bêqisûr bixebite û hem jî dixwazin dan û sitendin bibe. Ez wek welatiyekî min xwe xistiye şûna evdalekî û niha wisa hîs dikim.” 
 
‘TIRKIYE NE SERKEFTÎ YE’ 
 
Gunok destnîşan kir ku li Tirkiyê tu tiştek serkeftî nebûye û wiha domand: “Bila tevîrê hemû welatiyan bigirin. Bila qedexeya derketina derve were ragihandin. Ka em binêrin ev welat bi ser dikeve an jî nakeve? Lê mixabin ji bo welatiyan tiştek nahatiye dabînkirin û tevdîr nehatine girtin. Loma serkefina li dijî koronayê li Tirkiyê hêj nîne. Serkeftina wan ew e ku tenê alîkariyê ji welatiyan kom bikin. Dirûşma ‘em xwe bi xwe bes in’ siberojê di hilbijartinan de bikar bînin jî ez ê şaş nemînim.” 
 
‘DIBE KU KORONA KAPÎTALÎZMÊ BI HÊZ BIKE’ 
 
Gunok bal kişand ser derxistina karkeran a ji kar û metirsiyên siberoja kar dîtinê û got: “Dibe ku çîna sermaye di dema pêşiya me de vîrûsa koronayê bike bahane û îstîhdamê teng bike an jî qanûna kar revize bike û her ku meseleyê nerm bike dê daxwazên wê zêde bibin. Divê mirov ji vê yekê re amade bin. Ez wisa bi bawerim ku sendîkayên karkeran jî di ferqa vê yêkê de ne. Dibe ku krîza vê nexweşiyê kêrî pergala kapîtalîst were, wê xurt bike û pişt re li serê me tam bike bela. Her du îhtîmal jî dê encamên cuda bi xwe re bînin. Ya rast sendîkayên karkeran, rêxistinên civaka sivîl û hemû beşên muxalefetê divê bibin yek û ji bo van metirsiyên kapîtalîzmê xwe amade bikin.” 
 
‘DIVÊ ÎNSAN XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’ 
 
Gunok bal kişand ser piştevaniyê û wiha got: “Beşek ji me dixebitin û beşek ji me li malên xwe ne. Divê bêşik û bêguman dewlet dewlet piştevaniyek tam bide her kesî. Divê ku li şûna derve daxuyanî were dayîn, medya civakî baş were bikaranîn û hemû kar û çalakî li ser înternetê were kirin. Divê em di vê demê de li xwarin, vexwarin û li xwekirina xwe baldar bin. Em li xwarina xwe baldar bin wê ev bibe piştevaniya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîzmê. Divê di vê dema nexweş de însan ji hev re bibin alîkar û xwedî li hev derkevin.” 
 
MA/ Adnan Bîlen
 

Sernavên din

09/04/2020
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
08/04/2020
20:21 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirine bû 812
16:56 Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin
16:30 KESK'ê rewşa Wanê a Covît-19 aşkere kir: Heta niha 7 kes bi vîrûsê mirine
15:58 Îdeaya li Girtîgehae Şakran a Zarokan zarokê 17 salî întîhar kir
15:57 Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin
15:28 Qedexeya li gundên Kerboranê di roja 3’yemîn de ye
15:25 TTB: Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de kodên navneteweyî nanivîse
15:10 HDP'ê neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî
15:08 Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin
14:39 Pîra 107 salî Covît 19 têk bir
14:19 ÎTO redkirina daxwaza 'Zagona Tundiya di Tenduristiyê de' hewaleyî hekîman kir
14:10 Hevserokê HDP’ê Bozdal û Dr. Altûndag hatin berdan
14:01 2 zarokên testa wan pozitif derketin rakirin nexweşxaneyê
13:48 Bapîrê 2 zarokên li Çinarê mirin ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
13:12 Li gel talûkeya vîrûsê 2 qawîş kirin yek
13:05 Li Nisêbînê kesê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da
12:47 HDP'ê 90 daxwazname dan meclîsê
12:37 Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe
12:34 Ûca tundiya li ser girtiyan bir rojeva Meclîsê
12:03 Kesên di teqîna Pasûrê de mirin, diçûn birîna daran
11:36 HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin
11:28 Girtiyekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:17 ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan
11:12 Nesrîn Nas: Divê dewlet ji siyasetmedar û rojnamegerên girtî lêborînê bixwaze
10:55 Dr. Ciwan Mistefa: WHO alîkariyê naden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
10:32 Di teqîna li çoltera Pasûrê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:32 Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire
10:18 GGM ji girtîgehan ne cuda ne: Penaber azadiyê dixwazin
09:34 ‘Em dest ji ax û hilberandinê bernedin’
09:28 Her du xwişkan ji ber feqîriyê jiyana xwe ji dest dan!
09:06 Jin li dijî tundiya bi şewbê re zêdebû, tevna piştevaniyê dihonin
09:06 HDP, li Stenbolê seferber bû
09:05 Xizmên girtiyan: Heger komkujiyek çêbibe berpirsiyar dewlet e
09:05 ‘Li girtîgehan tecrîd heye'
09:04 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Menguç: Hikûmet di vê krîzê de jî li pey kesyperestiyê ye
09:04 Di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêde dibe
09:03 'Bila hemî bajar daxilî nav piştgiriya ji bo çandiniyê bên kirin'
09:03 Qeyûmê Cizîrê ronahiya qeyûmê berê neecibandiye!
09:02 Pisporê Îstihdamê Ok: Bila Fona Betaliyê ji nû ve bê sererastkirin
09:01 Mexdûr kirin bersûc
09:01 Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN
07/04/2020
20:13 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirin bû 725
19:28 Di hefteyekê de 5 bijîşk bi vîrûsê mirin
17:26 46 hunermendan vê carê ji bo girtiyan ‘Zindana Diyarbekir’ strîn
16:23 HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin
15:54 ÎMO: Li şantiyeyan giştînameya parastina ji vîrûsê tê piştguhkirin
15:49 Niqaşên qanûna înfazê ya li meclîsê dest pê kir
15:38 Ji bo Ocalan ku tenduristiya wî tê meraqkirin bang kir
15:38 HDP'ê li Bismilê 3 hezar û 500 maske belav kirin
14:59 Hevşaredar Alaca û Bîlgen banga piştevaniya kampanya malbatan kirin
14:57 Li gundên qedexe îlan kirin telefon jî qut bûn
14:19 Hinceta cezayê li Mizrakli birîn îfadeya îtîrafkar a ‘ji dil e'
14:10 Li Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket: Li qawîşan têkilî bi girtiyan re daniye
14:03 Di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 girtî xistine karantînayê
13:37 Li Îzmîrê 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:35 DFG: 15 rojnameger hatin binçavkirin 8 hatin girtin
13:34 Karkeran li dijî şewbê dest bi piştevaniyê kirin
13:19 Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin
13:11 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe
12:59 PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin
12:18 'Rîska xelayê heye'
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'