Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin

  • cîhan
  • 11:08 7 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê berpirsê Banka Navendî ya Yemenê yê berê û pisporê bankê Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî, bal kişand ser bandora vîrûsê ya corona (Covît-19) û diyar kir ku bankayên navnetewî dê nikaribin demek dirêj xwe li ber encamên vîrûsa corona ragirin. 

 
Vîrûsa corona (Covît-19) piştî li tevahiya cîhanê belav bû Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wekî bandemî îlan kirin. Ji ber şewb belav dibe hem bandorê li ser tenduristî û jiyana mirovan dike, hem jî bandorê li ser aborî, derûnî û jiyana civakî dike. Li Cîhanê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan jî 70 hezar derbas kir. Têkildarî bandora vîrûsê ya li ser aboriyê û bankayên cihanê  Şêwirmendê berpirsê Banka Navendî ya Yemenê yê berê û pisporê bankê Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî, li Qahîrê pirsên Nûcegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Emanî Ezam bersivandin. 
 
Hevpeyvîna bi Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî re wiha ye: 
 
ROLA BANKAN DI KÊMKIRINA BANDORÊN VÎRÛSA KORONAYÊ DE ÇI YE?
 
Bandorên Koronavîrusê û aloziya tenduristiyê bi lez bandor li bankên cîhanê kir, kar da rawestandin û aborî têk bir. Her wiha aktîvîteyên ku çavkaniya sereke ya aboriya welatan in, rawestandin. Lewra pêwîstbû ku bankên navendî û bankên taybet bi karekî hevbeş rabin da ku bandora aloziya tenduristiyê li ser aboriyê kêm bike. Xweragirtina bankan jî li gorî dirêjahiya dema aloziyê ye.
 
DÊ BANK BIKARIBIN XWE LI HEMBERÎ BANDORÊN ALOZIYA KORONAYÊ XWE RAGIRIN?
 
Bi rêya xwendin û şopandina aloziya belavbûna Koronavîrusê, xuya ye ku Ewropa û Amerîka ku mezintirîn navendên bankên cîhanê ne, bûne navenda belavbûna vîrûsa Koroanayê. Vîrûs li wan herêman bi lez bandorê dike. Gelek welatan çalakiyên xwe rawestandin. Mînak li welatên wekî Taylend, Misir, Yewnanistan û Îtalya, tûrîzm çavkaniya sereke ya aboriya neteweyî ye û ji bo pêşxistina aboriyê sûd jê tê girtin. Lewra rawestandina geştyariya di navbera welatan de, dê keraseteke mezin ji wan welatan re bîne. Bi taybetî li Îtalya û Yewnanistanê ku aloziya deynan a mezin lê heye. 
 
DÊ EV PIRSGIRÊK ÇAWA DERBAS BIBIN?
 
Destwerdana bankên navendî û alîkariya bankên taybet ji bo  kontrolkirina aloziya Koronavîrusê, gelek girîng e. Ev yek bi rêya meşandina siyaseteke nerm û kontrolekirina lezgîn ji bo kêmkirina bandorên Koronavîrusê li şerîketan ji ber barê deynan, pêk bê.
 
ROLA BANKÊN NAVENDÎ DI DERBASKIRINA VÊ ALOZIYÊ DE ÇI YE?
 
Rikêşiya aborî ya ku berê di gelek aliyan de heyî bû, ku rêjeya buhayê qezenciya ji berjewendiya Banka Federal a Amerîkî û Banka Navendî ya Ewrûpayê daxist asta sifir, tevgera bankên navendî yên van dewletan di bergeriyên li dijî vîrusa Koronayê bi kar bîne.
 
Ji çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi xebateke cîhanî û koordîneya di navbera beşên giştî û yên taybet de heye. Di encamê de dê bankên li tevahî cîhanî roleke girîng bilîzin.
 
GELO BANK DIKARIN LI HEMBERÎ VÊ KRÎZÊ LI BER XWE BIDE?
 
Ev yek bi dirêjbûna dema krîzê ve girêdayî ye. Dibe ku bank heta demek dirêj karibe li ber xwe bide, ji ber vê yekê hin bankên navendî lez da girtina bergiriyan. Mînaka vê yekê banka navendî ya Misirê, ya ku bi lez bendên bilind ji kişandin û danînê danîn da ku kişandina ji hesaban rawestîne. Di nava 10 rojan tenê de derdora 30 milyar cihê sterlînên misirî hatin kişandin. Di heman demê de bankên misirî ji ber kesada aborî ya ku di encama ragihandina rewşa awarte de çê bûye û rewastandina gelek çalakiyan bi taybet ên girêdayî turîzmê, komkirina qistan paşde xist û demên kredî dirêj kirin. 
 
Li Lubnanê jî bank daxwaznameyên kişandina pereyan bi dolar rawestandin. Ji ber ku depoya wê ji pereya biyanî ji ber rawestandina tevgera balafirvaniyê nema. Bankan pişta xwe didan balafirvaniyê, turîzman û lubnaniyên ku vedigerîn Lubnanê da ku batlaneya xwe derbas bikin. Da ku rasîdên xwe yên hundirîn bi dirava biyanî xurt bikin. Lê piraniya bankan yekser tedbîr girtin.
 
TEDBÎRÊN KU BANG BIGIRIN ÇI NE?
 
Divê bank tedbîran girêdayî ihtîmala ku alozî pêş keve û dema wê dirêj bike, ji bo çend mehan bigirin.
 
PARASTINA HÊZÊN KEDKAR ÊN BANKAN
 
Tevahiya şirketan hema bêje tedbîrên berxwet ji bo parastina karmendên xwe girtin. Di nav de rêwîtiyan karmendan sînordar kirin, siyasetên din ji bo parastinê girtin, girîngî dan paqijiyê di cihê kar de û rêbazên yedek ji bo kar pêşkêş kirin. Tevî wê jî lê dibe ku dema aloziyê ne tenê çend hefte bin dibe ku bigihêje çend mehên bê mîna li Çînê rû daye.
 
Hêzên karker di her bankakê de bingeha tevgera her bankakê ye. Ji ber vê divê bank xeteriyên vegirtina vîrûsê li ser hêzên karker binirxînin. Ji ber ku belavbûna vîrûsê di atmosfera kar de dibe ku bibe sedema girtina bankê li pêşiya zibûnan. 
 
Me dît ku gelek bankên cîhanî ji zibûnên xwe re îzah kirin ku bi rêya teknolojiyê bi karmendên wê re peywendiyê deynin. Her wiha ji karmendên xwe xwest bi awayekî cihawaz di cihên dûr de kar bikin.
 
GIRÎNGÎ BIDIN XEBATÊN BINGEHÎN Û TEKNOLOJIYÊ
 
Di demên dijwar de şênî bi hewcedariya xebatên bankan e. Divê bank li gorî karînê, pêşkêşkirina xebatên bingehîn bidomîne. Li Çînê şênî hertim xwestin xebatên bankan ên bingehîn bimînin mîna servîsên ATM ên bankan û asta servîsên din kêm bibin. Ev jî bi karîna her bankekê ve ji aliyê teknolojî ve girêdayî ye. Bi vê yekê her bankek dikare gelek şaxên xwe bigire lê tenê yên serek vekirî bihêle, tevî kêmkirina hejmara karkeran li avahiyên bankan.
 
Her wiha divê bank hewl bide bala zibûnên xwe bikişîne ser kanalên enternetê û bikaranîna hilberîn û servîsên bankan bi rêya enternetê. Ji daxwaznameyê destpê bike heya bidest xistina servîsê.
 
BERPIRSYARIYA CIVAKÎ JI PIŞTGIRIYA KESAN Û ŞIRKETAN
 
Piraniya malbatan û bankan wê bi kesada aborî bandor bibe. Gelek şirket wê rawestin yan jî wê asta kar tê de kêm bibe heta ku şert baş dibin. Gelek kedkar rojane debara xwe li beramberî saetên kar û hilberînê peyda dike. Ew jî dê quta kes kêm bike û di heman demê de wê asta hilberîna şirketan û dahatinên wê kêm bibe. Wê nikarbe sozên xwe ji bankan re bîne cih.
 
Li ser vê bingehê divê bank lêkolînek kûr girêdayî şirket, war û tevgerên ku herî zêde bi aloziyê bandore bûne çêbike. Bi texmîna min ji bilî yên girêdayî dezenfektekirin madeyên ku du dezenfektekirinê de têne bikaranîn tevahiya tevgeran bi awayekî neyînî bandor bûne. Bi rêya nirxandinê, bank dikarin rewşa zibûnên xwe nas bike da ku karibe çareseriyên pêwîst pêşkêş bike ji bo ku alîkariya zibûnên xwe bike heya ku aloziya aborî derbas dikin, dibe ku heta piştî bidawîbûna aloziyê bidome. Bi taybet ger alozî heya payîza bê dom kir û warê turîzmê mewsimek giştî winda kir bi taybet dewletên Ewropa û Rojhilata Navîn ên ku havîn ji bo wan mewsima turîzmê ye.
 
Ji aliyê diravî ve, asta pêşkêşkirin û daxwaz di dema berê de bi awayekî mezin û balkêş zext li diravî kir. Ev jî me li jor di çarçoveya tedbîrên ku banka navnedî ya Misirê girtine de bibîr xistin.
 
Divê bank girêdayî tedbîrên diravî ji bo piştgiriya zibûnên xwe şiyar bin û teqez bibe ku nîşane diyar in mîna biha, pêşîndanên şirketan, deynkirina di  navbera bankan de.
 
 

Sernavên din

09/04/2020
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
08/04/2020
20:21 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirine bû 812
16:56 Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin
16:30 KESK'ê rewşa Wanê a Covît-19 aşkere kir: Heta niha 7 kes bi vîrûsê mirine
15:58 Îdeaya li Girtîgehae Şakran a Zarokan zarokê 17 salî întîhar kir
15:57 Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin
15:28 Qedexeya li gundên Kerboranê di roja 3’yemîn de ye
15:25 TTB: Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de kodên navneteweyî nanivîse
15:10 HDP'ê neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî
15:08 Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin
14:39 Pîra 107 salî Covît 19 têk bir
14:19 ÎTO redkirina daxwaza 'Zagona Tundiya di Tenduristiyê de' hewaleyî hekîman kir
14:10 Hevserokê HDP’ê Bozdal û Dr. Altûndag hatin berdan
14:01 2 zarokên testa wan pozitif derketin rakirin nexweşxaneyê
13:48 Bapîrê 2 zarokên li Çinarê mirin ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
13:12 Li gel talûkeya vîrûsê 2 qawîş kirin yek
13:05 Li Nisêbînê kesê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da
12:47 HDP'ê 90 daxwazname dan meclîsê
12:37 Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe
12:34 Ûca tundiya li ser girtiyan bir rojeva Meclîsê
12:03 Kesên di teqîna Pasûrê de mirin, diçûn birîna daran
11:36 HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin
11:28 Girtiyekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:17 ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan
11:12 Nesrîn Nas: Divê dewlet ji siyasetmedar û rojnamegerên girtî lêborînê bixwaze
10:55 Dr. Ciwan Mistefa: WHO alîkariyê naden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
10:32 Di teqîna li çoltera Pasûrê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:32 Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire
10:18 GGM ji girtîgehan ne cuda ne: Penaber azadiyê dixwazin
09:34 ‘Em dest ji ax û hilberandinê bernedin’
09:28 Her du xwişkan ji ber feqîriyê jiyana xwe ji dest dan!
09:06 Jin li dijî tundiya bi şewbê re zêdebû, tevna piştevaniyê dihonin
09:06 HDP, li Stenbolê seferber bû
09:05 Xizmên girtiyan: Heger komkujiyek çêbibe berpirsiyar dewlet e
09:05 ‘Li girtîgehan tecrîd heye'
09:04 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Menguç: Hikûmet di vê krîzê de jî li pey kesyperestiyê ye
09:04 Di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêde dibe
09:03 'Bila hemî bajar daxilî nav piştgiriya ji bo çandiniyê bên kirin'
09:03 Qeyûmê Cizîrê ronahiya qeyûmê berê neecibandiye!
09:02 Pisporê Îstihdamê Ok: Bila Fona Betaliyê ji nû ve bê sererastkirin
09:01 Mexdûr kirin bersûc
09:01 Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN
07/04/2020
20:13 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirin bû 725
19:28 Di hefteyekê de 5 bijîşk bi vîrûsê mirin
17:26 46 hunermendan vê carê ji bo girtiyan ‘Zindana Diyarbekir’ strîn
16:23 HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin
15:54 ÎMO: Li şantiyeyan giştînameya parastina ji vîrûsê tê piştguhkirin
15:49 Niqaşên qanûna înfazê ya li meclîsê dest pê kir
15:38 Ji bo Ocalan ku tenduristiya wî tê meraqkirin bang kir
15:38 HDP'ê li Bismilê 3 hezar û 500 maske belav kirin
14:59 Hevşaredar Alaca û Bîlgen banga piştevaniya kampanya malbatan kirin
14:57 Li gundên qedexe îlan kirin telefon jî qut bûn
14:19 Hinceta cezayê li Mizrakli birîn îfadeya îtîrafkar a ‘ji dil e'
14:10 Li Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket: Li qawîşan têkilî bi girtiyan re daniye
14:03 Di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 girtî xistine karantînayê
13:37 Li Îzmîrê 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:35 DFG: 15 rojnameger hatin binçavkirin 8 hatin girtin
13:34 Karkeran li dijî şewbê dest bi piştevaniyê kirin
13:19 Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin
13:11 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe
12:59 PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin
12:18 'Rîska xelayê heye'
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'