ENQERE - Niqaşên têkildarî qanûna înfazê ya AKP-MHP'ê amade kir û li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hatibû erêkirin, li Meclîsê dest pê kir.
Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. AKP û MHP qanûna înfazê anî rojevê û li meclîsê niqaşên têkildarî qanûnê dest pê kir. Niqaş didomin. Heta niha gelek rêxistinêin civakî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, nivîskar, rewşenbir û akademîsyenan li dijî vê qanûnê bertekên xwe anîbûn ziman û diyar kiribûn ku li dijî peymanên hiqûqa navneteweyî ye u li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e.