Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye

  • rojane
  • 09:01 8 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bûye û li gel tenduristiyê darbeyek mezin li hilberîna îndûstrîyalizmê dixe, nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser qonaxa ku pergala kapîtalîzm hatiyê piştrast dike. Ocalan di pirtûka Kapîtalîzmê de destnîşan dike ku Kapîtalîzm hatiye asta herî qels û pir lawaz bûye. 

 
Şewba vîrûsa corona (Covît-19) ku WHO wekî şewba kurevî îlan kir her roj bide sedema  mirina hezaran mirov. Dîsa hemû mirov di malan de hepis kiriye. Ji ber vê yekê li tevahiya cîhanê bi sed hezaran kargerî û fabrîqe hatine rawestandin. Şewba vîrûsa corona bi qasî darbeyek mezin li qada tenduristiyê xist, ew qas darbeyek mezin li qada kapîtalîzm û hilberîna îndûstrîyalîzmê jî xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pirtûka Şaristaniya Kapîtalîst de destnîşan dike ku Kapîtalîzm hatiye asta herî qels û pir lawaz bûye. Nirxandinên Ocalan ên ji bo pergala kapîtalîst û têkçûna wê wiha ye: 
 
"Di dîrokê de bi qasî ku hîç nebûye, di sîstema kapîtalîst de gotin û çalakî ji hev qut in, û ji vê jî wêdetir xiyanet û bêbextiyeke mezin heye. Mîna ku gotin timî çalakiyê çewt bikin hene. Çalakî bi qasî ku hîç nebûye di bendîtiya
sîstema hegemonîk de mîna amûrekî mekanîk kirine xwediyê rol û ristê. Eger mirov xwezaya kapîtalîzma ku ketiye qonaxa împaratoriya global, ji hev dernexîne, form û bernameyên der barê jiyana azad de yên mirov li ser wan difikirin, dikarin ji rê derxînin û ev yek ji gelek mînakên dîrokî tê fêhmkirin. Her gotina bê gotin, her çalakiya bê kirin, ango her teorî û pratîk li qada raqibê xwe nikare rolekê bide xwe. Herî kêm çarsed sal in, modernîteya kapîtalîst bi rêûresmekê ketiye rewşeke hegemonîk û li dijî kirin û têgînên wê yên ji dînekî herî fanatîk bûye kultek, mirov bi helwestên pêxemberî, ewliyayî û Bûdîstîk ranebe, wê her mîna ehmeqekî aşê sîstemê digerîne bimîne. Gelekî behsa dijberiya kapîtalîzmê hat kirin. Di vê qonaxê de divê ev kes bi hosteyî li xwe mikur bên ku pirraniya wan bi tenê bi ehmeqî aşê kapîtalîzmê gerandine û qeraşiya wê kirine..
 
CIVAKÊ TI CARÎ DESTHILATDARÎ Û MÊTÎNGERÎ BI RIZA XWE QEBÛL NEKIRIYE
 
Ez kapîtalîzma xwe gihandiye serê globalîzmê hîç bi hêz nabînim. Belkî jî di qonaxa xwe ya herî qels de ye. Ya rastî, lawaz e, û her tim mumkin e ku bişkê. Ya nayê kirin ew e ku bi hostayî civak li hemberî wê nayê parastin.
Ne ku ez ê bişibînim, lê fena rastiyekê jî em dikarin hegemonyadariya kapîtalîst weke kansêrbûna civakê bi nav bikin û em nikarin wê weke çarenûsên din şîrove bikin. Divê mirov kapîtalîzmê weke sîstema hegemonîk a herî
qels bibîne. Ya hewce dike ew e ku kesayetek bi tenê bimîne jî divê civakbûn rast û bi hostayî pêk bê. Di dîrokê de ya her tim hat kirin ew bû ku li dijî ‘zilamê bi hêz’ yan jî ‘hegemon’ bi karanîna sîlehên wî bû. Hem wekheviya
têgihiştinê û hem jî wekheviya çalakiyê di encamê de yê mîna xwe çêdike. Ya diqewime jî ev e. Li dijî Romayê gelek Roma derketine. Em berê xwe bidin demên kevintir em ê bibînin, sîteya orjînal Ûrûk hînê jî ‘Iraqên Nû’
çêdike. Guhertin gelekî kêm e, lê dubare gelekî zêde ye. Girîng e ku mirov hegemonyayê zêde mezin neke. Civakê ti carî desthilatdarî, mêtinkarî û zordestî bi dil û rizaya xwe qebûl nekirine û bawer nekirine ku bêyî wan nabe. Divê mirov xwe ji têgihiştinên bi vî rengî xilas bike: têgînên weke ‘civaka nipînû’ û ‘şêweyên civakan’ yên li pey hev tên naşibin hev, têgînên pûç in. Civak weke
şêweyekî hebûna cinsê mirov çêdibin, lê weke hev pêş dikevin. 
 
Karl Marks zêdetir bi helwesteke pozîtîvîst nêzî kapîtalîzmê dibû û dixwest wisa ji hev derxîne. Ew jî nîvrê ma. Negihiştê dest biavêje mijara dewlet û desthilatdariyê. Min ti carî nikarîbû hûrûkûr bi vê helwestê dakevim. Ez
diyardeya mêtinkariyê fêhm dikim. Lê timî ji min wer dihat ku ew encam e. Ji encamê jî mirov dest pê bike, helwesteke gelekî kêm e, û ji aliyê polîtîk ve jî rewşa bêparastiniyê îfade dike. Ya rastî li ber serê Marks şoreşeke
mîna pêvajoya salên 1848’an diqewimî. Bi qasî meşa bûrjûwaziyê ber bi desthilatdariyê ve, hilweşîn û veguherîna senyoran jî baş analîz dikir. Têra xwe eleqedariya wî bi ekonomî-polîtîk, felsefe û sosyalîzmê re heye.
 
Lê diyardeya desthilatdariyê ya xwe ji nû ve organîze kiriye û mîna axtepotekê xwe li piraniya civakê û kedkarê xizan gerandiye, bihêlin ew wê fêm bike, nikarîbû pêşiyê lê bigire ku di encamê de sîstematîka wî bi xwe jî nebe
destikê wê. Haya wî jê tinebû ku modela teorîk-pratîk ya pêşniyar dike, hegemonya kapîtalîzmê têra xwe xurt dike. Mînaka herî dawî jî pratîka Çînê ye, çawa ku bûye çavkaniya herî xurt a palpiştiya kapîtalîzma hegemon a
DYE’yê dike. Ev rewş jî têkiliya xwe bi vê hayjixwenebûnê re heye. 
 
YEK JI SEDEMÊN HÊZA HEGEMONTIYA KAPÎTALÎST EW E KU MIROV KIRIYE KOLÊ DILDAR
 
Eger hegemontiya kapîtalîst evçend bi hêz e, yek ji sedemên wê yê bingehîn ew e ku rê li ber koletiya mirov bi dilê xwe bikin, vekiriye. Ma îro karkerekî bi tenê heye ku heqdestekî zêde nexwaze? Bi rastî jî rewş mirov gelekî
xemgîn dike. Ez wexta li ser têkoşîna li dijî kapîtalîzmê diponijim, timî têkiliya pîrek û zilamî tê bîra min. Eger zilam li gorî atmosfera têde, jiyaneke normal pêşkêş kiribe, zehmet e, mirov vê jinê bixe pozîsyona ku li dijî zilam
têbikoşe, ha di vê çarçoveyê de eger karker jî heqdestekî baş bistîne, zehmet e, mirov karibe wî bixe pozîsyona têkoşînê li dijî efendiyê wî yê kapîtalîst ê heqdestekî baş dayê.  Karkerê ku di berdêla heqdestekî gelekî kêm de liber efendiyê xwe yê kapîtalîst xwe qulupanî dike, bihêlin azadbûna wî, wê li dijî pirraniyên civakê jî xulamtiya sîstematîka efendiyê xwe bike. Jixwe di demekê de ku artêşa bê karan ref bi ref zêde dibe, karkerekî rewşa xwe misoger kiribe bi qasî karmendekî dewletê belkî jî ji wî wêdetir rewşa xwe ewle û misoger dihesibîne.
 
Civaka bajêr a weke miqnatîzê ez ji civaka gund kişandim, bi rewşa hatiye analîzkirin ji bo min mekanê bingehîn ê pirsgirêkê ye. Gunehkarê sereke yê ji rizîna civakê di nava xwe de û veqetîna ji wê, bajar e, û civakbûna bajêr
rê li ber vekirî ye. Ya rastî, civaka bajar a şaristaniya dewletdar a çînî ye. Civaka klan a herî destpêkê jî bi qasî şaristaniya bajêr li hemberî jiyanê cahil nîne. Berevajî, eger civaka bajêr a şaristaniyê di qonaxa kapîtalîzmê de bi
temamî bûbe kujerekî hawîrdorê, herhal ev xuya ye ji cehaleta sîstematîk a bunyeya wê ye.
 
Eqlê ji mejiyê hisî qut bûye û têkiliya cinsî ya ji zû ve maneya xwe wendakirî, nîşaneyên bingehîn in ku kansorejeniya kapîtalîzmê berçav dikin. Ji bo desthilatdariyê pişta xwe bi nukleera xeternak ve girê dide, ji bo
karkeriya erzan bi qasî ku di cîhanê de hilneyê dihêlin şênî zêde bibin, ev bi tevahî têkiliya xwe bi cewherê sîstemê re hene, nexasim jî bi şêweyê desthilatdariya wê ve. Şerên cîhanê, şerên mêtingeriyê û şerên
desthilatdariyê yên bi tevahî bandorê li civakê bikin, ji bilî îflasa sîstemê xwedî maneyeke din nînin. Mekanê serketinê yê kapîtalîzmê peravên Bakur-Rojavayê Ewrûpayê û girava Ingilistanê bû. Kapîtalîzm meşa xwe ya serketinê çarsed sale di asta sîstema dinyayê de dimeşîne. Mekanê lê dihilkume navenda çandên qedîm. Rojhilata Navîn e. Ya rastî, kapîtalîzm bi xwe ewladê dawî yê bê xêr û înkarker ê vê çandê ye. Şerê di navbera wan de jî weke tê zanîn kûrtir e. Şerê niha diqewime yê amatoran e.  Di rastî û realîteya me de jiyan li erdê maye, di bin lingan de ye. Maneya wê bi temamî pûç bûye. Heta mirov dikare bibêje em di rewşeke welê de ne, pir zêde xwe xapandin û derew heye, krêtiyeke ku ketiye her qul û deverê û zimanên bi qasî kundan jî nikarin bixwînin hene. 
 
GELEK ÎŞARET NÎŞAN DIDIN KU DAWIYA PERGALA KAPÎLATÎST TÊ 
 
Ez parêznameya xwe bi giştî li dijî çemê sereke pêvajoya şaristaniyê amade dikim û ez ê hûrûkûr li ser hegemonkariya kapîtalîst rawest im. Gelek îşaret û nîşane hene ku em bi wan dibînin dawiya sîstemê tê.
Zanyarên rastî jî di warê van nîşane û îşaretan de hemfikir in. Pirs jî ew e ku mirovatiyê ji vê kaosê bi kîjan gavên tekûz karibe ber bi civakeke azad, demokratîk û wekhev biçe.
 
HETA MIROV TALANKIRINA XWEZAYÊ RANEWESTÎNE, MIROV DIKARE QALA KÎJAN JIYANÊ BIKE? 
 
Ya rastî sîstema kapîtalîst bi xwe jî hewl dide xwe ji destên xwe xilas bike, ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima em bala xwe didin avakirina civakbûnê. Sosyalîzmên me yên dused salan jî di nava kapîtalê de asîmîle bûn,
ji lewra nabe ku aqûbeta me jî bibe weke ya wan şervanên bi îdealên mezin ên mirovatiyê rabûn. Nabe ku em di nava refên lanet li wan kirî de cih bigirin. Ji vê jî wêdetir, nabe ku em Sokrates, Bûda û Zerdeşt weke ku gotinên
xwe yên dawî gotine û bêdeng bûne bihesibînin. Eger ji nû ve em wan bi ruh nekin hingî me ji felsefeya azadiyê ti tişt fêhm nekiriye. Wekî din mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin
heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike?
 
Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare
kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike. Ez ê raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye.
Kapîtalîzm qonaxa şaristaniya bingehê xwe dewlet, çîn û bajar e, ev qonaxa dawî ya eqlê mirov gihiştiyê nîne, berevajî ev qonax a bi dawî hatina eqlê berê ye, û bi tevahî dewlemendiya xwe hilatina eqlê azadiyê ye. Di vê çarçoveyê de mirov dikare serdema modernîteya kapîtalîst weke serdemeke hêviyê şîrove bike." 
 

Sernavên din

09/04/2020
13:32 Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin
12:53 Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda
12:34 ‘Cudatî dikuje, wekhevî dide jiyandin’
12:33 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
12:33 Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê
12:08 Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket
11:59 Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin
11:38 Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
11:32 Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin
11:31 Nexweşê pençeşêre terkî mirinê kirin
11:23 Ji ber vîrûsa korona wê krîza aborî kûrtir bibe
11:04 Roberto Esposito: Divê ewil girtiyên siyasî werin berdan
10:27 Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da
10:22 Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
10:22 Ji bo penaberan banga piştevaniyê
09:46 ‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’
09:42 Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan
09:05 ‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’
09:04 ‘Li fabrîkeyan divê hilberîn bê sekinandin, derxistina ji kar bê qedexekirin'
09:03 ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin
09:03 Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e
09:03 'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin'
09:03 Der bar Mizrakli de vê carê jî bi 'propandaya rêxistinê' dozek din
09:02 Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin
09:02 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin
09:01 Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin
09:01 Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
08/04/2020
20:21 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirine bû 812
16:56 Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin
16:30 KESK'ê rewşa Wanê a Covît-19 aşkere kir: Heta niha 7 kes bi vîrûsê mirine
15:58 Îdeaya li Girtîgehae Şakran a Zarokan zarokê 17 salî întîhar kir
15:57 Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin
15:28 Qedexeya li gundên Kerboranê di roja 3’yemîn de ye
15:25 TTB: Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de kodên navneteweyî nanivîse
15:10 HDP'ê neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî
15:08 Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin
14:39 Pîra 107 salî Covît 19 têk bir
14:19 ÎTO redkirina daxwaza 'Zagona Tundiya di Tenduristiyê de' hewaleyî hekîman kir
14:10 Hevserokê HDP’ê Bozdal û Dr. Altûndag hatin berdan
14:01 2 zarokên testa wan pozitif derketin rakirin nexweşxaneyê
13:48 Bapîrê 2 zarokên li Çinarê mirin ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
13:12 Li gel talûkeya vîrûsê 2 qawîş kirin yek
13:05 Li Nisêbînê kesê di karantînayê de bû, jiyana xwe ji dest da
12:47 HDP'ê 90 daxwazname dan meclîsê
12:37 Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe
12:34 Ûca tundiya li ser girtiyan bir rojeva Meclîsê
12:03 Kesên di teqîna Pasûrê de mirin, diçûn birîna daran
11:36 HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin
11:28 Girtiyekê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:17 ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan
11:12 Nesrîn Nas: Divê dewlet ji siyasetmedar û rojnamegerên girtî lêborînê bixwaze
10:55 Dr. Ciwan Mistefa: WHO alîkariyê naden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
10:32 Di teqîna li çoltera Pasûrê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:32 Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire
10:18 GGM ji girtîgehan ne cuda ne: Penaber azadiyê dixwazin
09:34 ‘Em dest ji ax û hilberandinê bernedin’
09:28 Her du xwişkan ji ber feqîriyê jiyana xwe ji dest dan!
09:06 Jin li dijî tundiya bi şewbê re zêdebû, tevna piştevaniyê dihonin
09:06 HDP, li Stenbolê seferber bû
09:05 Xizmên girtiyan: Heger komkujiyek çêbibe berpirsiyar dewlet e
09:05 ‘Li girtîgehan tecrîd heye'
09:04 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Menguç: Hikûmet di vê krîzê de jî li pey kesyperestiyê ye
09:04 Di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêde dibe
09:03 'Bila hemî bajar daxilî nav piştgiriya ji bo çandiniyê bên kirin'
09:03 Qeyûmê Cizîrê ronahiya qeyûmê berê neecibandiye!
09:02 Pisporê Îstihdamê Ok: Bila Fona Betaliyê ji nû ve bê sererastkirin
09:01 Mexdûr kirin bersûc
09:01 Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN
07/04/2020
20:13 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirin bû 725
19:28 Di hefteyekê de 5 bijîşk bi vîrûsê mirin
17:26 46 hunermendan vê carê ji bo girtiyan ‘Zindana Diyarbekir’ strîn
16:23 HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin
15:54 ÎMO: Li şantiyeyan giştînameya parastina ji vîrûsê tê piştguhkirin
15:49 Niqaşên qanûna înfazê ya li meclîsê dest pê kir
15:38 Ji bo Ocalan ku tenduristiya wî tê meraqkirin bang kir
15:38 HDP'ê li Bismilê 3 hezar û 500 maske belav kirin
14:59 Hevşaredar Alaca û Bîlgen banga piştevaniya kampanya malbatan kirin
14:57 Li gundên qedexe îlan kirin telefon jî qut bûn
14:19 Hinceta cezayê li Mizrakli birîn îfadeya îtîrafkar a ‘ji dil e'
14:10 Li Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket: Li qawîşan têkilî bi girtiyan re daniye
14:03 Di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 girtî xistine karantînayê
13:37 Li Îzmîrê 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:35 DFG: 15 rojnameger hatin binçavkirin 8 hatin girtin
13:34 Karkeran li dijî şewbê dest bi piştevaniyê kirin
13:19 Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin
13:11 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe
12:59 PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin
12:18 'Rîska xelayê heye'
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'