Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin

  • rojane
  • 11:25 10 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku desthilatdarî bi pêşnûmeya înfazê dubendiyê ava dike û got: “Divê girtîgeh bên vale kirin û wan bixin navendên karantînayê. Rojek berî rojekê divê gavên şênber bên avêtin.”

Şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19) bi lez belav dibe û bertekên li dijî desthilatderiyê ku bergiriyan nagirê zêdetir dibin. Pêşnûmeya Înfazê ya ku ji ber şewbê hat amadekirin, li bendêye di Meclîsê bê qebûl kirin. Li dijî vê pêşnûmeyê bertek zêde û ev pêşnûme weke “cudakiriyê” tê rexnekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê pêşvajiya şewbê de “Kampanyaya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê” dest pê kir û armanc dike ku di vê pêvajoyê de piştevaniyê zede bike.
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, derbarê pêşketinên heyî, pêşniyarên partiyê, pêşnûmeya înfazê û kampanyaya malbatî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Bûldan, dest pê kê rojên bi tendurist ji bo her kesî xwest û wiha axivî: “Ev demek dirêje em ji malên xwe dernakevin û qadên me yên jiyanê teng bûne. Em civîn û roportajên xwe herî zêde li ser medya civakî pêk tînin. Qanûna înfazê demek dirêje di rojeva Tirkiyê û partiya me deye. Ev pêşnûme ji berê de hatiye amedekirin. AKP û MHP’ê ev pêşnûme amadekiribû û bi hinceta şewbê hewl didin di Meclîsê re derbas bikin. Ev qanûn wê girtîgehan rehet neke. AKP’ê ji bo alîgirên xwe ev pêşnûme amade kiriye. Dîsa hemû pêşniyarên me û partiyên din qebûl nekirin. Ji xala vê pêşnûmeyê bigirin heya bêhnokê çawan hatiye amadekirin, wisan hatiye derxistin. Qadên herî bêparastin girtîgehin. Çawan ku şewb bikeve girtîgehan wê encamên pir giran bi xwe re bîne. Ligel vê rastiyê dizanîn jî, dîsanê cudakariyê dikin. Kesên ne weke wan bin, bi mirinê re rû bi rû dihêlin.”
 
‘DIVÊ GIRTÎGEH BIBIN NAVENDÊN KARANTÎNAYÊ’
 
Bûldan, bal kişand ser tijebûna girtîgehan û wiha got: “Di girtîgehan de nêzî 300 hezar girtî û hikûmxar hene. Ev hejmarek pir zêdeye. Di qawîşên 10-15 kesan de 60 kes dimînin. Lê desthilatdarî dixwaze tenê ji bo 80-90 hezar kesî qanûna înfazê derbixe. Dîsa di girtîgehan de bi sedan girtiyên temenê wan 60 salî û nexweşên giran hene. Kesên ku qet sûc nekirin hene. Ev kes tenê ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin. Divê ev qanûn, qanûnek wekhev be. Lazime ku girtîgeh bên vale kirin û bibin cihên karantînayê. Wisan xuya dike ku di rojên pêş me de wê ev vîrûs zêdetir belav bibe. Ji ber vê pêdivî bi navendên karantînayê hene.”
 
‘DAXWAZA QANÛNA WEKHEV
 
Bûldan, diyar kir ku wijdana civakê ji ber pêşnûme qet ne rehet û wiha bilêv kir: “Ji bo ku ev qanûn derbikeve AKP zextê li alîgirên xwe dike. Wijdana mirovan li dijî vê yeke. Ger di girtîgehan de rewşek neyînî rû bide, dê di civakê de şikestinek mezin pêk were. Sedema vê jî, wê hikumet û kesên ji vê qanûnê re bejin ‘erê’ bin. Rojek berî rojekê divê gavên şênber bên avêtin. Di vê pêvajoyê de bêdengmaniya me, wê bê wateya ku ‘em vê qanûnê qebûl dikin.’ Ji ber vê emê bêdeng neminin. Em ê li her derê û bi navbeynkariya medya civakî îtîrazên xwe bînin ziman. Lê ev ne tene pirsgirêka HDP’ê ye. Ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê. Divê gelên Tirkiyeyê daxwaza qanûnek wekhev bikin.”
 
OCALAN DIBIN RÎSKÊ DEYE
 
Bûldan, derbarê tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî, ev nirxandin kirin: “Her çiqasî malbat û parêzer neyin û neçin jî, Girtîgeha Îmraliyê girtîgehek bi riske. Ji ber ku li wê dere hatin û çûyînek heye. Li wê derê rêveberiya girtîgehê û rayedarên leşkerî bi durveger dimînin. Di dema pêvajoyê aştiyê de me ev dît. Heftiyê carekê guhertin tê kirin. Birêz Ocalan 72 saliye û di heman deme de nexweşiyên wî yên kronîk hene. Ji ber vê ew jî dikeve koma bi rîsk. Teqez divê bi malbatê re hevdîtina bi dîmen an jî bi telefonê pêk were. Divê şandeyek tenduristiyê ya serbixwe biçe Greva Îmraliyê, li wê derê test bike û encamên vê jî, bi raya giştî re par ve bike. Ev mijarek girîng û lezgîne.”
 
‘AKP NIKARE VÊ PÊVAJOYÊ BI RÊVE BIBE’
 
Bûldan, şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a her roja diçe belavtir dibe jî nirxand û wiha got: “Hikumetê di serî de bergirî negirtin. Tenê bang ‘di malê de biminin’ dike. Bi milyonan mirovên ku neçarin bixebitin hene. Hîna jî diçin kar dikin. Hewl didin pereye nanê xwe qezenc bikin. Sermayedar hîna jî mirovan didin xebitandin. Weke HDP’ê me her tim ev yek parast; Divê karker û kedkar teqez di malên xwe de bimînin. Lazime ku daxwaza wan destûra bi mûçe bê qebûlkirin û mirov bikevin karantînayê. Em bangên hikumetên welatên din dibihîsin û dibînin. Lê mixabin li Tirkiyeyê tiştek wiha tuneye. Di vê pêvajoyê de derket holê ku AKP nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Ev jî şewbê belavtir dike û mirinan zêdetir dike.”
 
‘PÊŞEROJA GEL QET NEFIKIRÎNE, PERE JI BO XWE XERÇ KIRIN E’
 
Bûldan, dest nîşan kir ku Serokkomarê tu welatan dernakeve televîzyonan, alîkariyê ji gel naxwaze û wiha domand: “Hemû welat pereyan li welatiyên xwe belav dikin. Lê Serokkomarê welatê me, ji welatiyan pere daxwaz dike. Îro em di rewşek wiha dene. Ev jî vê nîşan dide; Di kaseya Tirkiyeyê de pere nemaye. Hemû pere ji bo xwe xerç kirine. Pêşeroja gel qet nefikirîne. Ji ber vê gelê me neçare ku di van rojên zor û zehmet bixebite. Guhenê vê jî di stûyê hikumetê deye. Hikumet sedema vê yekê. Ev hikumet teqez dê hesabê vê bide.”
 
‘EM WAN AGAHDAR DIKIN LÊ GUH NADIN ME’ 
 
Buldan diyar kir ku wan ji hikumetê re gotiye ku ku divê vê pêvajoyê bi rêxistinên teduristiyê û muxalefetê re birêve bibin û got: “Xelke banga me dibihîze. Lê hikumet naxwaze bibîhîze. Hindik be jî bi Wezareta Tenduristiyê re peywendiya me heye. Em ê bangên xwe bidomînin. Agahiyên tên ber destên me em bi wan re parve dikin û rîsk û talûkeyan ji wan re dibêjin. Em ji bo tevdîr girtinan jî nêrînên xwe dibêjin.”
 
‘AKP PÊVAJOYÊ VEGUHERANDIYE FERSENDÊ’ 
 
Buldan bal kişand ser di pêvajoya koronayê de desteserkirina 8 şaredariyên partiya wan û got: “8 şaredariyên me hatin dizîn. AKP di vê pêvajoyê de fersendê xistiye dewrê û wisa rola xwe dileyîze. Dixwazin bi her awayî pêşiya HDP’ê û xizmeta wê û şaredariyên wê asteng bikin. Lê wê bi ser nekevin.” 
 
‘JI SILAMETIYA GELÊ XWE EM HER TIŞTÎ DIKIN’ 
 
Buldan bal kişand ser kampanya partiya xwe ya “Malbata Xwişk û Bira” û got: “Her kesê rewşa wan baş e û dikarin piştevaniya xwe diyar bikin pêwîste beşdarî Kampanya Malbata Xwişk û Bira bibin. Piştevanî wê me di vê demê de bi moral û kêfxweş bike. Helbet wê di rojên pêş de bername û plansaziyên me cuda jî hebin. Lê ji bo başî û silametiya gelê xwe em ê her alternatîf û xizmetê bixin dewrê. Em wek partî û rêveberiya me birêkûpêk derbarê vê pêvajoya şewbê de civînan li dar dixin û em jî derheqê şewbê û tevdîrên gelê xwe agahdar dikin.” 
 
‘DIVÊ JIN HIN BI RÊXISTIN TEVGER BIKIN’ 
 
Buldan bal kişand tundiya ser jinan a di van rojên di malê mayîn de û got: “Em li ser medya civakî gelek xebatên derbarê jinan de birêve dibin. Jin di vê dema di malê de bêtir mexdûr dibin. Em dibînin di hundirê malê de tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Qetilkirina jinan jî didome. Lê girînge ku hemû rêxistin û saziyên jinan li dijî qetilkirinê û tundiya li dijî jinan li ser medya civakî bi hev re tevger bikin. Torên piştevaniya jinan gelek girîng in. Divê em van rojên dijwar bi piştevaniyê derbas bikin. Ji bo pêşxistina polîtîkayên jinan rêxistinbûyîn lazim e. Divê hemû sazî û tevgerên jinan bi rêxistinbûyî bi hev re tevger bikin.” 
 
‘DIVÊ EM VÊ RÊVEBERIYÊ JI XELKÊ RE BÊJIN’ 
 
Buldan bal kişand ser pergalek dinyayê ya piştî şewbê ku nîqaş li serê tê birêvebirin û got: “Di vê pêvajoyê de û piştî vê pêvajoyê, pêwîste hin bêtir muxalîf û hêzên demokrasiye li cem hev bin û pêwîste hin bêtir qala rêveberiya welat ji xelkê re bikin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

12/04/2020
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome
14:48 FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir
14:22 Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome
14:01 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
13:38 Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin
13:33 'Ne alîkarî piştevaniye'