* Dayika Agît Îpek a ku cenazeyê lawê wê bi rêya PTT'ê jê re şandin, Halîse Aksoy, destnîşan kir ku hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine û got: "Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Li dijî vê yekê gotin diqede. Em ne li benda vê wehşetê bûn.”
* Parêzer Mehtap Sert, bal kişand ser pêşnûmaya qanûna înfazê û got, bi sererastkirinên der barê zarokên girtî de cezayên dîsîplînê yên nû lê hatine zêdekirin. Sert, destnîşan kir ku bi taybetî jî astengkirina hevdîtinên malbatan nayê qebûlkirin.
* Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin.
* Endamê meclîsê ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku di pêvajoya şewba coronayê de hikûmet ji karkeran dixwaze hem hilberînê bidomînin hem jî dev ji mafên xwe berdin û li dijî vê yekê bal kişand ser girîngiya têkoşîna sendîkayî û rêxistinbûyî.
* Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê destnîşan kir ku li gor "sûc û sûcdar" çêkirina qanûnê dijî Qanûna Bingehîn e û got: "Ji xwe wijdan xwînî bûne, hê bêtir xwînî nekin."
* Karkerên ku meh û nîvekê li Quweytê hatin şixulandin û bêyî ku meaşê wan bê dayîn ew şandin Tirkiyeyê diyar kirin ku mafên wan hatine xespkirin û gotin, ew ê gilî bikin.
* Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, di vê pêvajoya ku civak ji ber vîrûsa corona, bêdir rojên xwe di malê de derbas dikin, li ser rîskên pêkan û pêşniyarên çareseriyê yên li hemberî van rîskan rawestiyan. Înîsiyaitfê destnîşan kir ku dêûbav dikarin van rojan bikin rojên bi avantaj û ji dê û bavan xwest ku di malê de plansaziyek hevpar çêkin, pirtûk bixwînin, lîstikên zarokantiya xwe fêrî zarokên xwe bikin.