Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn

  • rojane
  • 10:07 13 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Di ser operasyona KCK'ê ya 14'ê Nîsanê ku li dijî siyasetmedar û hevşaredarên Kurdan re 11 sal borîn. Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay ku wê demê parêzer bû û di operasyona bi navê KCK/TM de hat binçavkirin û girtin wiha got: "Mirov nikare vê operasyonê tenê bike malê cemaetê. Ev operasyon ji AKP'ê ne serbixwe bû." 

Heta niha li dijî siyasetmedarên kurd gelek operasyon çêbûn. Parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Doğan, Leyla Zana, Hatip Dicle û Selim Sadak bi operasyonekê hatin girtin û 10 salan girtî man. 15 sal şûnde dîsa li dijî siyasetmedarên Kurd operasyon pêş xistin. Vê carê bi navê Meclisa Tirkiye ya KCK'ê operasyon li dra xistin. Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedar, parêzer, hevşaredar û rojnamegerên Kurd operasyon dan destpêkirin û vê operasyonê nêzî 2 salan berdewam kir. Di operasyona ewil de 52 siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Di operasyonê de cîgirê Hevserokên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Kamuran Yuksek, Bayram Altun û Selma Irmak jî di navde 52 kes hatin binçavkirin û girtin. Di operasyona 17'ê Hezîranê de endam, rêveberên DTP'ê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin û girtin. Di operasyona sêyemîn de jî sendîkavan kirin hedef. Di 11'ê Îlona 2009'an de 35 sendîkavan hatin binçavkirin û girtin. 
 
Di operasyona 24'ê Kanûna 2009’an de siyasetmedar û hevşaredarên Kurd kirin hedef. Di vê operasyonê de destê hevşaredar û siyasedmedarên kurd kelepçe kirin û li pêş edliye rêz kirin. Di vê operasyonê de 36 kes hatin binçavkirin, 8 kes li dozgeriyê hatin berdan, Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydın Budak, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekin, Şaredare Sûrê Abdullah Demirbaş, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengiz, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahin, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pîranê Abdullah Akengin, Wekîlê Şaredarê Amedê Ali Şimşek, Serokê Şaxa ÎHD'ê Muharrem Erbey  hatin girtin. Dîsa Siyasetmedare Kurd Hatîp Dîcle ku berê jî 10 salan girtî mabû di vê operasyonêde disa hat binçavkirin û girtin. 
 
WÊNEYÊ BI KELEPÇE BÛ DÎROK 
 
Di nava operasyonên li dijî siyasetmedaran ya ku herî derket pêş, operasyona ku destê siyasetmedarên kurd kelepçe kirin û li pêş edliyê rêz kirin bû. Di ser operasyonên li dijî siyasetmedaran re 11 sal derbas bûn. Lê wêneyê siyasetmedaran ê dest bi kelepçe cihê xwe di rûpelên dîrokêde girt. Di operasyonên Doza Sereke ya KCK'ê yên Amedê de 154 siyasetmedarên Kurt hatin darizandin. Operasyona ku di 14'ê Nisana 2009'an de dest pê kir, heta payiza 2011'an berdewam kir. Di navbera 4-28'ê Cotmeha 2011'an de vê carê li Stenbolê li dijî siyasetmedar, parêzer, rojnamegerê Kurd bi heman navî operasyon hat destpêkirin. Rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û parêzer jî di navde 205 kes hatin binçavkirin û 147 kes hatin girtin û di bin navê Operasyona Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê hatin darizandin. Darizandin hêj didome. 
 
Di 22'ê mijdara 2011'an de parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn hedef û 46 parêzer hatin binçakirin. Ji wan 33 parêzer hatin girtin. Darizandina parezeran didome. Di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya Kurd operasyon hat destpêkirin. Di navde xebatkarên DİHA, Azadiya Welat û Ozgur Gundemê jî heye 49 rojnameger hatin binçavkirin û 36 kes hatin girtin. Doza rojnamegeran hêj didome. Operasyona dawî ya bi navê KCK'ê herî dawî di 13'ê Çileya 2012'an de hat kirin. Di vê operasyona Navenda wê Stenbol de li  17 bajaran 39 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û 31 siyasetmedar hatin girtin. Di operasyona salên 2009-2011'an de ku ku li dijî pêşengên Kurdan hat kirin de  bi sedan siyasetmedar, parezer, rojnameger, akademîsyen û sendîkavan hatin binçavkirin û girtin,. Bihezaran sal ceza li wan hati birîn. Darizandina gelekan hêj didome. 
 
Rayedarên ku wê demê li dijî pêşengên Kurdan bi navê Operasyona KCK'ê operasyon li dar xistin, piştî darbeya 15'ê Tirmeha 2016'an di bin nave "Endamtiya FETO" de hatin binçavkirin, girtin û niha tên darizandin. Lê her çend wekî operasyona "Rêveberiya FETO" tê zanîn ji operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd berdewam dike. 
 
DOZÊ 10 SALAN BERDEWAM KIR
 
Darizandina doza KCK'ê ya Amedê 10 salan berdewam kir û li 99 kesan ceza hat birîn. 55 kesan beraet kir. Dadgehê bi giştî Hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj ceza li siyasetmedaran birî. Dadgeha Bilind biryara 2'emîn Dadgeha Cezıayên Giran a Amedê xera kir û cezayê 59 kesan ê bi giştî 475 sal cezayê girtîgehê erê kir. Dadgehê Cezayê 2 parlamenterên Kurd û hemû Şaredarên ku wê demê hatibûn girtin erê kir. 
 
DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ 
 
Piştî darbeya 15'ê Tirmehê disa operasyona li dijî siyasetmedarên Kurd berdewam ki. Vê carê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş bi "Darbeya 4'ê Mijdarê" hatin binçavkirin û girtin. Ji 102 şaredariyên Kurdan qeyûm tayînî 96 şaredariyan kirin. Hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an HDP'ê dîsa şaredarî qezenç kirin û di Tebaxa 2009'an de dîsa dest bi operasyonan kirin û qeyûm tayînî 40 şaredariyan kirin. 
 
Di van operasyonên li dijî siyasetmedar, parêzer, rojnamegerên Kurd hatin kirn de yek jî Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay bû. Gunay, di operasyona ewil a 14'ê Nîsanê de di nava 52 kesan de hat binçavkirin û girtin. Pişti 5 salan girtî ma di 13'ê Nîsana 2014'an deserbest hat berdan. Gunay, ji operasyona Doza Sereke ya KCK'ê beraet kir. 
 
'BI OPERASYONAN XWESTIN TEVGERA SIYASÎ YA KURT TASFIYE BIKIN' 
 
Gunay, bi minasebeta salvegera operasyonên KCK'ê yê li dijî siyasetmedarên kurd nirxandin kir. Gunay, diyar kir ku Operasyonê Doza KCK'ê ya Meclîsa Tirkiyeyê  bi hevkariya AKP û Cemaeta Fettullah Gulen  pêk hatin û wiha got: "Bi van operasyonan xwestin tevgera siyasi ya Kurdan tasfiye bikin. Gunay anî ziman ku piştî AKP bi serê xwe bû îqtîdar ji bo her tim îqtîdara xwe mayinde bike nexwes ku kes li hemberhî wê bi hêz bibe û li gorî wê polîtîka û bername pêş xist. Gunay, da anîn ku li aliyekî polîtîkayên ku deng û hêza Kurdan bi dest bixe meşand û li aliyê din jî ji bo hêza siyaseta kurd tasfiye bike polîtika pêş xist û wiha got: "Em dinerin ku DYA, Tirkiye û Iraq bi meranizmaya sêgoşe hewl didin ku PKK'ê tasfiye bikin. Ji bo vê yekê bê navber dicivin. Li gel vê yekê kesên aştî û çareseriyê dixwazin, ji PKK'ê dixwazin ku şensek din bidin siyaseta demokratîk. Di hevdîtinên parêzeran ên bi Birez Ocalan de ji bo Partiya Civaka Demokratîk (DTP) pêş bikeve, tevli siyaseta demokratîk bibe, fikra ku şertê siyaseta demokartîk pêş bikeve li pêş bû. Piştî hilbijartina 29'ê Adara 2009'an AKP di hilbijartinên li Kurdistane de têk çû. DTP'ê gelek şaredarî ji destê AKP'ê derxist. Piştre di sibeha 14'ê Nîsanê de bi navê operasyona Meclîsa Tirkiye ya KCK'ê operasyon li dar xistin. Bi vê yekê DTP kirin hedef û rê li peş siyaseta demokratik girtin. Bi van operasyonan rê li pêş çareseriyek bi ewle û tenduristî girtin. 
 
 
ZAGONA DEWLETÊ TEPISANDIN, GIRTIN Û TASVIYE BIKE YE
 
Gunay, da zanîn ku ji roja tevgera siyaseta legal a Kurd pêş ketiye heta niha polîtîkayêni tundî, zext, girtin û tasfiyekirinê berdewam dike û wiha bi dawî kir: "Hişmendiya dewletê ya komkujiya siyasî ne nû ye. Di sedsala dawî de Kurd ji hemû maf û daxwazên xwe yên rewa û azadiyê bêpar tê hiştin. Kurd ji bo van daxwazên xwe rastî polîtîkayên tundî, tasfiyeye tên. Ji pêvajoya DEP'ê heta niha, Kurd ji bo siyaseta demokratîk têdikoşin. Ji bo azadi û çareseriye têdikoşin. Her çend aktor û kesên di nava dewletê de tên guhertin jî hişmendî nayê guhertin. Operasyona KCK'ê bi destê cemaetê kirin. Niha jî heman operasyonên li dijî HDP û KCD'ê bi AKP'ê didin kirin. Lê Kurd di têkoşîna azadiyê de bi israr in. Ji ber vê yekê ev polîtîkaya tundî, tepisandin û tasfiyê îflas kiriye. 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

14/04/2020
09:11 ‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'
09:09 'Ger Covid-19 nekuje, dê bêkarî û xîzanî bikuje
09:07 ‘Guhertina qanûna înfazê jiyana girtiyên siyasî dixe metirsiyê’
09:05 287 rojin di rojiya mirinê de ye: Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerattir bû
09:04 TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin
09:03 Ji mêşvanan pêşniyara ‘vegerin xwezayê’
09:01 Testên girtiyan nayên kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin
13/04/2020
19:54 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara miriyan bû hezar û 296
16:43 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: 300 kes di karantînayê de ne
16:10 JDY: Îqtîdar bi zagonên corona otoriteriya xwe xurt dike
16:05 Serlêdana Agît Îpek li meclisê hat kirin
16:01 Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket
15:52 HDP: Îqtîdar nikare ser topavêtina xwe veşêre
15:45 Ji KCD’ê daxuyaniya Mistefa Selîmî
15:37 Li Mêrdînê hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an
15:35 Bi îdîaya Rojnameger Kanbal heqaret li Soylu kiriye xistin ber lêpirsînê
15:21 Beştaş: Hev diparêzin
15:20 Ji bo Koçak ketin greva birçîbûnê
15:16 Xwestin nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin
15:15 Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin
15:03 Li Idlibê barîqat danîn pêşiya dewriyeyê
14:32 Meclîsa Gel a Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kir
14:20 Dadgehê, Azîz Orûç wek rojnameger nedît
14:19 Dildarên li Sûrê nan li welatiyan belav kirin
14:09 Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye
13:50 Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
13:48 Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
13:48 Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin
13:37 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye
13:23 Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye
13:13 Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
13:01 Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne?
12:58 Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê
12:54 Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
12:38 Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:33 Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir
12:32 Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin
12:12 Groenland bû herêma ewil ku ji Kovîd-19 rizgar bûye
12:08 Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
11:42 Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang
11:35 Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî
11:30 ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest
11:29 Li Amedê kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gişt 19’an
11:13 Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir
10:57 Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
10:46 Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin
10:08 ‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
10:07 Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn
09:32 Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin
09:18 ‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
09:17 Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê
09:17 Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin
09:16 Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin
09:15 Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye
09:14 Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike
09:14 ‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’
09:02 ‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
09:01 ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN
12/04/2020
23:17 Wezareta Karê Hûndir: Qedexeya 2 rojan ji saet 24.00’an ve dawî dibe
21:40 Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû îstîfa kir
20:21 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an
19:25 Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê
18:45 Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin
18:23 HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin
17:20 Şaredariya di destê qeyûm de dezenfekta sexte belav kir
16:48 ‘Em bi hevre tora piştevaniyê bihûnin'
16:35 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin
16:34 Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî
15:41 30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin
15:31 Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin
14:51 Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA
14:09 Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:32 Ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kirin
13:29 Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin
13:12 MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye
12:11 Meclisa Ciwanên HDP'ê: Şandina cenaze ya bi PTT'ê li dijî mirovahiyê ye
11:43 Ji bo 2 Navçeyan hişyariya erdhejê
11:38 ÎGC'ê êrîşa li rijî rojnameger Tanriverdî şermezar kir
11:08 Xebatkarên tenduristiyê: Me nizanibû em bi çi re rû bi rû bimînin
11:07 Di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27 zêde bû
09:59 Rojnameger: Wê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe
09:45 Çend wêne ji kolanên Amedê yên qedexe
09:20 Girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bang kirin
09:09 'Kareki me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye'
09:08 Ji bo xebatkarên tenduristiyê 2 hezar sîperdank çêkirin
09:08 Li Şirnexê ji bo 'Kampanyaya Xwişk û Bira' hezar malbat hatin diyarkirin
09:07 Dest bi kesixandina spîndaran kirin
09:06 Derûnas Çaki: Nehêlin fikar jiyana we kontrol bikin
09:05 Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe
09:01 Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN
08:35 Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin
07:56 Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn