'Ger Covid-19 nekuje, dê bêkarî û xîzanî bikuje

  • rojane
  • 09:09 14 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Xwebûnê Zehra Mohammedzadeh, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser talûkeyên li pêş civaka xizan û polîtîkayên dewletê û destnîşan kir ku pergal qeyranê di nava qeyranê de dijî. Mohammedzadeh, destnişan kir ku pergal ji ber qeyranê dijî li şûna tedbiran bigirin betir re li pêş felaketê vedikin. 
 
Nivîskara Rojnameya Xwebûnê Zehra Mohammedzadeh, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bi ser navê "Ger Covît-19 nekuje dê bêkarî û xizani bikuje" bal kişand ser qeyrana pergalê û xizaniya ku gefan li civakê dixwe. Zehra Mohammedzadeh, anîziman ku îro li cîhanê ji ber vîrusa Covid-19’ê hema bêje jiyan rawestiyaye û pergala bikrîz di nav kirîza ku dijî de li pey rê û rêbaza bihurandina ji vê yekê ye. û wiha got: "Lê ne pêkan e pergala bikrîz a modernîteya kapîtalîst bikaribe çareseriyê bibîne, ji ber ku sedemên van hemû krîz û nexweşiyan ev pergal bixwe ye. Nexasim di rewşeke wiha de jî pergalên heyî li şûna tedbîran bigirin, di civakan de rê li cihêkarî û pirsgirêkên cuda vedikin." 
 
'ÎRANÊ EWIL TINAZÊ XWE LI WELATÊ CÎHANÊ KIR LÊ...' 
 
Nivîskar Mohammedzadeh, bal kişand ser rewşa dewlet û civaka Îranê û wiha cih da nivîsê: "Helbet yek ji welatê ku herî zêde vîrusa Covid-19 lê belav bû jî Îran e. Rayedarên hikûmeta Îranê ji destpêkê de bi nêzikatiyek ne cidî û ji rêzê nêzî rewşê bûn û tedbîrên pêwîst negirtin. Tinazên xwe li welatên cihê kirin, rastiya rewşê ji gel û raya giştî veşartin, qaşo bi vê yekê xwestin xwe wek dewletek bi hêz pêşan bikin. Lê belê di demeke kin de hat dîtin ku rewş ji ya heyî gelek xirabtir e û nexweşî belavê tevahiya welat bû. Ger di dema xwe de tedbîrên pêwîst bihatana girtin, ne pêkan bû ku encama îro tê jiyîn rû bida. Di destpêkê de rayedarên Îranê li şûna ku bajarên wek Qûmê ku bûyerên vîrusê lê zêde bibûn bixin bin karantînayê û tedbîrên hewce bistînin, gel şaş agahdar kirin û ketin nav şerê ka em çendî bi hêz in. Lê îro jî dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku serokkomar Hesen Rûhanî di civîna kabîneyê de da diyarkirin; “Me pêla ewil a vîrusa Covid-9 bihurand. Wek hikûmet me vîrus di 20 sibatê de ferq kir û me di heman civîna xwe de jî ev yek bi gel re parve kir.” Di axaftineke xwe de jî Rûhanî dibêje; “Dibe Covid-19 heya mehên li pêşiya me, yan jî heya dawiya salê bi me re be.” Her çend Rûhanî di civîna civata wezîran de da diyarkirin ku li hemû bajaran bûyerên Covid-19’ê kêm bûne, lê rewşa heyî berovajî vê yekê nîşan dide." 
 
LI ÎRANÊ VÎRÛS BELAV DIBE 
 
Zehra Mohammedzadeh, bal kişad ser belavbûna vîrûsa li Îranê û wiha li nivîsê zede kir: "Kiyanûş Cehanpûr, serokê navenda agahdarkirina Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, balê dikişîne ser daneyên herî dawî yên vîrusa Covid-19 û dibêje; 'Li gelemperiya welat ên ku heya niha bi vê nexweşiyê ketine 67 hezar 286 û 27 hezar 39 kes jî baş bûne. Û 4 hezar 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Di nav 24 saetan de hezar 997 kesên din tûşî nexweşiyê bûne ku ji wan 121 kesan jiyana xwe ji dest daye.' Ev daneyên fermî ên dewletê bixwe jî didin diyarkirin ku berovajî gotina Rûhanî, belavbûna vîrusê hîn berdewam e." 
 
'LI ROJHILATÊ KURDISTANÊREWŞ XERABTIR E' 
 
Nivîskar Zehra, bal kişand ser Rojhilatê Kurdistane wiha nivîs berdewam kir: "Lazim e em êşare pê bikin ku li rojhelatê Kurdistanê rewş hîn xirabtir e. Agahiyên ji hindurê welat tên, rewşê xirabtir û daneyên ku tên dayîn jî zêdetir nîşan dide. Bi taybetî li bajarên kurdan tedbîrên ji bo tendirustiyê pir kêm in. Ji bo wê jî nexweşî pir zû di nav civakê de belav dibe û derfetên dermankirinê di asta herî jêr de ye. Li bajarê Banê gel ji daneyên fermî yên hikûmetê wêdatir, behsa hejmarek zêde a miriyan dike, dîsan Islamabad a girêdayî bajarê Ûrmiyê bi temamî di qerentînê de ye ku ji sedî 90 şêniyên wê kurd in. Her wiha alîkarî û derfetên ji bo dermankirin û amûrên tenduristiyê hema bêje tune ne. Hin ciwanên kurd bi derfên kêm û înîsiyatîfa xwe komek avakirine û tiştên zarorî û xurekê digihînin malbatên xîzan ên li Islamabad û gundê Miyawoq a ser bi Ûrmiyeyê ve; girîng e mirov bibêje ku li Islamabadê bi gelemperî gel xêzan û bi zorê debara xwe dike." 
 
'4 MILYON Û 800 HEZAR MIROV JI KAR DERXISTEN' 
 
Mohammedzadeh, bal kişand ser qeyrana aborî, betalî u xizaniye ya piştî belavbûna vîrûsa corona û wiha dirêjî da nivîsê: "Li gor raporek ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin; hişyar dike ku ji ber bandora vîrusa Covid-19’ê a li ser aboriya Îranê wê nêzî 4 milyon 800 hezar mirov di bin xeteriya jikarderxistin an jî bêkariyê de bin. Lê, îro li rojhelatê Kurdistanê kesên ku tenê bi kasibkariyê debara xwe dikin û rojane xwe li sînorên mirinê didin, rewş hîn giran û kambaxtir e. Gel di van rojên zehmet de ku dewletê bi giştî derketina derve; derveyê bank û tiştên zarorî, hemû tişt qedexe kirine, bi zor û zehmetiyên cidî re rû bi rû dimîne. Ji bo wê, li bajarê Makû: 17, Bûkan: 92, Selmas: 23, Serdeşt: 22, Neqede: 27, Xoy: 189, Ûrmiyê: 327, Pîranşer: 23, Eşnewiyê: 18, Mahabad: 64, Poldeşt: 6, Çalderan: 5 bûyerên nexweşiyê bi awayek fermî hatine diyarkirin ku agahiyên em digihîjinê, hejmar ji vê zêdetir nîşan dide. Jixwe ev dane roj bi roj zêde dibin. Ger rewş wiha bidome wê gel rastî rewşên girantir bê, ji ber ku li bajarên kurdan gel ji bo debara rojane xwe li her karê bi zehmet û xetere dide. Rewşa heyî jî nîşan dide, ger li rojhilatê Kurdistanê Covid-19 gel nekuje, wê bêkarî û xêzanî bikuje." 
 
'LI BAJARÊ KURDAN REWŞA ABORÎ BÊTIR XERAB E' 
 
Zehra Mohammedzadeh, bal kişand ser rewşa aboriya bajarên Kurdan û wiha got: "Em baş dizanin ku li bajarên kurdan hem rewşa aborî, hem jî pergala derman û tenduristiyê pir xirab e. Û dewlet di rojên wiha bi êş de jî dest ji polîtîkayên xwe yên dijminane bernade, dîsan gel bi mirin, xêzanî û bêçaretiyê re rû bi rû dihêle. Ji bo wê jî girîng e ku di pêşengiya ciwanan de, civaka me ya kurd xwe baş bi rêxistin bike û hemû pêdiviyên xwe bi pergaleke kolektîf dabîn bike.Ji vir şûnde hewce ye bêyî ku mirov li benda alikariya dewletê bimîne, mirov bikaribe têkiliyeke berfireh ava bike, birêxistinbûna xwe bi pêş bixe; bêyî ku derketina derve bike hincet, amûrên heyî baş bi kar bîne û toreke berfireh a danûstandin û alikariyêav bike. Ji hêla tenduristî, dermankirin û alikariya ji bo xwirekan, di her hêlê de civak xwe bigihîne astekê ku dikaribe ew bi xwe bi kêrî xwe bê." 
 

Sernavên din

16/04/2020
09:33 'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'
09:24 Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin
09:24 'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e'
09:24 Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe
09:24 ‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’
09:23 304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide
09:21 Dayika Sebahat Tûncelê: Zarokên min dişînin mirinê
09:21 Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê: Di warê hiqûqî û civakiyî de divê piştgiriya jinan bê kirin
09:17 Li girtîgehan ji bo rojnamevanan cih tê çêkirin!
09:17 Hunermendê girtî Erkan Benlî nameyek şandiye
09:17 ‘Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?’
09:15 Ji bo nexweşa Çolyakê bê berdan daxwazname dan dadgehê
09:15 Dibe ku li Mexmûrê rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN
15/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê 115 kesên din jî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dan
20:08 Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî rakirin nexweşxaneyê
17:30 KCD: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
16:47 Pirtûka li dijî koronayê ya ji bo zarokan wergerî kurdî hat kirin
16:26 Gokçekê di rojiya mirinê de: Ji destê kî çi tê divê bike
16:24 Li 227 niştewaran karantîna tê sepandin
16:17 Li Amedê jina 70 salî bi vîrûsa corona jiyana xwe ji des da
15:26 Esker li Licê derketin operasyonê
15:25 KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin
15:21 SÎHA Mexmûr bombe kir: 3 jinan jiyana xweji dest dan
15:14 Li Girtîgeha Tekirdagê fireqansa radyo asteng kirin
14:44 Welatiyê wezaretê jê re got ‘terorîst’ sivîl derket
14:32 Li Mêrdînê gundekî din jî ket qarantînayê
13:53 200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin
13:48 514 rojin li ber xwe didin
13:25 Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê
13:17 Li Kolombiyayê girtiyên nexweş serbest berdan
13:00 'Ambargoya li ser Mexmûrê rakin'
12:43 Li Farqînê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin
12:37 Daxwaza girtiyan a testê li ber çavan nayê girtin
12:33 Li Mêrdînê hejmara miriyan derket 8’an
12:19 Girtiyê nexweş Kaya 5 rojin di qomayê de ye
12:10 Fadil Şenyaşar ê 22 meh şûnve derket pêşberî dadger nehat berdan
12:04 Karkerên medene kirin qampa xebatê
11:56 SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
11:25 Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?
11:17 HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:08 Her êvar li şaneşînê ji bo cîranên xwe kilaman dibêje
11:05 Wezareta Dadê: Tê payîn 45 hezar werin berdan
10:40 Kesên piştgirî dan Koçak hatin berdan
10:36 Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin
10:16 ‘Li girtîgehan îzolasyona civakî ne pêkan e'
10:09 ‘Peyamek ji Ocalan wê dîwarên zilmê hilweşîne’
09:25 Berdana girtiyên edlî dest pê kir
09:19 Li dinyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas bû
09:18 Maskeyên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pera difiroşin
09:17 Girtiya nîşaneya vîrûsê pê re heye: Em terkî mirinê kirin
09:16 Wezaretê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagonê ye
09:15 Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e
09:11 'Wê nexweşxane têr nekin'
09:10 Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man
09:09 Ji ber şewba coronayê koçer nizanin wê kengî berê xwe bidin zozana
09:08 Xizmên girtiyan: Dewlet xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:08 Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e
09:07 Ocalan: Talûkeya bingehîn a îndustrîyalizmê civakê dike robot
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
14/04/2020
20:38 Koca: Belavbûna coronayê tê kontrolkirin, hejmara miriyan bû 1403
20:07 Parêzerên Ocalan ji bo 'redkirina daxwazan' îtiraz kirin
16:31 SES: Ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pewîst nehatine girtin
16:30 Girtiyên ku agahiya vîrûsê parve kirin ceza xwarin
16:28 Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne
16:08 2 penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê hewl da întîhar bikin
16:06 Welatiyan bertek nîşanî afîşên qeyûm dan
15:31 Kesên piştgirî dan Koçak hatin binçavkirin
15:30 CHP ji bo guhertina yasaya înfazê wê serî li AYM’ê bide
15:29 WHO: Li Ewropayê kêm dibe li Tirkiyeyê zêde dibe
15:16 Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin
14:54 Li Amedê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:53 DÎSK: Karker dê ferzkirina sefaletê efû nekin
14:15 Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were
14:00 Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê
13:30 Capemeniya cîhanê: Hamas amade ye agahiyên der barê girtiyên Îsraillî de parve bike
13:25 Maske, lepik û dezenfektanê nadin girtiyan
13:04 Ji Baroya Îzmîrê berteka li dijî ‘înfazê’
12:57 Lîbya: Erdogan hemû peymanan binpê dike
12:48 HDP: Komkujiya Enfalê weke birîneke vekirî hê jî xwîn jê diherike
12:47 HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
12:31 Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir
12:06 33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê
11:54 Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin
11:39 KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe
11:04 Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike
11:01 Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
10:43 Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin
10:37 Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:12 Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'
09:28 TMMOB, kolanên Sûrê sererast dike
09:27 'Em ditirsin em bi şewbê bikevin'
09:16 'Ji nû ve girtina girtiyan cezakirin e'
09:14 Derûnas Şedal: Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe
09:13 Li Girtîgeha Alîagayê 2 bijîşk, 2 girtî û 12 gardiyan di karantînayê de ne