ÎZMÎR – Baroya Îzmîrê, bal kişand ser angaştên ku faîlên îstîsmara zarokan bên berdan û ev tişt got: “Di pêvajoya pandemiyê de kirina vê yekê keysperestî ye!”
Sererastkirina înfazê ku rê li ber îstîsmarkirin û zewicandina zarokên 13 salî vedike, li Tirkiyeyê tê amadekirin, li ser medya civakî gelek hat nîqaşkirin. Di serî de rêxşistinên jinan û hiqûqnas, bi gotina “Efûya îstîsmara zarokan nabe” li dijî sererastkirinê derketin
‘EM Ê BÊDENG NEBIN’
Baroya Îzmîrê, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî angaştên sererastkirina înfazê ya ji bo berdana îstîsmarkarên zarokan daxuyaniyek da û ev tişt got: “Di pêvajoya pandemiyê de kirina vê yekê keysperestî ye! Em di bin kîjan şertî de bin jî bêdeng nebin. Di hişê xwe de jî derbas nekin.”