MÊRDÎN – Gundê Barman ê navçeya Stewrê ji ber vîrûsa koronayê ket qarantînayê.
Walîtiya Mêrdînê, ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê gundê Barman ê navçeya Stewrê ketiye bin qarantînayê. Şêniyên gund, ragihandin ku bi gumana vîrûsa koronayê 8 gundî rakirina nexweşxaneya û ji ber vê yekê gundê ketiye qarantînayê.
HEJMAR DERKET 8’AN
Li Mêrdînê, beriya niha li gundê Tibyad ê navçeya Qoserê, gundên Qesra Ahmet, Qurdîsê û Bernîştê yên navçeya Artûklûyê, gundê Endewl û mezraya wê Heramiyê yên navçeya Dêrikê û gundê Deramatîneyê yê Şemrexê jî ketibûn qarantînayê. Qarantînayê li van gundan hê jî didome.