Soro: Dê kaos kûr bibe, divê Kurd baldar bin

  • rojane
  • 15:32 16 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro, diyar kir ku DYA, Îran û Çînê li hemberî xwe hêzek mezin dibîne û ji ber vê yekê dixwaze Herêma Başûrê Kurdistanê bike barageh. Soro anî ziman ku DYA tenê li herêmê posîzyona xwe diguhere û wiha got: "DYA dixwaze hêza Îranê bişkîne. Dixwaze sûdê ji hêza Kurdan bigire. Dibe ku li herêmê kaos zêde bibe. Divê kurd siyaseta alternatif a Modernîteya Demokratîk pêş bixin. Divê Kurd baldar tev bigerin."  
 
Siyasetmedarê Kurd Selahatîn Soro, li ser polîtîkayên DYA yên li herêmê, nêzîkatiya Îran û Tirkiye ya li dijî kurdan ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Soro ewil li ser polîtîkayên DYA yên ku hêza xwe ji gelek baragehên herêmê kişandin rewestiya û wiha got: "Divê di serî de polîtîkayên DYA yên li Rojhilata Navîn û hewldanên DYA yên li Iraqê bên dîtin û wiha got: "Piştî li dijî 2 quleyên DYA êrîş pêk hat, DYA berê xwe da Rojhilata Navîn. Di 21'ê Adara 2003'an de êrîşî Iraqê kirin. Rejîma Sadam têk bir. 
 
DYA BARAGEHAN VALA NAKE POZÎSYONA XWE DIGUHERE 
 
Hêj rêgeza DYA ya li Rojhilata Navîn temam nebûye. DYA dixwaze pergal û rêgeza xwe li Rojhilata Navin avabike. Ji bo vê yekê jî mudaxaleyekî global kirin û navenda wê ji Rojhilata Navîn e. Li dijî herêma Kurdistanê e. Mudaxaleyî herêmê kirin. 18 salin mudaxaleyek heye. Divê ev pêvajoya 18 salan û beriya wê bê şirovekirin. Hin kesan got DYA Sûriye terk kir. Na DYA Sûriye terk nekir. Tenê pozîsyona xwe guhert. Di vê guhertina rolê de Tirkiye mudaxaleyî Grê Spî û Serêkaniyê kir. Niha DYA li Başûr jî pozîsyona xwe dighere. Hêj nû xwe bi cih dike. Herêmê vala nake. Ji bo wê herêma herî guncav herêma Kurdistanê ye. Niha du hêz li hemberî pergala kapîtalîst a globan in. Yek jê hêza îslam a Îranê ku navenda sotemeniyê ye. Ya din jî hêza Çinê ye. DYA, dixwaze li gorî nakokiyên şîî û sûniyan polîtîkayê pêş bixe. Di sedsala 21'an de talûkeya herî mezin a li pêş DYA Olê îslamê ku Navenda wê Îran û olê kompîçîyan an jî Çîn e. Ji ber vê yekê DYA Başûrê Kurdistanê dixwaze ji xwe re bike baragehek eskerî." 
 
'LI BAŞÛR REWŞ ŞOLÎ YE' 
 
Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro têkildarî siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin nirxandin kir û diyar kir ku li Başûr siyasetek denge heye û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî û eskerî de yekîtiyek pir mezin ava bûbû. Ji Diyala heta Şengalê yekîtiyek ava bûbû. Lê piştî referanduma Kurdistanê polîtîkayek şaş lîstin. Berê gelê Kurd hêzek mezin bi dest xist. Lê mixabin PDK pêşbîniyek stratejîk ava nekir. Bi nijadperestiyek teng refernadum derxist pêş. Gelê Kurd bi rêjeyek pir bilind daxwaza Kurdistana Serbixwe kir. Lê mixabin siyaset nikaribû li pişt vê daxwazê bisekine. Piştî referandumê herêm ji sedî 51 radestî rejîma Bexdê kirin. Sadam tasfye kirin, lê îran xurt kirin. Li vir Haşdî Şahî bi hêz bû." 
 
Soro da zanîn ku hevsengiyek di navbera Tirkiye û Îranê de, heye û wiha axivî: "Dengeyek di navbera ereb û miletên din, dengeyek jî di navera partiyên Kurdistanî de heye. Çend salin ev denge hatiye avakirin. Beriya wê jî heye. Dengeyek di navbera Nexşî û Qadîrbendî de hatiye avakirin heta 200 salan diçe. Ev geşedanên li herêmê pêş dikevin ji bo partiyên Kurdistanî talûkeyek mezin bi xwe re tîne. Hatina hêza DYA ya herêmê tenê YNK'ê û PDK'ê eleqeder nake. Li wir PKK jî heye. Wê bandora xwe li ser PKK'ê çawa bike? Bandora wê ya li ser Rojhilat û Bakurê Kurdistanê wê çibe. Bertekên şîî û sunniyên Ereb a li dijî wê dê çawa be? Dê li Başûrê Kurdistanê alozî kûr bibe û di siyaseta Başûrê Kurdistanê de şikestinên mezin çê bibe. " 
 
BI HEZARAN NIŞTECIHÊN KURD JI BAŞÛR DIREVIN DIÇIN EWROPA
 
Siyasetmedar Soro, anî ziman ku gelê Kurd ê Başur ji vê rewşê ne razî ye û wiha axivî: "Gelê Başur ji vê rewşê ne razî ye. Ji ber vê kaosê bi hezaran niştecîh direvin û diçin Ewropayê. Dema direvin Ewropa gelek ji wan di bahran de dixeniqin û bi destê mafta tên kuştin malên wan ji wan têne stendin. Tev li fihûşê dibin. Gelek kesên zane û pispor ji wir koç dibin. Ger ku ev zêde pêş bikeve dê hêza siyaseta li wir kêm bibe. Ger ku wisa bêş bikeve dê siyaset bibe hêza desthilatdar. Siyaseta Başur li djî faşîzma Saddam gelek bedelên mezin dane û didin jî. Divê partiyên herêmê vê hêsa gel baş binirxînin û destûr nedin ku komkujiyên din li ser gel pêş bikevin û destûr nedin gel zerarê bibîne. " 
 
DIVÊ TÊKILIYÊN BI TIRKIYE Û ÎRANÊ RE NE LI DIJÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BE
 
Soro, da zanîn ku mirov nikare siyaseta li Başûrê Kurdistanê li gorî perçeyê din binirxîne û wiha got: "Her çend YNK û PDK partiyên li herêmê wekî dijber xuya bikin jî divê mirov wekî mêzînê bigire dest. Yek nabe ya din jî nabe. Bêyî hev nabin. Hereketa Goran derket di nava wan de hat hilandin. Gelek hereketên din çêbûn hatin hilandin. Niha PAK hatiye avakirin. Lê di nava wan de balansek heye. Niha DYA yekem car li herêma Soran aliyê Silêmaniyê baragehek ava kir. Li herêmê destê Îranê dirêj e û li ser herêmê hêza wê heye. Dîsa niha demek dirêj e li ser Mexmûrê ambargoyek heye. Bandora Tirkiyeyê ya li ser vê yekê zêde ye. Partî (PDK) nikare xwe ji vê yekê rizgar bike. Rexneya Kurdan a ji bo YNK'ê û PDK'ê ya têkildarî Tirkiye û îranê divê baş bê fam kirin. Kurd navbêjin têkiliyê bi Tirkiye û Îranê re çênekin. Dibêjin bila ev têkilî ne li dijî yekîtiya gelê Kurd û neteweya Kurd be. Tirkiye û Îranê jî dema têkiliyê bi partiyên Kurdan de çê dikin, li dijî yekîtiyê têkiliyan pêş dixin. Ger ku partiyên Kurd li dijî yekîtiyê xwe bi siyaseta Tirkiye û Îranê re angaşe bikin gel dê li dijî wan serî hilde. Li Başûrê Kurdistanê gelek serhildan çêbûn. Ne tenê ji bo mafê aborî, ji bo mafê siyasî jî derket kolanan. Civaka kurd civakek siyasî ye û 70 salin di nava şer de dijî. Niha ew balans tê guhertin. Di rojên pêş de ev têkilî dê rewşek çawa bi xwe re bîne divê gelê Kurd vêyekê baş bişopîne. Divê çar perçeyên Kurd ji bo vê hevsengiyê baldar bin." 
 
'XETERIYEK GELEK MEZIN LI PÊŞ GELÊ KURD E'
 
Siyasetmedar Soro bal kişand ser xeteriya li pêş gelê Kurd û wiha axivî: "Çaw ku îro li Sûriye dixwazin gelê Kurd û Ereb bînin hemberî hev, li Başûrê Kurdistanê jî tam 70 salin şerek di navbera Rejîmê û gelê Kurd de heye. Niha polîtîkaya ku gelê Kurd her tim bi ereban re di şer de bin pêş dixin. Polîtîkaya ku li Kerkûkê pêş dikeve ev e. Sadam jî hat li wir gelê ereb bi cih kir. Şîî jî hatin li wir ereb bi cih kirin. Dixwazin gelê Kurd bi ereban re di nava şer de bin. Lê Kurd şerê bi ereban re naxwazin. Li Til Efer heman tişt kirin. Niha dixwazin li Şengalê heman tiştî pêş bixin. Divê Kurd neyên vê lîstika Emerîka û global. Wekî eskerên Haşdî Şahbî nebin eskerên bipere. Hebûna Heşdî Şabî talûkeşek mezin ava dikin. Îslama Sûnî bi xwe re DAIŞ û El Qaîde ava kir. Îslama Şîî jî bi xwe re Hîzbûllah û Heşdî Şabî û hêzên din ava kir. Divê Kurd li hemberî vê yekê haydar bin. Divê siyaseta kurd li hemberî vê yekê bibe katalîzor. Civaka kurd civakek fireh e û ji gelên din ên wekî asûrî, suryanî, keldanî, ereb, ermenî, fars di nava xweza û axa me de jiyane. Dixwazin her perçeyek bi gelê di nava xwe de di şer de be. Ev ji bo me xetereyek pir mezin e. 
Me şerê bi Seddam re dît. Kurdan zerarek mezin dît. Hêj jî li ser axa Kurdan bi hezaran mayîn hatine çandin. Kurdistan ji bo Kurdan kirin cehennem. Emerîka îro dixwaze îranê bê bandor bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze hêza herî bi kêr hatî Kurdan bikar bîne. Divê siyaseta Kurdan vê yekê baş şirove bike. Divê em li hemberî vê yekê alternatifa xwe dînin holê. Wekî modernîteya demokratîk li hemberî polîtîka û ferasetên şaş xeta xwe ya alternatif ava bikin. Kî bi vê xetê re dostaniyê bike em bi wan re têkiliyê çêkin. Erebê sûnî, erebên şîî an jî DYA dibe kî dibe bila bile ger ku li gorî vê xeta alternatif gavan bavêjin em dikarin bi wan re îtîfaqê çêkin."
 
ÎRAN HATIYE DORPÊÇKIRIN
 
Soro bal kişand ser rewşa Îranê jî û anî ziman ku di aliyê aborî, siyasî, tenduristî de hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Mînak di nexweşiya vîrûsa corona de em dibînin ku çiqas bandor li ser çêkiriye. Gelê Îranê jî li dijî rejîmê bêzar in. Dewleta Îranê îro di siyaset û tarîxa xwe de xetimiye. Lê Îran dîsa li hemberî vê rewşa DYA bêdeng û bê bertek namîne. Destê wê dirêj e. Ji Afganîstanê heta Korfesê û heta Lubnanê li ser erdnîgariyek mezin xwedî siyaset e. Îran ne bê alternatif e. Lê divê Kurd jî li hemberî vê yekê pir hişyar bin. Divê bûyerên dirokê ji bîr nekin. Dîroka Simko, Astana û yên in ji bîr neke. îran pir ziraf bi Kurdan re dijminantiyê dike. Tirkiye aşkere bi Kurdan re dijminantiyê dike. Lê Îran ji bo Kurd bê statatu bimînin zirav dilîze. Divê Kurd li hemberî siyaseta Îran pir hişyar bin. Îran ji bo Kurdan hêzek pir esasî ye. Divê Gelê Kurd pir hûr liser vê yekê rawestin. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2020
15:05 Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe
14:27 ‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'
14:08 Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin
14:05 Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin
14:03 HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin
13:19 Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin
13:00 DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine
11:53 Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir
11:14 70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin
11:03 Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin
10:40 MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin
10:28 ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye
09:48 Piştî hat berdan maske û lepik dan wî
09:33 Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin
09:24 Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket
09:22 Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê
09:21 Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete
09:04 Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê
09:03 Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye
09:03 6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin
09:02 Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê
09:02 'Bila her kes li cihê ku lê ye hilberînê bike'
09:02 'Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin hevrêtî tê bîra mirov'
09:01 Derûnînas Aşlamaci: Jehrkuja tirsê, piştevanî ye
09:01 Gef li girtiyan xwarin: Dua bikin ku navbera civakî heye
09:00 Li Mêrdînê 584 malbat bûn xwîşk û bira
09:00 Bayindir: Bi vê zagonê dê dizî, xezp, îstîsmar û cînayet bibe kabûs
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2020'AN
17/04/2020
18:09 126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769
15:37 3 partiyên Kurd êrîşa li dijî Mexmûr û herêmê şermezar kirin
15:30 Li wanê konseptek nû: Ewil goristan dûre malbat
14:55 Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kirin
14:41 Malbat û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:41 Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine
13:55 'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome'
13:54 Li Şakranê di gardiyenan de korona derket
13:47 Keleha Zerzevanê di Lîsteya UNESCO’yê de ye
13:35 46 rêxistinên Kurdan: Bêdengiya li dijî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin
13:33 ÎSÎG: 52 karker bi vîrûsê mirin
13:23 Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e
12:49 Bi îstatîstîkan rewşa zarokan: Temenê xebatê daketiye 5 salî
12:43 KCD: Hemû rêxistinên ji bo mafan têdikoşin, ji bo zagonek bi edalet hestiyar tev bigerin
12:10 TTB: Emê tundiya di tenduristiyê de ji holê rakin
12:07 Li ser dezgehan dem dema rêvazan e
12:07 'Cîhaza PET-BT çima li Êlihê tune?'
11:47 Gunay: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
11:19 Tirkiye di hejmara weqayan de nêzî Çîn û Îranê dibe
10:39 Baroya Îzmirê: Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên rast çêdikin hêj girtî ne
09:51 Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar
09:43 Li Enqerê 53 malbatên xwişk û bira gehiştin hev
09:35 Unsaldi: Divê kampanya û piştevaniyên li dijî yên îqtîdarê berbelav bibin
09:34 Beko yê CHP’î: Ji ber şewbê 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin
09:34 ‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'
09:33 Girtiyê ku 2 caran spazma dilî derbas kiriye: Ji bo vîrûsê tevdîr nayên girtin
09:33 Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn
09:32 'Jêdera kêmaniyê kapîtalîzm e'
09:31 Cengîz Aktar: Pêdiviya YE'yê bi pergaleke hevpar a tenduristiyê heye
09:29 Algedîk: Pere divê ji bo gel û xwezayê bê xerckirin
09:27 Tevna Çand û Zimanê Kurdî dest bi weşana zindî kir
09:18 Ji karkerên demsalî re dibêjin 'Bimirin'
09:18 Încîn: Daneyên wezîr Gul ne zelal û şênber in
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2020'AN
08:47 Li Wanê jinek hat kuştin
08:02 Çakici ji Bahçelî û Erdogan re spasî kir
16/04/2020
20:03 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 1643
19:40 Ji bo testa DNA'yê nexweşxane bi nexweşxane ew dan gerandin!
16:28 Hevserokê HDP'ê yê berê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:00 Ku ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye?
15:59 ANYAKAY-DER: Bila berpirsiyarên cenazeyê Egît Îpek werin darizandin
15:32 Soro: Dê kaos kûr bibe, divê Kurd baldar bin
14:59 Başaran: Ji kuştina jinan AKP-MHP berpirsiyar e
14:54 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr tehliye bû
14:36 DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin
14:17 WHO: Rewş li Ewropa baş e lê li Tirkiyeyê ne baş e
13:48 Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê ketin
13:40 Li nexweşxaneyan ji bo Cûma Kurt rêz hat girtin
13:39 Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye
12:38 Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne
12:26 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:17 ‘Desthilat çêkirina qanûnên xwe yên serweriya zilam didomîne’
12:16 Dermankirina korona ya 22 rojan dewam kir vegot
12:11 NY: Derziyek bi bandor dikare rewşa dinyayê asayî bike
11:51 Qeyûm kesê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir ‘Nivîsara Taybet a Şaredariyê’!
11:38 'Bêdengiya li dijî êrîşa Mexmûrê zerarê dide yekîtiya neteweyî'
11:15 186 karkerên di înşata girtîgehê de dixebitin xistin karantînayê
10:33 Endamê MK’a TTB’ê Bostan: Hejmara testan û tevdîr kêm in
10:32 HDK’ê banga piştevanî û rêxistinbûnê kir
10:23 ‘Ev zagon li gorî daxwazên Bahçelî hatiye amadekirin'
10:13 Dolar serê sibê bi 6,91 tl dest pê kir
09:47 ‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
09:46 Bahçelî got û Çakici hat berdan
09:42 Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin
09:37 Dayika Zeydan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî
09:37 Serokê Duyemîn ê TTB’ê: Derxistina yasayê tenê têr nake
09:33 'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'
09:24 Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin
09:24 'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e'
09:24 Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe
09:24 ‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’
09:23 304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide