Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn

  • rojane
  • 09:33 17 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin de got: "Bêhiqûqîtî kirin qanûn." 

 
Qanûna Înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin hat qebûlkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li ser vê yekê bi hezaran girtiyên edlî ku serçeteyên wekî Alaattin Çakici jî di nav de hatin berdan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, qanûna înfazê ya nû ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Aydin, diyar kir ku efûya ku hikumetê û hevparên wê derxist efûyeke taybet e û wiha got: “Hikumet û hevparên wê ji bo hin komên sûcan efû derxistin. Ev komên sûcan paradigmaya hikumetê jî dide nîşandan. Hikumetê sûcên ku li dijî kesan hatî kirin efû kirin lê ji bo sûcên ku li dijî dewletê hatî kirin tiştek nekirin. Anku otorîterbûn û totalîterbûn berdewam dike.”
 
‘DARAZA TIRKIYEYÊ BÊHIQÛQIYEK MEZIN AVA KIR' 
 
Aydin, da zanîn ku daraza Tirkiyeyê bêhiqûqiyek mezin û qeyranên mezin afirandine û wiha axivî: “Girtîgeh ‘bi qurbaniyên darazê’ tijî bûne. Dîsa kesên ku herî zêde mexdûr bûn kurd û mûxalîf in. Di sûcên edlî de jî pergal pir xerab dimeşe û mexdûriyetên cidî derketine holê. Bi destdayîna hev ya daraz û desthilatdariyê hejmara kesen ku hatine hepskirin bûye 300 hezar kes. Her sal bi dehan girtîgeh tên çêkirin, lê niha di ser kapasîteyê re girtî di girtîgehan de ne. Şertên tenduristiyê gelek xerab in. Ji bo ku girtî biçin nexweşxaneyeke baş meh derbas dibin. Xwedîbûn û paqijî di rewşeke nebaş de ne. Wekî din lêçûnên 300 hezar girtiyan ên îaşe, ewlehî û tenduristiyê ji bo dewletê budçeyeke mezin in. Dema mirov li van pergala darazê ya nebaş jî lê zêdekir ji bo kesên 'hindûr' hatiye asta teqînê.”
 
‘JI BO KU QANÛN WERE FÊM KIRIN DIVÊ HIQÛQNAS ÇEND CARAN BIXWÎNIN’
 
Aydin, axaftina xwe wiha dewam kir: “Desthilatdariyeke ku ev qas ji demokrasi, hiqûq, mafên bingehîn û azadiyê dûr ketibe gengaze ku arasteyî mûxalîfan pêleke girtinê bide dest pê kirin. Ji xwe vê dike jî, kesên ku rexneyeke biçûk jî dike an xwe di bin çavan de an jî li girtîgehê dibine.” 
 
Aydin, destnîşan kir ku ev qanûn ji cûdabûnê wêdetir bi teknîka hiqûqî jî bi pirsgirêk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûnên ku li CMK’yê werin sazkirin di qanûna înfazê de hatine çêkirin. Hinek sûc xistine çarçoveya efûyê lê sînorê ser û bin yê heman sûcî de zêdebûna cezayî çêbûye, qanûna înfaze hate rewşeke tevlîhev. Ji bo ku hiqûqnas jî vê qanûnê fêm bikin divê çend caran bixwînin. Di pêkanîna vê qanûna tevlîhev de jî dê şaşî û şiroveyên cuda derkevin holê.”
 
‘BÊHIQÛQÎ BÛ QANÛN’
 
Aydin, anî ziman ku di qanûna înfazê de wekhevî tune ye û wiha pê de çû: “Dewlet ji bo ku muxalîfan di girtîgehan de bihêle israrkar e. Lê bêhiqûqî, bêedaletî û neheqiyên mezin kurdan û muxalîfan jiyan û hêj jî dijîn. Heke başkirinekê bikin ji bo heqiyê jî be divê ji vir dest pê bikin. Dewlet dikare ji bo sûcên li dijî kesan hatî kirin tişteke neke lê ji bo sûcên ku li dijî wê hatî kirin hewceye ‘efûkar’ bibe.” Aydin, der barê pêkanîna nedayîna rojnameyên mûxalîf bibîr xist ku ji xwe du sal in hin rojname, pirtûk, kovar bi awayekî keyfî nadin girtiyan û wiha axivî: “Der barê nedayîna rojnameyan taybetmendiyeke karakterîstîk a hikumetê jî ev e. Di serî de polîtîkayên xwe têxe merîyetê heke bertek ji civakê neyê bingeha wê amade dike û dike qanûn. Demên dawî yên Tirkiyê mirov dikare pêvajoya qanûnbûna bêhiqûqiyê bi nav bike. Nedayîna weşanên ku der barê wan de 'biryara komkirinê an jî qedexebûnê neyî' ya girtiyan pêkanîneke neheq û bêhiqûq bû. Êdî ev bêhiqûqî bû qanûn. Em ê demên pêşiya me de bibin şahidên pêkanînên wisa. Ji ber ku her roj pîneyeke buxçikê diteqe, şûna ku buxçikê nû bikin dixwazin bi pîneyan pêvajoyê bi rê ve bibin. Ev feraseta ku vê armanç dike tiştekî ku pêşkeşî civakê bike jî nîn e.”
 
MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme 

Sernavên din

18/04/2020
15:05 Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe
14:27 ‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'
14:08 Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin
14:05 Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin
14:03 HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin
13:19 Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin
13:00 DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine
11:53 Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir
11:14 70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin
11:03 Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin
10:40 MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin
10:28 ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye
09:48 Piştî hat berdan maske û lepik dan wî
09:33 Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin
09:24 Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket
09:22 Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê
09:21 Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete
09:04 Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê
09:03 Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye
09:03 6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin
09:02 Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê
09:02 'Bila her kes li cihê ku lê ye hilberînê bike'
09:02 'Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin hevrêtî tê bîra mirov'
09:01 Derûnînas Aşlamaci: Jehrkuja tirsê, piştevanî ye
09:01 Gef li girtiyan xwarin: Dua bikin ku navbera civakî heye
09:00 Li Mêrdînê 584 malbat bûn xwîşk û bira
09:00 Bayindir: Bi vê zagonê dê dizî, xezp, îstîsmar û cînayet bibe kabûs
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2020'AN
17/04/2020
18:09 126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769
15:37 3 partiyên Kurd êrîşa li dijî Mexmûr û herêmê şermezar kirin
15:30 Li wanê konseptek nû: Ewil goristan dûre malbat
14:55 Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kirin
14:41 Malbat û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:41 Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine
13:55 'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome'
13:54 Li Şakranê di gardiyenan de korona derket
13:47 Keleha Zerzevanê di Lîsteya UNESCO’yê de ye
13:35 46 rêxistinên Kurdan: Bêdengiya li dijî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin
13:33 ÎSÎG: 52 karker bi vîrûsê mirin
13:23 Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e
12:49 Bi îstatîstîkan rewşa zarokan: Temenê xebatê daketiye 5 salî
12:43 KCD: Hemû rêxistinên ji bo mafan têdikoşin, ji bo zagonek bi edalet hestiyar tev bigerin
12:10 TTB: Emê tundiya di tenduristiyê de ji holê rakin
12:07 Li ser dezgehan dem dema rêvazan e
12:07 'Cîhaza PET-BT çima li Êlihê tune?'
11:47 Gunay: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
11:19 Tirkiye di hejmara weqayan de nêzî Çîn û Îranê dibe
10:39 Baroya Îzmirê: Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên rast çêdikin hêj girtî ne
09:51 Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar
09:43 Li Enqerê 53 malbatên xwişk û bira gehiştin hev
09:35 Unsaldi: Divê kampanya û piştevaniyên li dijî yên îqtîdarê berbelav bibin
09:34 Beko yê CHP’î: Ji ber şewbê 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin
09:34 ‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'
09:33 Girtiyê ku 2 caran spazma dilî derbas kiriye: Ji bo vîrûsê tevdîr nayên girtin
09:33 Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn
09:32 'Jêdera kêmaniyê kapîtalîzm e'
09:31 Cengîz Aktar: Pêdiviya YE'yê bi pergaleke hevpar a tenduristiyê heye
09:29 Algedîk: Pere divê ji bo gel û xwezayê bê xerckirin
09:27 Tevna Çand û Zimanê Kurdî dest bi weşana zindî kir
09:18 Ji karkerên demsalî re dibêjin 'Bimirin'
09:18 Încîn: Daneyên wezîr Gul ne zelal û şênber in
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2020'AN
08:47 Li Wanê jinek hat kuştin
08:02 Çakici ji Bahçelî û Erdogan re spasî kir
16/04/2020
20:03 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 1643
19:40 Ji bo testa DNA'yê nexweşxane bi nexweşxane ew dan gerandin!
16:28 Hevserokê HDP'ê yê berê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:00 Ku ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye?
15:59 ANYAKAY-DER: Bila berpirsiyarên cenazeyê Egît Îpek werin darizandin
15:32 Soro: Dê kaos kûr bibe, divê Kurd baldar bin
14:59 Başaran: Ji kuştina jinan AKP-MHP berpirsiyar e
14:54 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr tehliye bû
14:36 DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin
14:17 WHO: Rewş li Ewropa baş e lê li Tirkiyeyê ne baş e
13:48 Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê ketin
13:40 Li nexweşxaneyan ji bo Cûma Kurt rêz hat girtin
13:39 Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye
12:38 Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne
12:26 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:17 ‘Desthilat çêkirina qanûnên xwe yên serweriya zilam didomîne’
12:16 Dermankirina korona ya 22 rojan dewam kir vegot
12:11 NY: Derziyek bi bandor dikare rewşa dinyayê asayî bike
11:51 Qeyûm kesê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir ‘Nivîsara Taybet a Şaredariyê’!
11:38 'Bêdengiya li dijî êrîşa Mexmûrê zerarê dide yekîtiya neteweyî'
11:15 186 karkerên di înşata girtîgehê de dixebitin xistin karantînayê
10:33 Endamê MK’a TTB’ê Bostan: Hejmara testan û tevdîr kêm in
10:32 HDK’ê banga piştevanî û rêxistinbûnê kir
10:23 ‘Ev zagon li gorî daxwazên Bahçelî hatiye amadekirin'
10:13 Dolar serê sibê bi 6,91 tl dest pê kir
09:47 ‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
09:46 Bahçelî got û Çakici hat berdan
09:42 Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin
09:37 Dayika Zeydan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî
09:37 Serokê Duyemîn ê TTB’ê: Derxistina yasayê tenê têr nake
09:33 'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'
09:24 Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin
09:24 'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e'
09:24 Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe
09:24 ‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’
09:23 304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide