Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin

  • jin
  • 14:29 21 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên jin ê di Meclîsê, ji bo Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq name şandin û gotin: "Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin!" 
 
Parlamenterên jin ên kurd ên cihê xwe di Meclîsê de digirin, ji bo Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq, hemû parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Kurdistanê û rêxistinên jinan ên kurd re name şandin û di nameya şandin de wiha gotin: "Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe bilindtir bikin!" 
 
Dewama nameya jinên kurd wihaye: 
 
"Jinên Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, di nav şer û pevçûnan de rastî her cure zext û zordarî û mêtingeriya dewletên serdest tên û êş û kulen Kurdistanê baş dizanin. Em, êş û azara kuştin, komkujî û jenosîdên li ser gelê me û welatê me hatine pêkanîn, di dilê xwe de hîs dikin. Lê me tu carî li ber zalim û zordestan serî netewand, çong veneda. Têkoşîna ji bo ziman, çand û nasnameya jinên Kurd îro li seranserî cîhanê deng vedaye û olan daye. 
 
Cografyaya Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de, geh bûye qada şer a dewletên mêtinger, geh jî bûye cografyaya dek û dolabên wan dewletên serdest. Ji bo ku yekîtiya Kurdan pêk neyê ew hêzên serdest, hemû xilaf û nakokiyên xwe datînin aliyekî û li hemberî Kurdan dibin yek. Nîşana vê rastiya dîrokî, Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku herî dawî hemû hêzên serdest li dijî wê derketibûn. Êşa parçeyekî Kurdistanê dilê hemû parçeyên din diêşîne. Qêrîn û hawara li Helebce û Roboskiyê, îro hê jî dilê Hewlêr, Silêmanî, Kirmanşan, Amed û Kobaniyê diêşîne. Welatê me hatiye parçekirin, lê zimanê me, çanda me û têkoşîna me her yek bû. Yekîtiya me di dilê me de pêk hatiye. 
 
Gelê me yê Mexmûrê ji ber ku gund û warên wan hatibûn şewitandin, îro li Kampa Mexmûrê niştecih e û li wir ji bo jiyaneke azad têkoşîna xwe dimeşîne. Lê çend roj berê êriş li Mexmûriyan hat kirin û 3 jinên Kurd hatin kuştin. Li tevahiya cîhanê têkoşîneke li dijî Vîrûsa Koronayê tê meşandin, lê li welatê me dewletên serdest êrişî li gelê me dikin û dixwazin ku nakokiya di navbera Kurdan de zêdetir bikin. Li welatê me, dixwazin em bêhenase bimînin û lewre polîtîkayeke qirêj xistine meriyetê û bi kuştina Kurdan şad dibin û dixwazin ku di navbera Kurdan de dîsa şerê xwîşk û birakujiyê bidin destpêkirin û desthilatiya xwe qayîm bikin. 
 
Me heta niha bi yekîtî, piştgirî û palpiştiyê, li dijî vê hişmendiya serdestan, li ber xwe da. Jinên Kurd, heta niha bi têkoşîna xwe, bi sekn û helwesta xwe û bi tifaqa xwe bersiva herî watedar dan dagirkeran. Em îro careke din dibînin ku yekîtiya me ya neteweyî ji bo me çiqas girîng û pêwîst e. Di şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê de, herî zêde jin bi bandor dibin û zirarê dibînin. Lewma em îro zêdetir pêdivî dibînin ku dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Em parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Tirkiyeyê vê yekê qebûl nakin. Me gelek ziyan ji şerê xwîşk û birakujiyê dît, lewma divê li dijî wê, em dengê xwe ji duh zêdetir bilind bikin. 
 
Li Kurdistanê êdî em jî hene û em bi yekîtiya xwe nahêlin serdest bibin xwedî gotin û kiryar. Em dikarin bi avakirina yekîtiya xwe bersiva herî watedar bidin dijminên gelê Kurd. 
 
Em naxwazin şerê xwîşk û birakujiyê dubare bê pêkanîn. Em baş dizanin, tu jî bi salan e li dijî xwîşk û birakujiyê li ber xwe didî. Banga me li te û li tevahiya parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Herêma Kurdistanê ye: Em jinên Kurd li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî tevdigerin û her bi hev re ne. Em cudahiyê naxin navbera tu partî, dever û siyasetan û bi nasnameya xwe ya Kurdbûn û jinbûnê, bi êş û azarên xwe û bi têkoşîna xwe, yek in û bi hev re ne. Dem dema xurtkirina yekîtiyê ye. 
 
Li temamî cîhanê têkoşîna li dijî Vîrûsa Koronayê didome, lê dijminên Kurd di vê demê de êrişî Kurdan dikin. Lê me soz daye gelê xwe, em ê gelê xwe ji her cure vîrûsê biparêzin. Yekîtiya jinên Kurd, bingeha yekîtiya gelê Kurd e. Me ji şer û pevçûnê gelek xisar dît, lewre em dubare dibêjin ku em şerê xwîşk û birakujiyê qebûl nakin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derkevin."

Sernavên din

23/04/2020
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake
09:52 Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe
09:48 Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an
09:45 Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 170 hezar derbas kir
09:24 Bavê ku 2 kurên wî girtî ne: Çakici berdan zarokên min jî terkî mirinê kirin
09:14 'Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in'
09:14 Kelûpelên paqijiyê nadin girtiyên nexweş