COLEMÊRG - Li Colemêrgê gundên Dêzê û Baz bi gumana şewba vîrûsa corona heye xistin qerantînayê.
Li Colemêrgê gundên Dêzê û Baz bi şika ku şewba vîrûsa Covît-19 heye ji bo tedbîrê xistin qerantînayê. Walîtiya Colemêrgê ragihand ku gundên Dêzê û Baz heta 14 rojan xistine qerantînayê û xwest welatî dernekevin dervê malê.