MÊRDÎN – Li Nisêbînê 3 gundan ji ber vîrûsa koronayê kirin bin qarantînayê.
Ji ber vîrûsa koronayê gundên Girê Mîra, Tilminar û Kertwênê yên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kirin bin qarantînayê. Walîtiya Mêrdînê, ragihand ku heta rojan ketin û têketina her sê gundan hatiye qedexekirin. Bi vê biryarê hejmara gundên ku li Mêrdînê ji ber vîrûsê ketine bin qarantînayê derket 10’an.