ENQERE – Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna desteya wezîran daxuyan ku wê di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna desteya wezîran daxuyanî da û diyar kir ku bi hêviya ku vîrûsa coronayê (Covîd-19) heya Cejna Remezanê nemîne û got, wê di navbera 1-3'yê Gulanê de li 31 bajaran qedexeya derketina derve bê îlankirin.