ENQERE – Wezîrê Dadê têkidlarî şewba koronayê ku li girtîgehan belav bûye daxuyanî da û got: “Li 4 girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi nexweşîna koronayê ketine.”
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul têkildarî tevdîrên vîrûsa koronayê yên li girtîgehan girtine daxuyanî da. Wezîr Abdulhamît Gul got: “Kesên nû hatine girtin muayeneyên wan hatine kirin. 14 rojan xistine karantînayê. Her cûre kelûpelên paqijiyê birêkûpêk û bê bedel tê dayîn. Li 4 girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi nexweşîna koronayê ketine. Hemû li nexweşxaneyan tên dermankirin. Rewşa tenduristiya wan baş e.”