Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne

  • rojane
  • 16:59 28 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku berpirsiyarê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê Rûsya û Amerîkayê û bang li civaka navnetewî, rêxistinên civakî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşa li dijî Kobanê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiyê bi awayekî aşkera hemû biryarên navneteweyî, di dema belavbûna Koronavîrus de, binpê dike. Rêberiyê bang li civaka navneteweyî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê, pêk bînin û wiha got: "Di dema ku tevahî cîhan zehmetiyan ji ber COVID-19 dikşîne û hewldanên bidawîkirina encamên vê nexweşiyê didomin, di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanê rastî girîngiya pêwîst nayên, hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li belavbûna Koronavîrus bigire bi rêya hin tedbîrên pêwîst pêk tê da ku jiyana nêzî 5 milyon kes li van herêman biparêze. Di dema ku li tevahî cîhanê agirbest heye, dewleta Tirk hemû xebata xwe xistiye hedefgirtina herêmên me." 
 
AŞKERE BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKIN
 
Rêveberiya Xweser anî ziman ku Tirkiyeyê di 28`ê Nîsana 2020`an de kantona Kobanê kir hedef beriya wê jî herêmên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir û wiha cih da daxuyaniyê: "Di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn û bi sedan şênî ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, koçber bûn. Piştî koçberkirina wan ji Efrînê dîsa hatin topbarankirin.û Kiryarên bi vî awayî diyar dike ku Tirkiyê guh nade alîkariya ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê. Her wiha bi awayekî ber bi çav biryarên navneteweyî yên girêdayî agirbestê di dema belavbûna Koronavîrusê de, binpê dike. Ev tevahî nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk li gorî tu soz û biryarên navnetewî li hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tev nagere." 
 
CIVAKA NAVNETEWEYÎ JI KIRYARÊN TIRKIYÊ BERPIRSYAR E
 
Rêveberiyê destnîşan kir ku di dema ku girîngiyê didin yekkirina xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yê dikin ku li hemberî kiryarên dijminatî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me bi berpirsiyarên xwe rabin û wiha bi dawî kir: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)li gorî banga navneteweyî ya rawestandina şer di rewşa heyî de, tev geriya. Divê xezt li Tirkiyê bê kirin da ku ew jî li gorî vê yekê tev bigere. Der barê hebûna dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, têkiliyên yekser ên Rûsya û Amerîka bi Tirkiyê re hene. Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, da ku Tirkiyê jî pabendî wan peymanan bibe ku hemû aliyên peymanan berpirsiyariya êrişên Tirkiyê li herêmên me red dikin. Ev binpêkirin, tevlîheviyê derdixin û didin nîşandan ku Tirkiyê xeteriya Koronavîursê paşguh dike û şertên mirovî yên heyî ji bo pêkanîna planên xwe yên dijminahiyê, bi kar tîne. Lewra em bang li aliyên navborî dikin ku bi lez tev bigerin û van binpêkirinan rawestînin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk îro berbangê nuteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê hedef girtibû û di encamê de zirarên madî pêk hatibûn." 
 
 
 
 

Sernavên din

29/04/2020
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin
09:15 Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye
09:15 Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira'
09:14 Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
08:09 Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir
27/04/2020
20:20 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900
19:36 Erdogan: Wê di di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin
18:29 Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye
17:30 Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin
17:17 Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî
16:51 Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn
16:49 ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye
16:06 Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin
15:33 Bultena Şopandina Girtîgehan: Divê şandeyek biçe Îmraliyê
15:21 Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
15:06 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin
14:52 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû
14:33 60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê
14:28 Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin
14:16 Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye
14:10 Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir
13:54 KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake
13:47 Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan
13:24 Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin
13:19 Li Nisêbînê 3 gund kirin qarantînayê
12:59 Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin
12:47 Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were
12:32 TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin
11:57 Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt
11:44 Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin
11:24 Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an
11:11 Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir
09:12 Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin
09:11 Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
09:10 Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt!
09:10 Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye
09:09 Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin
09:09 Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya
09:08 Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
09:08 Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê
09:07 Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê
09:07 MED-DER dest bi dersên onlinê dike
09:07 Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
26/04/2020
21:01 Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan
20:52 DÎAYDER: Êrîşa li dijî gora ne îslamî ye
16:37 HDP: Rêveberê me yê Mûşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:54 Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin
15:27 Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:25 DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin
14:07 HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'