* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê yekemîn car bi telefonê hevdîtin bi rayê xwe re kir, bal kişand ser Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federe kiribûn û ev peyam ji bo PKK, KDP û YNK’ê da: “Pêdiviya kurdan a ev der ji tere, ew der ji ter tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.”
* Welatiyên herêma Zînî Wertê xwest Hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişînin û ger ku xwe venekişînin dê PDK'ê wekî partiya hîlekar îlan bikin.
* Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye."
* Mûtlû Kaya, ji ber êrîşeke çekdarî ji 92 astengdar bû. Di êrîşeke çekdarî de jî parêzera wê û xwişka wê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Kaya, diyar kir ku ji ber ku cezayekî baş nehatiye birîn ev yek bûye sedema cinayetên nû û pirsî: "Ma jiyana jina ev qasî hêsan e."
* Şaredariya Qersê, piştî şewba coronayê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û bend badane. Şaredarî, di vê çarçoveyê de pêşî piştgiriya ji bo heywanên koxan û tuxum dike û ji bo hilberînerên hemû navçeyan daxilî nav vê yekê bibin dest bi xebatên xwe yên kooperatîfbûyînê kiriye.
* Weşanxaneyên kurdî bal kişandin ser rewşa ji ber vîrûsa coronayê derketiye holê û bandora vê rewşê û krîza aborî ya li ser pirtûkan û gotin, niha nikarin karê xwe wekî berê bikin û pirtûkan çap bikin.
* Pêşmergeyê PDK'ê yê berê Mûstafa Sonmez, xwest pêşmergeyên li Zînî Wertê vekişin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin û bang kir: "Divê kurd bi axaftinê pirsgirkên xwe çareser bikin û bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tev bigerin. Êdî bila bira xwîna bira nerijîne."
* Wênesaz Ercan Altûntaş ku li ser tiwalê wêneyên kuçe û xaniyên navçeya Sûrê yên niha tunene çêkirine got, bîra kurdan ber bi rewşeke xeternak ve hatiye tahmdan û diyarbûna vê yekê ya li Sûrê jî bêmekankirina bîrê ye.
* Karkerên li şantiyeyeke înşeatê ya li navçeya Rêya Armûşê dişixulin, piraniya wan bêmaske dişixulin. Karkeran, diyar kir ku ji ber şewbê barê wan girantir bûye û gotin, maskeyên wan di bêrîka wan de ne, lê belê ji ber ku dibe sedema xwêdanê nikarin bi kar bînin.
* Li Cizîrê, welatiyên ku ji ber vîrûsa koronayê di malên xwe de dem derbas dikin, dest bi çandina şitlên sebzeyan kirin.
* Derûnînans Ayça Tezerîşîr, diyar kir ku mexdûrên veşarî yên şewba vîrûsa koronayê zarokên ji neçarî mehkûmê malê bûne ne û hin pêşiyaran ji bo dayik û bavan kir.
* Wênesaz Ercan Altûntaş ku li ser tiwalê wêneyên kuçe û xaniyên navçeya Sûrê yên niha tunene çêkirine got, bîra kurdan ber bi rewşeke xeternak ve hatiye tahmdan û diyarbûna vê yekê ya li Sûrê jî bêmekankirina bîrê ye.