Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e

  • rojane
  • 09:24 29 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Rojnameger û Nivîskarê Xwebûnê Felemez Ulug, têkildarî tedbîrên rûsya yê li dijî vîrûsê nirxand û diyar kir ku wek gelek welatên cîhanê Rûsya jî ji ber vîrusa Covîd-19’ê di rojên zor û zehmet re derbas dibe û got: "Der barê vîrusê û tedbîrên tên girtin de rayedarên Rûsyayê li gor welatên din bi hin zahmetiyên cuda re jî rûbirû dimînin. Di van rojên koronayê de rêveberiya Pûtîn dixwaze krîza heye veguherîne avantajê." 

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug, têkildarî rewşa Rûsya a li hemberî vîrûsa corona û polîtîkayên Pûtîn nirxandin kir. Ulug, diyar kir ku wek gelek welatên cîhanê Rûsya jî ji ber vîrusa Covîd-19’ê di rojên zor û zehmet re derbas dibe û wiha got: "Der barê vîrusê û tedbîrên tên girtin de rayedarên Rûsyayê li gor welatên din bi hin zahmetiyên cuda re jî rûbirû dimînin. Li ruxmî hemû tedbîran pêşî li belavbûna vîrusê nayê girtin. Li gelek bajar û navçeyan qedexeyên derketina derve hatiye ragihangin. Der barê tedbîrên tên girtin û xebata ku dewlet di vê mijarê de dide dikin de serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn bengewazî li gel kir. Pûtîn di nirxandinên xwe de bi belavbûna şewba koronayê ve girêdayî hin mijarên ku di rojeva dewletê de ne jî nirxandin." 
 
Ulug, bal kişand ser polîtîkaya Pûtîn û wiha lê zêde kir: "Pûtîn di despêka axaftina xwe de da diyarkir ku heya niha li 85 herêmên Federasyona Rûsyayê vîrus hatiye tespîtkirin. Ji ber li gelek deveran wek tê xwestin gel bi baldarî tevnagere pêşî li belavbûna vîrusê nayê girtin. Lê di heman nirxandinê de Pûtîn bal kişand ser mezinbûna bajaran û bi vê ve girêdayî ji ber nufûsa zêde krîza tên jiyîn jî wek pirsgirêka bingehîn nirxand. Dewleta Rûsyayê dixwaze krîza bi vîrusa koronayê daye der ji bo xwe vegerîne avantajekê. Lewma Pûtîn di nirxandina xwe de got ku; “armanca me ya yekem ew e ku em bikaribin hejmara bajarên mezin kêm bikin û berê gel bidin navçe, bakarok û gundan. Ji gelê me li van devaran rehet bijî jî wek dewlet em ê hewil bidin ku li hemû deveran pêdiviyên gel pêşwazî bikin.”
 
Ulug, bal kişand ser armanca dewleta Rûsya û wiha nivîsî: "Ev nirxandin di nav gel de bi navê kontrolkirina civakê tê nirxandin. Di heman demê de armanca dewletê ew e ku gel teşwîqî herêmên çandinî û lawir lê tên xwedîkirin bike. Bi vê ve girêdayî ji bo gel li van herêman zehmetiyên mîna xwendin, tenduristî, bazirganî û çûnûhatin jî nejî dewlet wê xizmetê bike. Zarokên gelê li van herêman xwendina xwe ya heya amadeyî temam kirine wê bi alîkariya dewletê biçin zanîngehê. Dîsa ji bo li van herêman asta xwendinê bê bilindkirin wê ji hêla dewletê ve fona teşwîqê bê dayîn. Belê dewleta Rûsyayê ketiye ferqê ku hejmarek zêde ya li bajaran çawa pergalê dixitimîne. Her wiha ji ber gund û bajarok vala dimînin civak nikare berhemên xwe biafirîne. Dîsa ji ber nufûsa ciwanan hemû berê xwe dide bajaran çanda neteweyî ya debarkirina xwe bi xwe jî wenda dibe. Lewma di van rojên koronayê de rêveberiya Pûtîn dixwaze krîza heye veguherîne avantajê.
 
Ulug, herî dawî bal kişand ser pirsên bê bersivandin û wiha bi dawî kir: "Lê li Rûsyayê hin pirsên pir girîng hene ku nahêlin mirov bi awayekî erênî yan jî nahêlin ku mirov ji vê projeya wisa hêja û xweş bawer bike. Ew pirs çi ne? Bi derketin û belavbûna şewba koronayê re ji bo gel neçe ser kar ango ji mala xwe dernekeve dewleta Rûsyayê jî wek gelek weletan li hin bajarên rewşa wan nebaş qedexeyên derketina kolanan da despêkirin. Lê bi qedexeyan re girêdayî dewlet di warê aborî de bi gel re nebû ango nabe alîkar. Lewma di serî de li herêma Vladîkafkas û Rsatovê li gelek deveran çalakiyên protestokirina dewletê tên lidarxistin. Dema mirov vê rewşa ku di van rojên teng de tê jiyîn dibîne baweriya mirov li hemberî projeyên Pûtîn dişikê. Ev projeyên hatine aşkerakirin bêguman pir hêja û bi wate ne. Lê ev proje encax ji hêla kesên bi hêza civakê bawer e û di ferqa zanenûna nirxên civakê de ne derbasî jiyanê bên kirin. Ji bo rêveberiya Rûsyayê ya niha mirov dikare vê bêje; ev hinekî zehmet e." 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin